STENBOL - Dadgehê, Selahattin Gunduz ê 57 salî ku li navçeya Sancaktepe di serdegirtina malê de polîsan ew binçav kir, bi sedema ku wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş li mala wî bû girt. Hamza Gokmen ê 61 salî jî bi sedema li ser medya civakî agahî parve kirine girtin û şandin girtîgehê.
Polîsan di 9'ê Adarê de li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê bi ser mala Hamza Gokmen ê 61 salî û Selahattin Gunduz ê 57 salî de girtin û binçav kirin. Polîsan piştî lêpirsînê Gunduz û Gokmen bi daxwaza girtinê sewqî edliyê kirin. 3’emin Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê jî piştî li îfadeyên wan guhdar kir, Selahattin Gunduz ê 57 salî bi sedema ku wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş li mala wî bû girt. Hamza Gokmen ê 61 salî jî bi sedema li ser medya civakî agahî parve kirine girtin û şandin girtîgehê.