Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be

img
MÊRDÎN – Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk bi rojnamegeran re hat gel hev û bersiv da gotinên "em ê dîsa qeyûm tayîn bikin" û got: "Ev wiha dê ne hêsan be." 
 
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hevşaredariya Mezin ya Mêrdînê Ahmet Turk û  Fîgen Altindag, Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Navçeya Artuklu Nurettîn Turgay û Fatma Yilmaz bi rojnamegeran re hatin gel hev. Civîna li gel rojnamegeran li otelek Mêrdîna kevn pêk hat. Axaftina vekirinê Hevseroka Rêxistina HDP'a Mêrdînê Eylem Amak kir. Pişt re Ahmet Turk der barê xebatên xwe de agahî dan û pirsên rojnamevanan bersivand. 
 
‘GELÊ ME WÊ BERSIVEK XURT BIDE' 
 
Turk anî ziman ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ji bo wan ne hêsan e û got: "Bi salan e em ji bo siberek bi azad û demokratîk hewl didin. Têkoşîna me tenê ne ew e em rêveberiyên herêmî bi dest bixin. Armanca me ew e em civaka xwe di her warî de hişmend bikin. Em partiyek ku baweriya me bi avakirina siberojek demokratîk heye. Em di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Em di bin zextan de diçin hilbijartina xwecihî. Gelê me bi vîna xwe ya azad wê siyaseta desthilatdar red bike. Ji bo siberojek demokratîk dengê xwe bilind bike. Gumana me ji vê yekê nîne. Çimkî haya gelê me ji polîtîkaya çewisandinê ya bi ser wan ve didin ferz kirin heye. Ji ber vê yekê derdikevin û dibêjin 'pirsgirêka beka û pirsgirêka bekayê.' Bi van gotinan civakê dabeş kirine. Wê gelê me bi bersivdayînek bi hêz bersiva feraseta kurdan li derveyî her tiştî dihêle, adeta çand û siberoja wan tarî dike bide." 
 
‘VENEZUELAYÊ DIBÎNE Û LI VÎ WELATÎ BÊDENG DIMÎNE' 
 
Turk bal kişand ser tayînkirina qeyûmên şaredariyên wan û wiha domand: "Cihê qeyûman li vê herêmê û vî welatî nîne. Qeyûman îradeya gelê kurd hildane bin îpotekê. Ev rewşek bêhiqûqî û ne adil e. Hûn bi îpotekkirina vîna gel nikarin demokrasiyê ava bikin. Ez gotinên 'Maduro bi îradeya gel hatiye bijartin' ên Serokkomar Erdogan bi bîra wî dixim. Baş e, şaredarên li vê derê qey ne bi îradeya gel hatin bijartin? Feraseta ku Venezuelayê dibîne lê qewimandinên li ber deriyê xwe xwe nabîne û bêdeng dimîne. An jî vê feraseta demorkasiyê ji nedîtî ve tê." 
 
‘EM Ê FERASETEK DEMOKRATÎK ESAS BIGIRIN'
 
Turk da zanîn ku ew di hilbijartina xwecihî de xwedî bi îdia ne û wiha got: "Em bi projeyên xwe yên feraseta demokrasiyê derdikevin pêşberî gelê xwe. Her tiştê qeyûman li ber çavan e. Dixwazin şaredariyan bi deynan ji me re bihêlin. Armanca wan ew e me û gel bînin beramberî hev. Hemû mal û milkên gel firotine û em dizanin îhaleyên kirine çawa pêk anîne. Em dibînin şaredariyan çawa birêve dibin. Di esasê xwe de em ê jî bi xizmetên demokratîk, xizmetek ku civakê hembêz bike, ji jinan re rêz bigire, mafê jinan û xweseriya jinê esas bigire, nasnameya jinan ya di siyasetê de asas bigire derdikevin rê. Di van mijaran de xebatên me hebûn. Serokatiya Daîreya Jinan bi rastî jî xebatên mezin birêve bir. Piştî nokteyekê şaredariyê veguherandin şaredariya gel. Em ê îro jî bi feraseta demokratîk û wekhev ji bo gelê xwe xizmeta xwe dewam bikin." 
 
‘ÇÛYÎNA KARAKOLÊ BÊTIR HÊSAN E'
 
Turk anî ziman ku qeyûman gelek xebatên wan nîvco lanseyî xwe kirin e û got: "Tevî ku 3 salan bi ser re derbas bûye jî kevir danenî ser kevir. Têketina karakolekê êdî ji têketina avahiya şaredariyekê hêsantir e. Em ê konseya bajêr, meclîsên taxan û koperatîfn carek din bixin meriyetê. Em ê ji bo hilberînin cotkarên xwe bibin alîkar." 
 
'TAYÎNKIRINA WAN QEYÛMAN WÊ WIHA HÊSAN NEBE' 
 
Li ser pirsên rojnamevanan ên ku Serokkoamr Erdogan dibêje dê dîsa qeyûman tayîn bikin jî Turk bersiv da û wiha got: "Ew çi dikin bila bikin em ê qet dest ji têkoşîna xwe demokratîk bernedin. Ez dixwazim viya bêjim; ev ê wiha wê ne hêsan be. Wê ji wezîfegirtina îradeya gel carek din neyê rojevê. Heke qeyûm bên tayînkirin wê demê dê her tişt eşkere bibe û êdî her kes bi hêsanî dikare bêje 'ev rejîm rejîma yek zilamî ye.' Ya ji bo me girîng ew e ku gelê me ka dê çawa bersivê bide polîtîkaya qeyûman. Wê li dijî vê siyasetê vîna beyan bike. Em ne ew mirovên ku dixwazin li ser qoltixên şaredariyê rûnên. Em vê têkoşînê jî ne ji bo qoltixan dikin. Ji bo gelê me îradeya xwe deyne holê em hewl didin. Heke wisa pirr dixwazin, em hilbijartinê bi awayek hêz bi dest bixin lê bila ew jî roja duyem qeyûm tayîn bikin." 
 
‘EM Ê KIRINÊN QEYÛMAN JI GEL RE BÊJIN' 
 
Turk destnîşan kir ku parlamenterên partiya îktîdarê ji bo kirinên qeyûman ketine nava pevçûnê û got: "Em ê yek bi yek ka qeyûman çi kiriye û çi nekirine em ê ji gelê xwe re bêjin." 
 
'XEMA ME PIŞTÎ 1'Ê NÎSANÊ YE' 
 
Turk pirsa têkildarî deynê qeyûman jî bersivand û got: "Endîşeya me ne 31'ê Adarê ye, xema me 1'ê Nîsanê şûn ve ye. Em ê ji 1'ê Nîsanê xebatek çawa û em ê çawa şaredariyan ji bin van deynan rizgar bikin birêve bibin. Em ê di vê mijarê de ewilî gelê xwe agahdar bikin. Pişt re jî em ê xebatên xwe berdewam bikin." 

Sernavên din

03/03/2019
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN
01/03/2019
17:03 Buldan: Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd kirin em ê bişînin Enqereyê
16:38 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga lezgîn kir: Ya pêwîst bikin
15:57 Sîlopiyan: Emê qezenc bikin
15:39 Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin
15:29 Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê
15:28 Jinan ji bo Guven dest bi kampanyeya îmzeyan kirin
Guven: 8'ê Adarê dê bibe mizgîniya azadiyê
15:27 ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin
15:09 Pervîn Bûldan li Cizîrê ye: Ciwanan kenê li ser rûyên xwe şandin
14:57 Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
14:44 Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin
14:17 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê
14:07 Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin
13:48 ‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne'
12:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:55 Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest
12:46 Alinak: Ne DEP'iyan û ne jî HDP'iyan bêdengiyê qebûl kir
12:34 Li 66 girtîgehan 331 girtî di greva birçîbînê ya bêdem dene
12:31 Sirri Sakik: 25 sal borîn di polîtîkaya dewletê de guhertin çênebû
12:07 Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan
11:36 Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin
11:28 DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin
11:18 Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye
10:54 Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye
10:53 Bernameya meha adarê ya Şa Performansê diyar bû
10:37 Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be
10:01 Otobusa servîsê li Bayrampaşa qulipî: 9 kes birindar bûn
09:42 'Grevên birçîbûnê dê bandora xwe li 8’ê Adarê bixe'
09:23 Li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat îlankirin
09:21 Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e
09:20 Bernameya meha Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:19 ‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike'
09:19 Serokê Odeya Plansazkarên Bajêr: Ji bo rantê mîmariya bajar diguherînin
09:18 Namzetê HDP'ê yê Cirnê Reş: Gel ji her tiştî hatiye mehrûmkirin, em ê navçeyê veguherînin bihiştê
09:17 OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî
09:16 Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket
09:15 Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Çalakiyên greva birçîbûnê nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye
09:15 Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
09:13 Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin
09:12 Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes
09:12 Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
09:11 Berxwedana Leyla Guven di roja 114'mîn de didome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN
28/02/2019
19:01 Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn
16:59 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Demîr: Ne kes raman esas e
16:54 Guven: Divê jin bihêz beşdarî 8’ê Adarê bibin
16:37 Temellî: Demokrasiya xwecihî pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e
16:34 HDP ‘Rapora Qeyûman’ aşkera kir
16:17 'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye'
16:09 Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye
15:53 Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin
15:39 Jin dê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê berxwedan û grev' dê pêşwazî bikin
15:32 ‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’
15:23 ‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin'
14:55 Li Cizîrê, ji bo hevdîtina Buldan tevlî bibe bang hat kirin
14:54 Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin
14:47 Bîlgen ê HDP’î: Malhebûna xwe eşkere bikin