SÊRT - Di serdegirtinên malan ên li gund û navçeya Dihê, 4 kes hatin binçavkirin.
Li gund û navçeya Dihê yên Sêrtê, leşkeran di saetên serê sibê de, bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de, lêgerîn hat kirin û alavên malan hatin belavkirin. Di serdegirtinê de, li navenda Dihê Endamê Meclîsa Giştî yê HDP’ê yê Bajêr Tahîr Tûgrûl, li gundê Gorendûrûk Mehmet Emîn Elçî, Aydin Ete û li gundê Yanilmaz Mehet Zekî Erdemcî hatin binçavkirin.
Hat diyar kirin ku 4 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Sêrtê.