Buldan: Me li her devera vî welatî kok daye

img

COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP'ê li Colemêrgê axivî û li dijî hedef nîşandana partiya xwe got: "Dibêjin 'terk bikin.' Xwe mîna Maho axa dibîne. Qey dibêjî ev der gund e. Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne. Ev bajar û ax yên me ne. Me rehên xwe berdaye her devera vî welatî." 

Rawestgeha baskê Hevseroka Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya wê piştî tura Botanê îro bajarê Colemêrgê bû. Pervîn Buldan li gel Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede çûn navenda Colemêrgê. 
 
HEYET BI DEF Û ZIRNÊ HAT PÊŞWAZÎKIRIN 
 
Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên Colemêrg û navçeyan û bajarokan şandeya Buldan di têketina Colemêrgê de pêşwazî kirin. Tevî barîna dijwar a berfê jî colemêrgiyan kêfxweşiya xwe bi berzkirina slogan, lîlandin û çepikan nîşandan. Esnafên li ber kargehên xwe û welatiyên li ser kolanan otobusa hilbijartinê ya şande têde bû silav kirin. 
 
Welatî ji serê sibehê ve li ber avahiya HDP'a Colemêrgê kom bûn. Welatiyan li ber def û zirneyê govend gerandin û bênavber dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e" û "Qeyûm wê biçin, gel wê were" berz kirin. Li ber buroya hilbijartinê jî Buldan û şandeya pê re ji aliyê girseyek mezin ve bi berzkirina dirûşman hat pêşwazîkirin. Di hevdîtina gel de kêfxweşiyek mezin serdest bû. Piştî ku Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Kahraman derketin ser otobusê û gel silav kirin. 
 
'EM Ê XWE RIZGAR BIKIN'
 
Piştî silavkirina namzetan, ewil Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç axivî û got: "Em ji bo parastina nirxên gelê kurd bûn îtîfaq. Yên ku vê îradeyê binpê kirin, em ê di 31'ê Adarê de nîşanî wan bidin. Îtîfaqa me dîrokî ye. Wê îtîfaq dewam bike. Em ê bi hev re tevger bikin û em ê bi hev re rizgar bibin. Em ji vê axê naçin. Ev ax axa bapîr û dapîrên me ye." 
 
‘WÊ AZADÎ PÊK WERE' 
 
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî ewil silavên xwe ji Leyla Guven re şand. Bucak anî ziman ku qeyûman îradeya gelê kurd binpê kirin e û got: "Tenê em ê ne li Colemêrgê em ê li her deverê qeyûman bişînin. Em ê qeyûmê Colemêrgê di 31'ê Adarê de bişînin bajarê wî. Wê piştî 31'ê Adarê azadî pêk were. Em ê bi ser kevin û dê serkeftin her tim a me be."
 
'BIRÊZ OCALAN DENGÊ AŞTIYÊ YE' 
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî silavên xwe ji Colemêrgê ji Leyla Guven re şand. Ozturk bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Dengê Birêz Ocalan dengê aştiyê ye." 
 
'COLEMÊRGÊ SERÎ NATEWÎNE'
 
Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan derket ser otobusê û xîtabî gel kir. Buldan wiha axivî:
 
"Em îro serbilind in ku li Colemêrgê ne. Baş e ku hûn hene. Tevî hemû astengiyan jî we vê qadê tije kir. Ev ne mitîng e. Ev vekirina buroya me ye. Astengiyên mezin derxistin lê we li astengiyan guhdar nekir. Gelê Colemêrgê serî natewîne û bîat nake. 
 
EM Ê DI SINDOQAN DE DERSÊ BIDIN WAN 
 
Em di pêvajoyek zor de derbas dibin. Tevî hemû zodestî û êrîşên li ser me jî em diçin ku ji aliyê kêfxweşiya mirovan ve tên pêşwazîkirin. Wê ev coş û kelecana we xwe di sindoqên 31'ê Adarê de bide nîşanadan. Çimkî gelê Colemêrgê vê yekê baş dizane. Ji ber ku her tim hilbijêrên we di bin zextan de ne. Dixwazin bi girtina siyasetmedarê we û tayînkirina qeyûman vî bajarî birêve bibin. Lê wê ev bajar roja hilbijartinê dersê bide wan. Her çiqas me bikujin, bigirin û îradeya me binpê bikin jî lê em ê bi hêviyên azadiyê bijîn û kes nikare hêviya me bişkêne. 
 
