ENQERE - Karmend, parêzer, dozger, hekîm û brokratên ku bi KHK'e hatin îxrackirin bi armanca piştevaniya sivîl xurt bikin “Platforma Serdestiya Hiqûqê" ava kirin. Platform, dê ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re nameyên ku balê dikişîne ser îhlalên li dijî mafên wan û daxwazên wan tînin ziman, bişînin.
Li Tirkiye di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL hat îlankirin. Hikûmeta AKP'ê piştî OHAL îlan kir, bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) bi deh hezaran mamoste, hekîm, dozger, bijîşk, parêzer, xizmetkarên tenduristiyê, xizmetkarên şaredariyan ji kar hatin dûrxistin. Karmend, parêzer, dozger, hekîm û brokratên ku bi KHK'e hatin îxrackirin bi armanca piştevaniya sivîl xurt bikin “Platforma Serdestiya Hiqûqê" ava kirin. Platform, dê ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re nameyên ku balê dikişîne ser îhlalên li dijî mafên wan û daxwazên wan tînin ziman, bişînin.
‘EM DIXWAZIN BIBIN DENGÊ BINDESTÊN BI MILYONAN'
Platform, piştnî hat avakirin diyar kirin armanca xwe wiha anî ziman: “Armanca me ewe ku em li dijî pergala ku bi rêk û pêk li ser me tundî pêş xist û sivîl kuştin, em li gorî pîvan û rêgezên sincî û hiqûqî yên gerdûnî azadiya xwe biparêzin û li mafê xwe bigerin. Em dixwazin pergala darazê serbixwe bike. Em dixwazin weatî nasname û baweriya wî çi dibe bila bibe li hemberî darazê wek hev bê dîtin. Em dixwazin heqîqet serdest be. Her çend hin kesan çav, guhê xwe ji daxwaza me re girtibûn û bêdeng bimînin jî em dê prensipa demokratîk heta dawî esas bigirin. Em dixwazin di serî de hiqûqnas bibin dengê milyonan kesên bindest.
XEBATÊN PLATFORMÊ
Xebatên Platformê parastina mafê hekîm û dozgerên ku hatin îxrackirin e. Em dixwazin astengiyên li pêş mafê parastinê û parêzeran ên bi KHK’ê hatine avakirin ji holê rakin. Em dixwazin sînorkirina xalên 2,5,13,90-û ,91,121,122' ên bi OHAL'ê hatin sînorkirin ji holê rakin. Bêyî ku em li bawerî, nasname û rengê wan binerin em dixwazin bibin dengê her kesê ku mafê wan hatiye binpêkirin. Em dixwazin serdestiya hiqûqê û serxwebûna darazê ava bikin.
EM DÊ JI PARLAMENTOYA YE'ê NAME BIŞÎNIN'
Platformê anî ziman ku ew ji bo balê bikişinin ser îhlalên li dijî mafê xwe û daxwazên xwe bînin ziman dê ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropa re name bişînin."
MA / Diren Yurtsever