MÊRSÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, ji bo hevdîtina gel a di 14’ê Adarê de bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li dar bixin banga tevlîbûnê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mêrsînê, dê di çarçoveya xebatên Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê de, hevdîtina gel di 14’ê Adarê de li dar bixe. Hevdîtin dê saeta 16.00’an li taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê bê lidarxisin û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beşdar bibe. Piştî axaftina dê Koma Çiya derkeve ser dikê.
GEL VEXWENDIN
Hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê Mûstafa Işik û Zûhal Onen, banga beşdarbûnê li gel kirin. Hevserokên, diyar kirin ku divê gelê Akdenîzê di hilbijartinê de peyek pir baş bide û wiha gotin: “Di vê peymanê de jî divê bêjin Akdenîz a me ye. Di hevdîtinê de, pêwîste ku gel ji bo Leyla bibe dengek bilind.”