Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn

img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî ku tûra hilbijartinê ji Qersê dest pê kir û li bajarên Erdexan, Îdir, Agirî, Bedlîs, Bîngol û Xarbêtê bi gel re hat cem hev, diyar kir ku şensa wan a li Çewlîk, Qers û Mûşê bi ser bikevin zêdetir e û wiha got: "Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ku berê dengê xwe didan AKP’ê ji AKP'ê qut bûne. Erdogan ku bi 71 yek kesan partî ava kir neha bi tenê maye. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP), ji bo xebatên hilbijartina 31'ê Adarê ji 1'ê Adarê ve ji 2 milan dest bi hevdîtinên gel kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, ji milê Botanê dest pê kir û li Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Sêrt, Colemêrg û Wanê bi gel re hat cem hev. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellîe jî ji milê Serheda Jorîn dest bi xebatan kir û li Qers, Erdexan, Îdîr, Agirî, Bedlîs, Çewlîk û Xerpêtê bi gel re hat cem hev. Temellî, li her navçe û bajaran ji aliyê hezaran kesan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Tevî hemû astengiyên polîsan dîsa girsê li her navçe û bajaran eleqeyek mezin nîşanî HDP'ê da. Gel li her derê got “Ya me ye” û li partiyê xwedî derketin. 
 
Temellî, anî ziman ku ji destpêka xebatên hilbijartinê ve li her derê rastî eleqeyek pir bi coş û germ hat û wiha got: “Berî her tiştî xebatên hilbijartinê em û gel bi hevre dimeşînin. Bendewariya gel jî xebata hevpar e. Di vê xebatê de berî her tiştî em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê grevên birçîbûnê jî bi dawî bibe. Em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bidin. Mijara din em dixwazin politîkayên Tirkiye yên şer bi dawî bibe. Em dixwazin hişmendiya qeyûm û yek perest bi dawî bibe. Em hişmendiya faşizmê naxwazin û dixwazin Tirkiye ji faşîzmê rizgar bikin. Em aştî û demokrasiyê dixwazin. Em xebatên xwe yên hilbijartinê li gorî vê stratejiyê dimeşînin. Gel jî hem li bajarê xwe û hem li welat û pêşeroja xwe xwedî derdikevin. Gel aştî û demokrasiyê dixwaze. Gel tecrîdê û şer naxwaze. Hêrsa gel a li dijî şer, tecrîd û bê edaletiyê pir zêde ye. 
 
‘PIŞTÎ 17 SALAN DI HIŞMENDYA BERÊ DE ISRAR DIKE' 
 
Temellî, da zanîn ku tevî hemû astengiyên esker û polîsan gel dadikeve qadan û “Divê îktîdar pêkanîna 17 salan ên tundî, zext û zilmê yên li ser gel meşandine li ber çavan derbas bike û binirxîne. Divê dewlet jî vê yekê analîz bike û tahlîl bike. Divê şaşî û rastiyê ji nava hev derxe û li gorî wê gavan bavêje. Lê li Tirkiye dewlet wisa nake. 17 salin di heman hişmendiya berê ya tundî, zilm û şer de israr dike. Hêj dixwaze gel ji HDP û sindoqê dûr bixe û bi xwe ve girê bide. Bi taybetî dixwaze vîna gel tune bike. Niha qeyûm tayînî 96 şaredariyên me kirine. Ev hişmendî ne tenê li ser 96 şaredarî û navendan, li ser hemû gelê Tirkiye tê meşandin û li dijî vê hişmendê li her derê Tirkiye bertek û nerazîbûn hene. Gelê Tirkiye piştî 17 salan li dijî vê hişmendiyê îsyan dike. Êdî kêr gihiştiye hestî. Xizanî û betalî derketiye asta herî jor. Gel bêzar bûye. Zextên li ser medya zêde kirine. Mafê kêmaran inkar dike. Her dek di ferqa vê yekê de ye. Em tenê vê yekê nabêjin. Kurdên ku heta niha dengê xwe dabû AKP'ê jî vê yekê dibêje. Yên ku heta niha dengê xwe dane HDP’ê ji xwe girseyek zane û bi biryar e."  
 
‘AKP'Ê ENCAM JI QEYÛMÊ NEGIRT' 
 
Temellî, anî ziman ku polîtikayên AKP'ê yên qeyûman ne hiqûqî ne û di van polîtîkayên qeyûman de encam bi dest nexist. Temellî, da zanîn ku OHAL rê li pêş siyasetê digire û wiha berdewam kir: "Hûn bi îlana OHAL'ê siyasetê tasfiye dikin. We bi vê yekê xwe di nava siyaseta demokratîk de bi cih nekiriye. Divê ji encama hilbijartinê razî bin. Yên bi hilbijartinê hatin divê bi hilbijartinê biçin."  
 
‘JI BER KU LI HER DERÊ GOT YEK YEK NIHA BI TENÊ MAYE'
 
Temellî, polîtîkaya Tayyip Erdogan a yek yekê jî nirxand û da zanîn ku ji ber li her derê dibêje yek yek yek, niha bi tenê (yek) maye. Temelli gotina Erdogan a “Min ji hilbijêrên HDP'ê re negot terorîst" jî şirove kir û wiha axivî: "Niha dibêje 'Min ev got', 'Min ev negot' 'Ez enayî me'....' Tu serokomarê welatekî ye. Ger ku tu HDP’ê bike dijmin, tu Rêveberên HDP'ê bike dijmin û bike hedef û bi vê stratejiyê kampanya hilbijartinê bimeşîne nabe. Me ev yek di 24'ê Hezîranê de jî dît ku nikare hilbijêrên xwe yên belav bune kom bike. Erdogan bi 71 kesan partî ava kir, lê niha bi polîtîkaya yekê tenê 3 kes mane. 2 kesên li dora wî jî dê piştî hilbijartinê biçin. Niha dixwaze Kurdan ji vî welatî biqewirine. Çima? Ji ber ku Kurd bi salan e demokrasî û aştiyê dixwazin. Em wekî HDP'ê siyaseta demokratîk a radîkal diparêzin. Em li formulên ku çawa em bi hevre bijîn digerin. Lê ew radibe ji 20 milyon Kurt re dibêje 'Bicehime biçe' Tenê ji HDP’ê re negot terorîst. Ji her kesî re got terorist." 
 
‘DIJMINANTIYA KURDAN DIKE'
 
Temelî, destnîşan kir ku rêbaza herî hêsan cudakariye û Erdogan serî li rêbaza cudakariyê dike û perçe dike û wiha lê zêde kir: "Ji ber vê yekê Erdogan Kurdan dike dijmin û bi çavê dijmin li Kurdan dinere. Wekî serkomar, wekî Serokê AKP'ê tev digere. Ev ziman li Tirkiye nijadperestiyê pêş dixe. Hêj salek berê got ‘Terorîsten ku 15 zarokan tîne dinê' Ev ne aqilê mirovan e. Yên zu zêdeyî 3 zarokên wan hebe, vê gotinê raste rast li ser xwe digirin. Ev civakê vê yekê qebûl nake. Kurd li her derê Tirkiye dijîn. Laz li Wan, Qers, Îdir û Qeredenîzê hene. Li Îdirê Azerî û Terekeme hene. Kurd li Deriya Reş, Marmara, Ege û Derya Spî hene. Ne tenê kurd, hemû beşên civakê li dijî cudakariyê ne."
 
‘JI SEDÎ 6 HILBIJÊRÊN KURD JI AKP’Ê QÛT BÛN' 
 
Temellî, herî dawî,  bal kişand ser anketên li ser hilbijêir û rejeyên partiyan û wiha bi dawî kir: “Dema em li tabloyê dinerin, AKP her diçe dengaw winda dike. Di 24'ê Hezîranê de deng winda kirin û windakirina dengan berdewam dike. Ji sedî 5-7 deng winda kiriye. Di partiyên din de zêde guhertin tune. Bi taybetî partiyên din li dijî îtîfaqa AKP-MHP'ê dengê xwe bilind kirine. Mijara herî girîng jî kurdên ku berê dengê xwe didan AKP’ê rêjeyek mezin vegeriya ye. Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ku berê dengê xwe didan AKP'ê êdi dengê xwe nadin AKP'ê. Di vê hilbijartinê de li Çewlîk, Mûş û Qersê şensa meya em bi ser bikevin zêdetir e."
 
