Dr. Demîr: Em ê bi gelê xwe re xizmetê hilberînin

img

ÊLIH – Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Êlihê Dr. Mehmet Demîr diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de projeya herî mezin îmze bikin û got: “Tevî hemû deynan jî em ê gel re bixebitin û ji bo gel xizmetê hilberînin.” 

 
Lîjneya Hilbijartinê ya Êlihê namzetiya hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr red kir. Li ser vê yekê HDP’ê Dr. Mehmet Demîr ji bo namzetiya hevşaredariya Êlihê da nîşandan. Demîr li gundê Êrdê yê girêdayî Navçeya Kercewsê ya Êlihê hat dinyayê û di sala 1994’an de ji Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleya Amedê mezûn bû û di qada tenduristiyê de hekîmiyê kir. Di navbera salên 1999 û 2013’an de Serokatiya Odeya Bijîşkan a Êlihê kir. Demîr ji sala 2010’an ve di komîsyona Tenduristî û Dîplomasiyê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de wezîfedariyê kir. 
 
‘EM Ê BI GEL RE BIXEBITIN’ 
 
Demîr der barên xebatên hilbijartinê de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. Demîr diyar kir ku wan lez daye xebatên xwe û got: “Partiya me îro vê wezîfeyê da me. Em ê ji bo xizmeta gelê xwe ji pêvajoyê re bibin bersiv. Em ê dibêjin ku em ê bi gelê xwe re bi awayek hevpar bixebitin û bi gel re birêve bibin.” 
 
'EM Ê ŞAREDARIYA XWE DÎSA BI DEST BIXIN’ 
 
Demîr anî ziman ku tevî pêvajoya zehmet jî serkeftin a HDP’ê ye û wiha domand: “Îro Serokkomar li her cihê ku diçê heqaretê li kurdan dike. Wezîrên wî bi polîsan bi ser me ve dişînin. Lê em ê li van gef û zextan guhdar nekin. Armanca me tenê bi dest xistina şaredariyê nîne, di heman demê de ji bo em mafê herî xwezayî yê rêxistinê yê gel ava bikin jî hewl didin. Em ê carek din ji nû ve şaredariya gel bi dest bixin.” 
 
'ŞAREDARIYÊ DI BIN DEYNAN DE HIŞTINE’ 
 
Demîr da zanîn ku ji roja qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kirin heta niha şaredariyê xistiye bin deynan û wiha got: “Zîhniyeta qeyûm xizmetê ji gel re nekiriye. Hemû mal û milkên gel dane ranxwiran. Li gorî dilê xwe tevger kirin e û bi hezaran milyon şaredariyê di bin deyn de hiştine. Hemû îhaleyan pêşkêşî alîgirên xwe kirin e. Şaredariya niha bi tu awayî bi zelalî tiştên xwe aşkere nake. Lê di serdema me de her tişt bi zelalî dihat kirin û rêgeza zelaliyê hebû. Tê gotin ku 130 milyon deynê şaredariyê heye, lê rûyê rast çiqas em nizanin.” 
 
PROJEYA NEWALA ÎLUHÊ 
 
Demîr anî ziman ku wê deynên şaredariyê ji xizmeta wan re nebin asteng û wiha pêde çû: “Dema em werin ser rêveberiya şaredariyê karê me ewil wê bi amadekirina rapora qeyûm dest pê bike. Em ê li gorî derfetên di destên xwe de plansaziya hilberîna xizmetê derbixin. Pirsgirêka lezgîn a gelê Êlihê projeya Newala Îluhê ye. Havînê xelk nikare ji bêhnê bisekine. Ji bo vê yekê divê em ji butçeya navendî sûdê werbigirin. Kontrola butçeyên ji bo şaredariyan tê veqetandin dewrî Serokkomariyê hatiye kirin. Karê me zor e lê tevî vê yekê jî em ê beş bi beş projeya xwe ya Newala Îlûhê ku di nava Êlihê de derbas dibe bidomînin û vê newalê islah bikin.” 
 
'EM Ê ŞAREDARIYEK EKOLOJÎK BIRÊVE BIBIN’ 
 
Demîr diyar kir ku bi qasî tê xwestin qada hêşînahiyê têra Êlihê nake û got: “Pirsgirêka me ya qada hêşînahî heye. Me di serdemên bihûrî de hin park û baxçeyan çêkir. Lê ev têrê nakin. Em ê xebata xwe ya qadên hêşînahiyê dewam bikin. Her wiha wê li derdora Çemê Êlihê xebatên me yên qadên masîre bên kirin. Em ê li gorî şaredariyek ekolojîk tevbigerin û projeyên ekolojîk bixin meriyetê.” 
 
'EM Ê SEWALKARIYÊ LI PÊŞ BIXIN’ 
 
Demîr destnîşan kir ku li hin taxên Êlihê avahî li gorî jiyana mirovan ne guncav in û got: “Li van deran bêyî bibe qada rantê, em ê bi guhertinek ji nû ve bikin hedefa xwe. Em jiyanek erzantir û bi konfor ji bo standartên jiyana gel dixwazin ava bikin. Binêhirin mirov dikare bêje Koçerên li bajêr hatin derxistin. Hêj ên li bajêr koçeriyê yanî sewalkariyê dikin hene. Lê di şertên nebaş de koçeriyê dikin. Ev bajar cihek germ e. Ev jî dibe sedema bêhnê. Projeyên me yên ku sewalkarî li cihek ji navenda bajêr dûr ku sewalkarî bê kirin hene. Mesela em bêjin malbatek 30 sewalan xwedî dike em ê bi projeya xwe bikin ku 200 sewalan xwedî bike. Em ê bi vê pergalê bikin ku aboriya gel li pêş bikeve.” 
 
‘PROJEYA MEZIN BERSIVA 31’Ê ADARÊ YE’ 
 
Demîr da zanîn li gel van hemû projeyên wan jî di 31’ê Adarê de projeya herî mezin îmze bikin û got: “Zîhniyeta qeyûm wê êdî bi dawî bibe. Çimkî wê gelê me di sindoqan de bersiva pêwîst bide wan. Em vê sozê jî bidin; tevî hemû deynan jî em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin.” 
 
MA / Metîn Yoksu
 

Sernavên din

10/03/2019
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin