Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'

img

WAN - Li Erdîşê, bi îdiaya "terorîst di hundir de hene" polîsan mala Ataman gulebaran kiribû û di malê de Hediye Ataman jiyana xwe ji dest dabû. Di lêpirsîna hat destpêkirin de dozgeriyê biryara neşopandinê dabû. Parêzeran li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Erdîşê biryara dozgeriyê îtiraz kiribû, lê dadgehê îtiraz red kir. 

Di 18'ê Mijdara 2016'an de, li Taxa Eganîsê ya Erdîşa Wanê, bi îdiaya "di hundur de terorîst hene" polîsan mala Hediye Ataman a 43 salî gulebaran kir. Di gulebaranê de Ataman jiyana xwe ji dest dabû. Paşê der barê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê der barê kuştina Atamanê de biryara neşopandinê da. Li ser vê parêzeran li Dadgeha Cezayê sulhê ya Erdîşê îtiraz li biryara dozgeriyê kir. Dadgehê jî îtira red kir û li ser vê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. 
 
Piştî Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê der barê bûyerê de biryara lêpirsînê da, parêzerên malbata Atamanê li Dadgeha Cezayê Sulhê îtiraz kirin. Lê belê dadgehê jî di biryara xwe de desrpêş kir ku di navbera "endamên rêxistinê" û polîsan de pevçûn çêbûye û tu qisûreke polîsan tune ye. Dadgehê, derpêş kir ku di xaniyê hat şewitandin de "endamên rêxistinê" hebûne û polîs ji bo "endamên rêxistinê ji pertav bixin" çek berdana û piştî endamên rêxistinê bersiv dane pevçûn çêbûye û di pevçûnê de 3 polîs birîndar bûne. Dadgehê, parast ku di dema bûyerê de endamên rêxistinê bombeya destan bi kar anîne û ji ber bombe di hundurê malê de teqiyaye agir bi malê ketiye û Ataman ji ber şewtaa li malê jiyana xwe ji dest daye. Di biryarê de hat diyarkirin ku di rapora otopsiyê de jî diyar bûye ku di bedena Atamanê de şûna guleyan nehatiye tespîtkirin. 
 
18 SAL Û 4 MEH CEZA LI HEVJÎNÊ WÊ HAT BIRÎN 
 
Piştî bûyerê hevîjînê Hediye Ataman, Ahmet Ataman bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "bêyî destûr peydakirina maddeyên talûke" 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 lîre jî cezayê pereyî lê hatibû birîn. 
Parêzera malbata Atamanê Esra Akgun, destnîşan kir ku dozgeriyê der barê bûyerê de lêpirsîneke çalak bi rê ve nebiriye û ji Saziya Tiba Edlî re tu nivîs nehatine şandin û îfadeya tu polîsan nehatiye girtin û li cihê bûyerê keşif nehatiye kirin. Akgunî bilêv kir ku di bûyereke wisa wehîm û tirsnak de ji destpêkê heta niha dozger hewl dide polîsan biparêze û got: "Lêpirsîneke çalak nehat kirin. dev ji gumanbariyê berdin, serî li îfadeya polîsan jî nexistin. Bi vî awayî xwestin ser bûyerê bigirin û bidin jibîrkirin. Ji destpêkê ve dosye hatibû sînordarkirin û me nikaribû bib,ne. Piştî îtiraza me hat redkirin û serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da, me mînaka dosyeyê ji dozgeriyê girt. Me di dosyeyê de dît ku di dosyeyê de ne daxwaznameyên me ne jî yên Ahmet Ataman û ne jî wêneyên Hediye Atamanê û mînaka CD'yê tune ne." 
 
Parêzer Mahmût Kaçan jî, diyar kir ku ne ji ber bombeyên tê îdiakirin li malê hatine dîtin, ji ber teqîna li Kopa Mûşê ceza li Ahmet Ataman hatiye birîn û got: "Piştî hevjîna wî Hediye Ataman hat şewitandin 5 roj şûnde hat girtin. Ahmet ataman ji girtîgehê daxwaznameyek nivîsand û giliyê polîsan kir. Di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku piştî polîsan êrîşî mala wî kiriye agir bi malê ketiye, hevjîna wî Hediye Ataman li ber çavê wî hatiye şewitandin û kuştin û di dema bûyerê de polîsan xwestiye wî jî înfaz bikin, wî dirêjî erdê kirine û çek berdanê û ji ber vê ji milê xwe yê rastê birîndar bûye û ji ber cînarên wî hatine cihê bûyerê polîsan ew nekuştiye." 
 
Kaçan, anî ziman ku Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê bêyî der barê lêpirsînê de lêkolînekê bike û bêyî delîlek hebe, îfadeya Ahmet Ataman a di bin îşkenceyê de hat girtin esas girtiye û di heman rojê de biryara neşopandinê daye. 
 
SERÎ LI DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN DAN 
 
Parêzer Kaçan, diyar kir ku bêyî şik û guman kiryarên Atamanê polîs in û wan li gor qanûnên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) serî li Dadgeha Qanûna bingehîn daye. 
 
MA / Adnan Bilen
 
 
 

Sernavên din

10/03/2019
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin