STENBOL - Girtiyê ji doza DKP/ Yekitî Erola Dundar jî bi daxwaza rakirina tecrîdê ji 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 125'emîn de berdewam dike.
Piştî Guven li gelek girtîgan grevên birçîbûnê hatin dest pêkirin û herî dawî jî li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê girtiyan di 1’ê Adarê de dest bi grêven birçîbûn ên bêdem û bêdorger kirin. Girtiyê ji doza Yekitiya Partiya Komunarên Şoreşger (DKP/ Yekitî) Erola Dundar jî, ragihand ku wî bi daxwaza rakirina tecrîdê ji 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye
LI 4 GIRTÎGEHAN ÇALAKIYÊN PIŞTGIYÊ
Girtiyên ji doza DKP/Yekitî yên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, Girtîgehan Tîpa F a Kandira, Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar û Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê, ji bo 7 rojina dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe payam dan û diyar kirin ku wan di 11’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kirine.