MA / Yasin Kobulan 
 

Sernavên din

12/03/2019
15:48 Rûken a polisan panzêr lê qeliband emeliyat bû
15:31 Bûldan: Tişta ku qeyûm dike, dizitiye
15:21 Beştaş: Sedema ambargoya li ser HDP'ê çiye?
14:41 Yên bi KHK'ê îxrac bûn, Platforma Serdestiya Hiqûqê ava kirin
14:34 Leşkeran li Dihê 4 kes binçav kirin
14:16 Kesên di Komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:15 Karkerê li Girneyê ji qatê 2'yemîn ket jiyana xwe ji dest da
13:40 Polîsan li Sîlopî panzêr li zaroka 9 salî qeliband
13:27 Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê.
13:00 Hevseroka HDP’ê ya berê Kizil hat girtin
12:31 Jinan name ji Leyla re şandin: Tu bijî ji bo riya aştiyê vebe…
12:15 Kaplanê 27 salin girtiye û di greva birçîbûnê deye avêtin hucrê
12:10 Şahidê 12'e Adarê Çelen: Em di rojên tarî re derbas dibin
11:54 Li Mêrsînê banga tevlîbûna hevdîtina gel
11:34 Parêzerên Ocalan cara 797’emîn serî li dozgeriyê da
11:20 Girtiyê 78 rojin di greva birçîbûnê de: Berxwedana me teqez dê ser bikeve
11:09 Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye
10:43 Dundar ê DKP’î jî ket greva birçîbûnê
10:14 Esker û gardiyanan îşkence li girtiya 57 salî kirin
10:03 Ji ber wêneyê Demirtaş girtin û şandin girtîgehê
10:01 Endamên OSO’yê dê li kampa Midyadê bicih bikin gelo?
09:37 Endamê Dîwana KCD'ê Selîm Sadak girtin
09:24 Li Mêrdînê rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 142 girtî di grevê de ne
09:23 Dadgeha Cizîrê 7 kes girtin
09:22 Dayika ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de: Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin
09:21 Fermandarê qereqolê: Hûn dengê xwe nedin AKP'ê ez ê gund bişewitînim
09:20 Gaydali: Tu sedemek tune ye ku gelê Bedlîsê dengê xwe bide AKP'ê
09:20 Sêrtî: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin
09:19 'Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e'
09:18 'Em ne terorîst in, em nûnerên hemû gelan e'
09:17 Li Sêrt û Êlihê cihê 100 sindoqî guhestin
09:17 Girtiyên li Bandirmayê: Deng bidin da perdeya tarîtiyê biçire
09:16 Ji bo Leyla Guven helbestek nivîsand
09:15 Namzetên HDP'ê yên Giyadînê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN
08:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 125'emîn de ye
11/03/2019
19:06 Dadgehê 5 kesên ji doza Çapxaneya Gun dihatin darizandin ceza kir û berdan
18:31 Nasir Yagiz ji Leyla Guven re çîçek şand
18:00 Namzetên HDP'ê li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazikirin
17:31 Îtîfaqa Kurdîstanî li Qoserê got: Di 31’ê Adarê de bersivê bidin dijberên xwe
17:03 Di doza Qeyûm Safîturk de biryarek nû: Doza 8 kesan cihê kir
17:01 Polîsan destûr nedan ku Dayikên Aştiyê AKP'ê ziyaret bike
16:33 Berkîn Elvan hat bibîranî: Emê destûrê nedin ku Gezî bê qirêjkirin
16:18 Bi cezakirina 15 salan doz li Prof. Dr. Nurettîn Turgay vekirin
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’
15:44 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:42 Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin
15:39 Rêxistinên Sivîl ên Wanê bang li Wezareta Dadê kirin
14:34 'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin'
14:27 Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne
14:12 Girtiyan serî li ÎHD’ê dan
14:01 HDK’ê banga Newroza Stenbolê kir: Newroz dê bibe îfadeya Yekîtiya Hêza Demokratîk
13:36 Yuksekdag: Ez jinên di Rêveberiya Cewherî de li ber xwe dan silav dikim
13:23 Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin
13:13 HDP’ê ji bo tevlîbûna mîtînga Êlihê bang kir
12:48 Li Wanê 95 sindok hatin veguhestin
12:38 Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan
12:06 Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
11:30 Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
11:04 9 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
10:00 Gulsum Elvan: 5 salin li kurê xwe digerim
09:29 19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye
09:23 Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike
09:17 Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
09:16 Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin
09:15 Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir
09:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin
09:14 Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin
09:13 24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin
09:13 Sadettîn Yaşar: Piştgirî û piştevanî dikare terîdê bişkîne
09:12 Bi pirtûka 'Gergedan' mexdûriyeta îktîdarê dipirse
09:11 ‘Li Girtîgeha Duzce tevî hemû zextan bi biryarî grevê berdewam dikin'
09:10 Berxwedana Leyla Guven di roja 124'emîn de ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN
10/03/2019
22:35 QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
22:28 Ziyareta Buldan a Esenyurtê vegeriya mîtîngê
21:56 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye
21:27 Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da
20:18 Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn
19:58 ANF rastî êrîşa siberê hat
19:54 Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin
19:11 Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand
15:11 Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin
15:09 5 partiyên kurd êrîşa li dijî HDP'ê şermezar kirin
14:37 Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye
14:15 Bernameya HDP’ê ya Newrozê diyar bû
13:45 Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin
13:30 Temellî li Eligorê bi coş hat pêşwazîkirin
13:23 Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir
12:12 Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî
12:00 Balafira Etiyopya ket: 157 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan
11:39 Ji girtiyan peyam: Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê
11:24 Li Gimgimê afîşên HDP'ê kom kirin
11:12 Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê
10:50 Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake
10:26 'Em dê li Êlihê rekorê derbas bikin
10:15 Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn
09:28 Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
09:15 5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin
09:13 Li Amedê cihê sindoqên 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin