‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'

img

STENBOL -  Derhênerên jin anîn ziman ku wekî her qadê, jin di qada sînemayê de jî bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û gotin: "Di sektora sînemayê de feraseteke ku keda jinê bin pê dike heye."  

Derhênerên jin, di sektora sînemayê de bal kişandin ser binpêkirina keda jinê. Derhêner Adar Taş, bilêv kir ku jin di sektora sînemayê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got: "Ji ber li setê hejmara zilaman zêde ye, ev jî dibe sedema ku jin li gor wê teşe bigire. Ji lixwekirinê heta awayê axaftinê hîsiyateke şikilgirtinê heye. Zilam çawa bixwaze wisa tê setê, lê bekê jin berfirehtir diaxive û li gor wê kincan li xwe dike û diçe setê. Ev derhêner be jî, rewş naguhere." 
 
’JI 88 FÎLMAN TENÊ 8 FÎLM ÊN JINA NE' 
 
Taş, anî ziman ku li gor lêkolîneke sala 2013'an li Tirkiyeyê 88 fîlm ketine vîzyonê û ji evan fîlman tenê 8 jê yên derhênerên jin in. Taşa, destnîşan kir ku li cîhanê jî rewş wiha ye. Taş, da zanîn ku di navbera 2013-2014'an de li Hollywoodê ji fîlmên ketine vîzyonê tenê ji sedî 6.4 jê ên derhênerên jin in. Taş, diyar kir ku sedema vê yekê peydakirina fon, çêkeriyê, nivîsandina senaryoyê û kêşandina fîlman e û got: "Bi piranî çêker mêr in. Wexta derhênereke jin diçe ber deriyê çêker, ji derhênera jin nayê bawerkirin. Jin di warê peydakirina fonê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin." 
 
Her wiha Taş, anî ziman ku piştî hilberînê jî feraseta binpêkirina destkeftiyan rû dide û got: "Derhênerên zilam, wan didin ber rexneyan. Sirf jin e, derhênerên mêr dibêjin 'çênebûye'." Taş, destnîşan kir ku di sînemayê de a xwe dide der estetîk û afirandin e, lê belê zilam vê afirandinê bin pê dikin. Taş got: "Feraseta zilamî, ev qad jî bin pê kiriye. Li vir, jin jixwe re cihekî nabîne. Bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne." 
 
‘DIGOTIN TU YÊ DI HEFTEYA EWIL DE DEV JÊ BERDÎ' 
 
Derhêner Elîf Yîgît jî, anî ziman ku piştî wê Beşa Radyo, Sînema û Televîzyonê xwendiye, xwestiye bibe derhênerê dîtbariyê û got: "Mamosteyên min digotin, divê tu ji hlêla fizîkî xurt bî. Divê hêza te wek mêran be. Tu bikî nekî, ev nêzîkatî rê li ber gelek eksan digire." 
 
Yîgît, anî ziman ku wexta wê nû dest bi kar kiriye jê re gotine jin nikarin asîastaniya kamerayê bikin û got: "Digotin tu yê di hefteya ewil de dev jê berdî. Lê bi ser de çûm. Ji ber tim behsa hêza mêr dikirin, di warê derûnî de hîn bêtir bin tiştên giran hilgirtin. Lê dema hûn tiştên giran hilgirin, hûn hewl didin xwe îspat bikin. Bi demê re mirov texrîb dibe û ev jî dibe sedema dûrketinê. Di piyaseyê de hin kes hene dixwazin jin asîstaniya kamerayê bikin. Min ew nas kirin. Hindik mabû min dev jê berdena, lê belê gazî min kirin û min dest bi xebatê kir. Gotin, divê malzemeyên giran hêdî hêdî bên rakirin û ne hewce ye mirov xwe bi hin kesan bide îspatkirin. Wexta min asîstanî dikir, li setê hin kes wek zilam bim nêzî min dibûn. tu bikî nekî ev jî tesîrê li mirov dike. Lê divê mirov pes neke. Nêzî 2 sal in asîstaniya kamerayê dikimç Êdî hîn bûn. Êdî nabêjin 'Elîfa mêr'. Bi navê min gazî min dikin. Dibêjin, jin jî dikarin bikin." 
 
MA / Sadiye Eser 
 

Sernavên din

10/03/2019
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin