Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye

img

STENBOL - Rojnameger Zehra Dogan ku dema li Navçeya Nisêbînê di serdema qedexeyan de nûçe çêkir û hat girtin piştî hat berdan girtina rojnamegeran û rewşa girtiyên di grevê de nirxand û got: "Nêviyê welat di girtîgehê de ye. Moralê girtiyên di grevê de jî pir bilind e. Ew bi çalakiya grevê serbilind in. Divê em bibin dengê wan." 

 
Rojnameger û edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) Zehra Dogan ku ji ber li Navçeya Nisêbînê di serdema qedexeya derketina kolanan a 2016'an de nûçe çêkir û hat girtin, piştî 2 sal û mehekê li girtîgehê ma hat berdan.
Edîtora JINHA a bi KHK'ê hat girtin û Rojnameger Zehra Dogan ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin, piştî ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hat berdan, delîlên ku bû sedema girtina xwe û rewşa girtiyên li girtîgehê di çalakiya grevê de nirxand. 
 
‘ÇIMA MIN WÊNEYÊ BAJARÊ XERABE XÊZ KIRIYE' 
 
Rojnameger Dogan, diyar kir ku li Nisêbînê hovîtiyek pir mezin pêk hat û ew hovîtî tu car nayê ji bîr kirin. Dogan, destnîşan kir ku heman hovîtî li navçeyên Sûr, Cizîr, Kerboran, Dêrik û Hezexê jî pêk hatin û wiha got: "Li dijî wê hovîtiyê berxwedanek pir mezin jî derket holê. Gelek rojnamegerên ku ew hovîtiya li Nisêbînê û bajarên din kirin nûçe, hatin darizandin û hatin girtin. Yek ji rojnamegera hat girtin jî ez bûm. Ji min re gotin 'Tu çawa wêneyê bajarekî hatiye xerakirin xêz dike?' û ceza li min birîn. Ya ku bajar xera kiribû ne ez bûm. Min tenê wêneyê heyî xêz kir. Tişta heyî min kir resîm. Yên xera kirin ceza nexwarin, lê yên bajarê hatiye xerakirin xêz kirin û kirin nûçe ceza xwarin. Wan ev wêneyê bajarê xerabe belav kir, lê ji ber ku min ew wêne xêz kir ceza li min birîn." 
 
‘GIRTÎGEH WÊNEYÊ DERVE YE'
 
Dogan, da zanîn ku geşedanên li girtîgehê pêk tên wêneyên rewşa derve nîşan didin û wiha berdewam kir. "Li girtîgehê yên li dijî zextan dengê xwe bilind dikin rastî cezayê hucreyê tên. Ger ku girtîyek 3 caran rastî cezayê hucreyê bê înfaza wî-ê dişewite. Em dikarin mînakekê bidin. Hevala me Songul  heye. 27 sal rastî cezaye muebetê hatiye. Ev heval ji ber ku li ser piyan jimar neda rastî cezayê hucreyê hat û înfaza wê şewitî. Dê 45 salan girtî bimîne. Çima? Ji ber ku li dijî rêveberiya girtîgehê derketiye. Di xwarina girtîgehê de kêzik û mû derdikeve. Carekê ji xwarê salyangoz jî derket. Li qawîşa 20 kesan têra 5 kesan xwarin didin. Ji bo zorê li sebra me bikin her tiştî dikin. Rêveberiya girtîgehê baş dizanin ku em di serdema greva birçîbûnê de ji bo xwarinê daxwazname nadin, ew bi zanebûn xwarinê li ser me kêm dikin. Dizanin ku em dernakevin hevdîtinê van tiştan li me dikin. Dixwazin bi vê yekê înfazê bişewitînin. Hemû mafên bingehîn desteser dikin. Mafê telefonê ji girtiyan distînin. Ji ber ku min bi hevala xwe re stran got ez rastî cezayê dîsîplinê hatim. Mafê me yê telefon û nameyan ji destê me hat girtin."  
 
‘MIN GIRTÎGEH KIR STUDYOYA WÊNEYAN'
 
Dogan ku di heman demê de wênesaz e destnîşan kir ku wê hunera xwe ya wênesaziyê li girtîgehê jî berdewam kiriye bi gotina resam Jan Frans van Dael a “Hunermendên gelên bindest û mirovên serpêhatî, ne tenê j bo xwe xwedî huner in. Ew wekî hunermendên ewropa bi serê xwe nakevin atolye û wêne xêz nakin. Ger ku vê yekê bikin tenê wekî ressam bi sînor dimînin. Nikarin bibin hunermendên gel" bal kişand ser erka hunermendiyê. Dogan destnîşan kir ku ger ew ne rojnameger bûya dê nikarîbûya wisa wêne xêz kiribûya û wiha got: "Ger ku ez ne rojnameger bûma, ezê nikaribûma biçûma Nisêbînê. Min dê Nisêbîn nedîta û nejiyam. Min gelek wêne li girtîgehê xêz kir û rêveberiya girtîgehê dest danî ser. Dîsa tişt nabe. Wan ger ku 20 hep wêneyên min perçe kirin min, 300 hep şandin derve. Ez bawer dikim ku min weke hunermendek wênesaz girtîgeh kir atolyeya wêneyan. Min ev bi xêra hevalên xwe kir. Ger ku baweriya hevalên min ên jin bi min tunebûya min ev teqez nikarîbu pêk anîbûya." 
 
‘TIRKIYE DI POLÊ DE MA'
 
Dogan, da zanîn ku Tirkiye ji bo çapemeniye bûye girtîgeh û welatê herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye û wiha got: "Ez rojnamegerên girtî wekî şoptarê heqiqetê dibînim. Niha Nedîm Turfent, Ozlem Seyhan, Kibriye Evren, Meltem Oktay gelek rojnamegerên din girtî ne. Tirkiye di qada çapemeniyê de di polê de maye."  
 
SÎSÊ BÎNGOL: EZ LI SER PIYAM IM 
 
Dogan, bal kişand ser rewşa Sîsê Bîngol a hem girtî û hem jî pîr bûye û wiha lê zêde kir: “Mixabin rewşa dayika Sîsê di milê tenduristiyê de qet nebaş e. Herî dawî ez bi peyama wê ji girtîgehê derketim. Got ji yên ez pirsîm re bêj 'Ew cit û serbilind li ser piyan e' Dayika Sise dizane civak û rojnameger li pişta wê ne. Rojnameya Yenî Yaşam her tim di destê wê de ye. Dizanin siyasetmedar ji bo wê têdikoşin. Lê ji ber tenduristiya xwe ji êvarî heta serê sibê nikare razê. Her tim dikuxwe. Hevalên me yên heta serê sibê li ber serê wê nobetê digirin hene. Saziya Tipa Edlî bi gotinên balkêş rapor amade kir. Dibêje 'Ji bo Sisê tahliye bibe xwe xerab nîşan dide' Ev eybek pir mezin e. Şerma mirovahiyê ye. Lê wan dema ev rapor amade kir şerm nekirin. Tu fikra ku Dayika Sisê bê berdan tune ye. Baweriya wê pir mezin e. Baweriya wê ya têkoşînê heye. Ew bersîva her kesî ye. "
 
‘BI GRAVA BIRÇÎBÛNÊ RÛMETDAR IN' 
 
Dogan, bal kişand ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de jî û wiha bi dawî kir: "Ew bi vê çalakiya xwe ya girevê serbilind û rûmetdar in. Ji ber ku dizanin li dijî tecrîdê di nava têkoşînekê dene û ev yek bêtir wan bi coş û rûmet dike. Ev ji bo wan dibe moral. Her dem govende digerînin. Stranan dibêjin. Ew bawer dikin ku ew dê bi ser bikevin. Ew dibêjin ez di grevê de hebûm û di têkoşînê dejî heme. Mirovên herî xweşik di greva birçîbûnê de ne. Divê em ji dengê wan re bibin deng. Em gelekî ku bêdeng nabin in. Em axaftinê qet ji bîr nekin. Ev bêdengî li me nayê. Em fêrî gotina 'Na' bibin. Em netirsiyan, em carek din nîşan bidin ku em natirsin." 
 
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/03/2019
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN
01/03/2019
17:03 Buldan: Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd kirin em ê bişînin Enqereyê
16:38 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga lezgîn kir: Ya pêwîst bikin
15:57 Sîlopiyan: Emê qezenc bikin
15:39 Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin
15:29 Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê
15:28 Jinan ji bo Guven dest bi kampanyeya îmzeyan kirin
Guven: 8'ê Adarê dê bibe mizgîniya azadiyê
15:27 ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin
15:09 Pervîn Bûldan li Cizîrê ye: Ciwanan kenê li ser rûyên xwe şandin
14:57 Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
14:44 Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin
14:17 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê
14:07 Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin
13:48 ‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne'
12:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:55 Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest
12:46 Alinak: Ne DEP'iyan û ne jî HDP'iyan bêdengiyê qebûl kir
12:34 Li 66 girtîgehan 331 girtî di greva birçîbînê ya bêdem dene
12:31 Sirri Sakik: 25 sal borîn di polîtîkaya dewletê de guhertin çênebû
12:07 Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan
11:36 Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin
11:28 DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin
11:18 Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye
10:54 Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye
10:53 Bernameya meha adarê ya Şa Performansê diyar bû
10:37 Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be
10:01 Otobusa servîsê li Bayrampaşa qulipî: 9 kes birindar bûn
09:42 'Grevên birçîbûnê dê bandora xwe li 8’ê Adarê bixe'
09:23 Li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat îlankirin
09:21 Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e
09:20 Bernameya meha Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:19 ‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike'
09:19 Serokê Odeya Plansazkarên Bajêr: Ji bo rantê mîmariya bajar diguherînin
09:18 Namzetê HDP'ê yê Cirnê Reş: Gel ji her tiştî hatiye mehrûmkirin, em ê navçeyê veguherînin bihiştê
09:17 OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî
09:16 Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket
09:15 Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Çalakiyên greva birçîbûnê nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye
09:15 Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
09:13 Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin
09:12 Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes
09:12 Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
09:11 Berxwedana Leyla Guven di roja 114'mîn de didome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN
28/02/2019
19:01 Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn
16:59 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Demîr: Ne kes raman esas e
16:54 Guven: Divê jin bihêz beşdarî 8’ê Adarê bibin
16:37 Temellî: Demokrasiya xwecihî pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e
16:34 HDP ‘Rapora Qeyûman’ aşkera kir
16:17 'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye'
16:09 Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye
15:53 Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin
15:39 Jin dê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê berxwedan û grev' dê pêşwazî bikin
15:32 ‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’
15:23 ‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin'
14:55 Li Cizîrê, ji bo hevdîtina Buldan tevlî bibe bang hat kirin
14:54 Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin
14:47 Bîlgen ê HDP’î: Malhebûna xwe eşkere bikin