Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe

  • jin
  • 15:46 8 Adar 2019
  • |
img

AMED – Li Qada Îstasyonê ya Amedê bi hezaran jin li hev kom bûn û berxwedana Leyla Guven silav kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr jî bal kişand ser çalakiya Guven û got: “Zilm û zext kengê pêk tê jinek bi meşaleya xwe tarîtiyê ronî dike.” 

 
Bi pêşengiya Platforma Jina a Dîcle Amedê  (DAKP) bi beşdariya hezaran jin li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Mitîng bi şîra “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di greve de ne” pêk hat û Berdevka Meclîa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, parlamenterên jin ên HDP’ê, namzetên hevşaredariyan ên navçeyên Amedê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê, Jinên Îtîfaka Partiyên Kurd û bi hezaran jin beşdar bûn. Jinên qada mitîngê tije kirin bê navber dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û Bijî Berxwedana zîndanan” berz kirin û silavên xwe ji Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greve de ye re şandin. 
 
‘JINEK BI MEŞALEYA XWE BI SER TARIYÊ VE DIÇE’ 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr axivî û 8’ê Adarê li tevahiya jinên kurd û cîhanê pîroz kir. Taşdemîr da zanîn ku 8’ê Adarê bi têkoşîna jinan hatiye heta îro û got: “Silav ji hemû jinên li kolanan û zîndanan re. Zilm û zordestî kêngê pêk hatibe, wê demê jinek dibe ronahî û bi meşaleya xwe bi ser tarîtiyê ve dimeşe. Ji Rosa Luksemburgan heta Leyla Qasiman, ji Sakîneyan û Sêvêyan heta roja me ya îro ev berxwedan wisa hatiye. Em berxwedana Leylayê silav dikin û îro berxwedan bi pêşengiya wê geş bûye. Leyla ji berxwedana jinan re pêşengiyê dike. Heta tecrîd ranebe wê berxwedana me dewam bike.” 
 
‘JI BO AZADIYÊ JINÊ OCALAN TECRÎD DIKIN’ 
 
Taşdemîr bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Birê Ocalan ev 40 sal in ji bo azadiya jinê têkoşînek bêhempa birêve dibe. Ji bo vê yekê ye tecrîdê ewqas giran dikin. Em ê tecrîdkirina Birêz Ocalan bişkênin. Bila gumana tu kesî ji vê tune be. Heta tecrîd neyê şikandin wê azadî, aştî û aramî neyê ser vê erdnîgariyê. Di serî de jinên kurd û jinên cîhanê li her deverê ji bo azadiya xwe li ber xwe didin. Mînaka têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo azadiyê li ser axa Rojavayê Kurdîstanê xwe da nîşandan û jin hêj ji bo azadiyê li ber xwe didin.” 
 
‘WÊ JIN BI SER BIKEVIN’ 
 
Taşdemîr bal kişand ser kirinên qeyûman ên li dijî gelê kurd û got: “Yên ku wê demildest ji ser vê ax^ebiçin qeyûm in. Yên ku ji vir biçin ne gelê kurd e. Li her deverê li dijî HDP’ê û gelê kurd polîtîkayên dijminahiyê tên meşandin. Lê wê polîtîkayên wan bi ser nekevin. Yên ku bi ser bikeve gelê kurd û jinên gelê kurd û dostên xwe ne.” 
 
UYANIK: EM JIYANÊ DIPARÊZIN 
 
Pitşî Taşdemîr, Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî derket ser dikê axivî û got: “Em hezar silavan ji Leyla Guven û zîndanan re dişînin. Yen ku herî zêde ji tecrîdê zerar dibînin jin in. Bi destên qeyûman zextan li ser jinan dikin. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva herî xweşik û mezin bidin qeyûman û zîhniyeta jinan tune dihesibîne. Em jin li ber xwe didin û em bêwestan di grevê de ne. Em jin mafê jiyanê û jinan diparêzin.” 
 
‘JI BERXWEDANA JINAN DITIRSIN’ 
 
Berdevka Jinên KESK’î Gulîstan Atasoy jî jinan silav kir û got: “Em bi ruhê berxwedana 8’ê Adarê silavên germ ji Leyla Guven a ku ji bo aştiya welat di greve de ye re dişînin. Jinên dilovan wek ku hûn dizanin li cîhanek ku pergala baviksalar serdest e aştî pêk nayê. Yên ku aştiyê û azadiyê bînin û saz bikin jin in. Ji ber vê yekê ye ewqas jî ji berxwedan û têkoşînan jinan ditirsin.” 
 
NAMEYA GIRTIYAN HAT XWENDIN 
 
Piştî Atasoy, nameya jinên li Girtîgeha Gebze ya Jinan di greva birçîbûnê de ne ku şandibûn hat xwendin û di nameyê de têkoşîna jinan hat silavkirin. 
 
‘JINAN BINGEHA YEKÎTIYA KURD SAZ KIRIYE’ 
 
Li ser navê îtîfaqa partiyên kurd endama Partiya Înasan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez jî axivî û got: “Bajar û axa me talan dikin. Dest datînin ser îradeya me û digirin. Ji bo em dawî li vê êş û zilmê bînin em hatin gel hev. Vaye em carek din dibînin ku jinên kurd zû ve bingeha Yekîtiya Neteweya Kurd saz kirin e. Ji bo yekîtiyê rolek girîng dikeve ser milê jinên kurd. Gelê kurd wê mafê çarenûsa xwe tayîn bike û xwe bi xwe birêve bibe.” 
 
HUNERMEND JINAN DILGEŞ KIR 
 
Piştî axaftinan hunermend Nurcan Degîrmencî, Cıvata Rîtmên Sûrê û hunermend Devrîm Demîr derketin ser dikê û jinan li ber stran û newayên xwe dilgeş kirin. Bi hezaran jin li ber stranan govend gerandin û mitîng bi dawî bû. 
 

Sernavên din

10/03/2019
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin