ŞIRNEX - Rûken Elma a 9 salî ku li Navçeya Sîlopîya Şirnexê polîsan bi panzêrê lê qeliband û piyê wê şikandin emeliyat bû. Elma li serwîsa Cerahiya Giştî emeliyat bû.
Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê polîsan bi panzêrê li zaroka 9 salî Rûken Elma qeliband û piyê wê şikandin. Rûken Elma ku polîsan panzêr lê qeliband û birîndar kirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî û ji piyê xwe emeliyat bû. Elma li serwîsa Cerahiya Giştî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî emeliyat bû. Elma nêzî 3 saetan di emeliyatê de ma. Malbatê diyar kirin ku emeliyat baş derbas bûye û rakirine serwisê. Li pêş serwîsê jî 2 polîs radiwestin
Namzeten HDP'ê yên Hevşaredariya Sîlopiyê Adalet Fidan û Süleyman Şavluk çûn malbat ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Dayika Elma Fehime Elma anî ziman ku dema keça wê diçû dibistanê maşîna zirxî lê qeliband û wiha got: “Serê sibê saet 07.30'an de min keça xwe ji malê şand dibistanê. Dema ji malê derket û derbasî milê din yê Rêya Hevrişîmê bû, maşîna polîsan a zirxî bi lez ji hemberî hat û lê qeliband. Heta ku min keça min çû keça min çû! panzêra polîsan hat lê xist. 2-3 metre avêt piyêrê. Heta ez çûm, ew rakirin nexweşxaneyê. Ne zaroka min bûya dê li yek din xistibûna. Panzêr her dem li ser vê rêyê pir bi lez derbas dibin. Kî bê pêşiya wan dê lê biqelibînin û derbas bibin. Ew dizanin ku zarok diçin dibistanê û serê sibê di ser vê rêyê re derbas dibin. Gelek zarok li wir derbasî milê din ê kolanê dibin. Ger ku li zaroka min neqelibandina dê li zarokek din biqelibandina."
Elma, anî ziman ku keça wê xistin emeliyatê û wiha got: "Hestiyê piyê keça min ji 3-4 cihan şikestiye. Ez ji polîsan glîdar im. Niha keça min li nexweşxaneyê tê dermankirin. Bavê Rûken Elma Suleyman Elma di şaredariya DBP’î ya Sîlopiyê de karker bû. Pişti qeyûm hat ji kar hat avêtin."