COLEMÊRGÊ DI BIN DEYNAN DE HIŞTIYE
 
Di 31'ê Adarê de bendewariyek me ya mezin ji Colemêrgê heye. Di esasê xwe de gelê me yê Colemêrgê biryara xwe daye. Ewil qeyûm tayînkirin û pişt re jî kirin namzetên xwe. Heke mirov jê bipirse ka rêya nexweşxaneya dewletê li ku ye, bawer bikin wê nizanibe. Dema ew qeyûm diçe malên mirovên me li malan lêgerînê pêk tîne. Ew qeyûm bi kîjan malbatê re hevdîtinê bike bi çapemeniyê re parve dike. Dixwaze berê gelê Colemêrgê bide hev. Colemêrgê di bin deynan de hiştiye. Siberoja gelê me xistiye bin deynan. Em li vir soz didin we em ê wî qeyûmî bişînin Enqereyê. 
 
QEY DIBÊJE MAHO AXA YE 
 
Erdogan beg, rabûye û partiya me ji xwe re dike hedef. Ji me re dibêje 'biçin ji van deran.' Li me heqaretkirin ji xwe re wek wezîfeyekê dibîne. Dibêjin 'terk bikin.'  Xwe mîna Maho axa dibîne. Qey dibêjî ev der gund e. Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne. Ev bajar û ax yên me ne. Me rehên xwe berdaye her devera vî welatî. Divê Serokkomarê welatekî ji welatiyên xwe nefret neke û welatiyên xwe neqewirîne û îradeya bi milyonan mirov tune nehesibîne. Gelek Serokkomar hatin û çûn. Lê Serokkomarê vî welatî rabûye kesên dengê xwe nedin AKP'ê hebûna wan li vî welatî tune dihesibîne. Lê em ew partî ne ku hemû reng û deng û awazên xwe yên azadî û demokrasiyê datînin holê. 
 
DAXWAZA REWA Û QANÛNÎ YE
 
Parlamentera vî bajarî hevala me Leyla Guven 117 roj in û hemû girtîgeh di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan rewa ye, mafdar e û qanûnî ye. Em wek HDP'ê li pey vê daxwaza wan rewa ne.
 
Herî dawî dixwazim vê yekê bo we bêjim; em xwedî li sindoqên xwe derkevin û dengên xwe biparêz in. Gelê Colemêrgê wê carek din dîrok binivîsîne û ji sedî 90 wê serkeftina xwe îmze bike." 
 
Buldan û şandeya pê re piştî Navenda Colemêrgê derbasî Navçeya Geverê bûn. 

Sernavên din

05/03/2019
15:38 Girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê: Heta tecrîd bidome tekoşînê jî bidome
15:03 Namzetê HDP'ê Yûsûf Bozkûş esnaf ziyaret kirin
14:59 Guven doktorê Wezareta Tenduristiyê red kir
14:51 Temellî: Agirî li ser Pira Osman Gazî re derbas nabin, lê pere didin
14:49 Jinên Dîlokî: Wisa hat û wisa naçe
Jinên Şirnex û Dêrsimî jî bang kirin
14:22 Dadgehê salek û şeş meh ceza li Parlamentera HDP'ê Îrmez birî
13:52 Bûldan: Elbakê tim bi dengek bilind xwedî partiya xwe derketiye
13:44 Eskeran bi ser gundekî Mûşê de girtin û 26 kes binçav kirin
13:33 Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî gotinek be
12:48 Wêneyê Kuzu yê AKP'î bi baronê tiryakêş re kişandiye hat dîtin
12:07 Di sibatê de 46 rojnameger hatin darizandin
11:27 Ger malbat serledan nekin dê 233 cenazeyan li gorên bêkesan defin bikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 795'emîn serlêdan kirin
11:03 Qutiya avbacanê ya dîtin di destê wan de teqiya
10:52 Dayik Yuksel Koç: Tecrîd rabe wê hesreta min a 30 salan jî rabe
10:37 Rojnamegerê girtî Yilmaz: Tundî, tacîz û tehrîk bi dawî nabin
10:16 ‘Heta em bi ser bikevin çalakiya me wê bidome'
10:15 Girtiyê 80 roj in di grevê de xistin hucreya yek kesî
09:38 Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket
09:09 2’yemîn Rojên Muzîkê ya MA Muzîkê dest pê kir
09:09 Bûldan: Baweriya di 31'ê Adarê de hin tişt biguherin zêde ye
09:09 'Ger kesek hebe û divê vî welatî biterikîne, ew jî Erdogan e'
09:08 Di 2 hefteyan da 5 caran êrîşî HDP'a Keçîorenê kirin
09:08 Çerkezoglû: Îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike
09:07 Wê di 8'ê Adarê de tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan
09:06 Girtiyê 80 roj in di grevê de: Em ê heta dawî li ber xwe bidin
09:06 Waniyen bersiva Erdogan da: Kî kê dişîne kuderê
09:06 Di 3 mehan de polîs bênavber davêjin ser mala wan!
09:05 Namzetên Gimgimê: Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2019'AN
08:58 Li Sîlopiyê eskerek bi guman mir
08:19 Berxwedana Leyla Guven di roja 118'emîn de ye
04/03/2019
20:40 Li Colemêrgê qedexeya derketina derve
20:10 Xebatên HDP'ê yên ji bo 31'ê Adarê bênavber didomin
18:27 Sîse Bîngol tahliye bû
17:37 QSD û YPJ'ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand
16:53 Ahmet Turk got, Soylû bêrûmet tevdigere
16:52 Îdanameya Parka Geziyê hat qebûlkirin
16:52 Endama Plaza de Mayo, Cortinas: Bila hikûmet û NY Bi lez gavan bavêjin
16:21 Buldan: Me li her devera vî welatî kok daye
16:06 Parlamentera HDP'ê Surucu bang li Wezîrê Dadê kir: Zagonên xwe pêk bînin
15:52 Dag a HDP’î ji Soylu re got: Berxwedana me dewam dike
15:45 Xelata Aştî û Demokrasiyê dan Onur Hamzaoglu
15:14 Sîsê Bingol wê îro tahliye bibe
15:05 Netew û baweriyên cuda dê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin
15:02 Meclîsa ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:54 24 saziyan bang li hikûmetê kir: Ji bo daxwazên çalakgerên grevê gavan bavêjin
14:53 HDP’ê li Mûgla û 4 navçeyên Manîsa namzetên xwe paşve kişandin
14:01 Temellî bersîv da Erdogan: Em li vir in di 31'ê Adarê de emê biçin ser sindoqan
14:00 Cezayê ‘Çerxa Şoreşê’ dan û xwestin xwendekar 'Sirûda Îstîklalê' bi destan binivîsîne
13:55 TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyê bêdeng kirin
13:42 Jinan xwest Wezareta Jinan bê avakirin
13:22 Oluç: Erdogan dabeşiyê dike û Soylu jî xwe diteqîne
13:20 Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin
12:23 Ev wêneyê xizmeta Qeyûma Qoserê ye
11:22 Ekîba NRT û gelek endamên Nifşê Nû hatin binçavkirin
10:18 Namzetên HDP'ê li Mêrdîn, Mêrsîn û Hatayê lez dan xebatên xwe
09:31 Girtiyê hat berdan: Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin
09:12 Parlamenter Dag: Leyla Guven bû şewq em ê jî bibin şemal
09:12 Esnafên bazarê bersiva Erdogan dan: Ji bo hilbijartinê me dike terorîst
09:09 Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin
09:09 'Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê'
09:08 ‘Bêdeng nemînin û li ber xwe bidin'
09:06 Bozan a 79 roj di grevê de ye: Bedena me dihele, xwedî li çalakiyê derkevin
09:06 Yaşaer ê bavê wî di hepsê de 36 roj in di grevê de ye
09:05 'Ez ê 8'ê Adarê bi xebitandinê pêşwazî bikim'
09:04 ‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'
09:04 Ûzûnok: Li Îzmîrê me hefteya jinan îlan kir
09:03 ‘Li Girtîgeha Kiriklarê pêkanîn û cezayên kêfî hene’
09:00 ROJEVA 04'Ê ADARÊ
08:56 Suleyman Soylu dîsa HDP'ê reş kir û hedef nîşan da
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 117'emîn de ye
03/03/2019
21:12 Senem Çakas bû namzeta hevşaredariya Çewligê
21:03 Sakik û Genç bi ciwanan re civiyan
20:42 5 endamên HDP'ê yên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
19:20 Polîsan bi boneya greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP'a Amedê de girt
17:38 Ji Antalya heta Qersê xebatên hilbijartinê didomin
17:16 Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê
16:56 Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye
16:04 Wesayîta Bûldan dema xirab bû, HDP’iyan bi zarokan re guloka berfê lîstin
15:29 Cezayê akademîsyena aştiyê Ustel hat erêkirin
14:59 Hunermend Çat û Arzû Leyla Guven ziyaret kirin
14:58 Buldan bersiv da Erdogan: Ne hedê we ye me ji vir derxin
14:57 Jinên TMMOB’î banga tevlîbûna mîtîngê kirin
14:32 Li Stenbolê êrîşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin
14:05 Parlamenter Dersim Dag û 5 HDP'iyan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:59 Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye
13:44 Li herêma Serhedê rêya 441 gundan hat girtin
13:42 Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê
13:19 Derbarê Serokê Nifşê Nû de biryara girtinê hat dayîn
13:10 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû dest bi greva birçîbûnê kir
11:42 Sakik: Li Mûşê hemû partî li dijî HDP'ê bûn yek
11:42 Li Beyogluyê şewat: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:29 Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezın tên
11:13 ‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'
11:11 Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê
09:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 116'mîn de didome
09:13 Jinên ji bo Guvenê îmze danîn bin kampanyayê: Divê em daxwaza Leylayê li her derî bilêv bikin
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak