ŞIRNEX - Dadgeha Cizirê ji 16 kesên 3 roj berê li Cizîrê hatin binçavkirin jê 7 kes girtin û şandin girtîgehê.
Li Navçeya Cizîrê di 8'ê Adarê de polîsan 16 kes binçav kiribûn û 14 kes piştî lêpirsînê sewqî edliyê kiribûn. Dozgeriyê jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 14 kes sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Cizîrê kir. Heyeta dadgeha, der barê Agit Malgaz, Mehmet Turel, Ahmet Kaya, Abdurrahman Çakir, Suleyman Çagdavul, Salih Kalkan û Mehmet Baki Îdig de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Dadgehê Vesile Sarica, Zeynep Guler, Faysal Kolanç, Hacî Goçmen, Faysal Ermagan, Mehmet Şerîfoglu û Abdulselam Durgut de bi şertê kontrola edlî serbest berdan.