WAN - Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasya Kadir Kaplan ê 27 sal girtiye û di greva birçîbûnê deye, avêtin hucreya yek kesî.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasya Kadir Kaplan ê 17 sal girtiye û ev 12 rojin di greva birçîbûnê deye, avêtin hucreya yek kesî. Kaplan ê 27 salin girtiye, bi nameyekê serê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Wanê da.
DEMA KET GREVÊ AVÊTIN HUCREYÊ
Kaplan, di nameya şand de wiha got: “Bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û piştevaniyê bidin Parlementera Colemêrgê Birêz Leyla Guven, min di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Ji ber ku ketin greva birçîbûnê ez kirim hucreya yek kesî. Hevdîtinên min ên telefonê yên heftane qedexwe kirin. Bi awayekê keyfî tim nêzî min dibin. Ji ber ku min muayeneya bi kelepçeye qebûl nekir, ez nebirim nexweşxanê.”
‘DERBARÊ TENDURISTIYA WÎ DE FIKARÊN ME HENE’
Bavê Kaplan Mehmet Kaplan, derbarê rewşa kurê xwe fikarên xwe anîn ziman û wiha bilêv kir: “Kurê min ê di greva birçîbûnê deye, kirine hucreya yek kesî de. Rewşa tenduristiya kurê min ne başe. Ev kirînên dij hiqûqî û mirovîne. Berê jî rayedarên girtîgehê, di gotin ‘Em dewletin, tişta em bixwazin emê bikin. Hûn dikarin biçin her derî gilî bikin.’ Ligel ku em ev yek ji Wezareta Dadê re ragihand jî tu tişt nehat guhertin. Derbarê rewşa tenduristiya kurê min de, fikarin min hene.”