AMED - Dayika Aştiyê Şadiye Hayme ku 3 kurên wê girtî ne û 2 jê li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, bang li raya giştî kir û got: "Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 125'an de didome. Her wiha li 66 girtîgehan jî 331 girtî 87 roj in di greva birçîbûnê de ne û ji 1'ê Adarê ve jî li tevahiya girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê berbelav bû.
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de 2 jê jî kurên Dayika Aştiye Şadiye Hayme ne. 3 kurên Haymeyê girtî ne û 2 jê di greva birçîbûnê de neç Mehmet Hayme (37) li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Îbrahîm Hayme (21) li Girtîgeha Tîpa d a Amedê û Şenayî Hayme (28) jî d Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Dayik Hayme, anî ziman ku kurê wê Mehmet û Îbrahîm Hayme ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.
'DILÊ ME DIŞEWITE'
Hayme, destnîşan kir ku tecrîd "zilm" e. Hayme, anî ziman ku ji bo tecrîd bidawî bibe girtiyan bedena xwe daye ber mirinê. Hayme, bilêv kir ku heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike. Hayme, destnîşan kir ku ew naxwazin ji girtîgehê darbest derkevin û got: "Dilê me dişewite. Em nikarin bi rihetî serê xwe deynin ser balgiyê. Her ku em datîn zarokên me tên bîra me."
Hayme, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de û got: "Çavê hinan xira bûye. Hin jê nikarin biaxivin. Ma qey wijdan nemaye?"
'EM Ê TEMAŞE NEKIN'
Hayme bilêv kir ku îktîdar xwe li bêdengiyê datîne û got: "Dewletê çavên xwe girtiye. Li bendê ye cenazeyên zarokê me ji girtîgehan derkevin. Divê em jî mirinê bînin ber çavê xwe û çi bikeve ser milê me bikin. Em ji zarokên xw ene biqîmetir in. Em ê nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin." Hayme, destnîşan kir ku divê dengê çalakgeran bêtir bê bihîstin û got: "Eger ji girtîgehan cenazeyek jî derkeve em ê benzînê bi xwe dakin û xwe bişewitînin. Êdî bes e, em vê zilmê qebûl nakin."
Hayme, anî ziman ku divê Tirkiye li gor qanûnên xwe tev bigere û got. "Ma Birêz Ocalan bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne qey wê dinya xra bibe? Serok got, 'bila şer rawest e', şer sekinî. Nêzî 4 salan pozê kesî jî xwînî nebû. Em dayikên aştiyê ne. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bimire. Em dixwazin mirov bijîn. Em ji xeynî aştiyê tiştekî din naxwazin."