ŞIRNEX – Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik gundê Roboskî yê ku balafirên şer 34 welatî lê qetil kirin ziyaret kir. Şik, “Delîla ku dewlet şebekeya rêzeqatilkirinê ye ev goristana li vir e. Yên ku ji min hêrs dibin bila bên vir ziyaret bikin."
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, gundê Roboskî yê ku balafirên şer di 28'ê Kanûna 2011'an de 19 jêzarok 34 welatî qetil kir ziyaret kir. Di ziyaretê de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û rêveberên HDP'ê jî ligel Ahmet Şik hatin gundî ziyaret kirin û bi welatiyan re sohbet kirin. Şik û heyeta pêre, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hatin Gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê û malbatên ku zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir. Malbatan Şik û heyeta pêre li Goristana 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn pêşwazî kir. Malbatan pankarta ku wêneyê 34 kesên di komkujiye de jiyana xwe ji dest dan vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê malbatan Veli Encu li vir daxuyanî da. Encu, diyar kir ku 7 sal ango 2 hezar û 631 roj berê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer bi şev gundî bombe kirin û her yek çîrokek wî hebû. Encu, anî ziman ku piştî ji ezman bombe bariyan çîroka tevan bû yek û hatin qetilkirin. Em man li pey wan. Ji mere êş û ev goristan ma. Eş û şîna me hêj didome. Ev gorên bêden ku me di dilê xwe de veşartine mane."
Encu, anî ziman ku hêj edalet pêk nehatiye û heta edalet pêk bê dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Huseyin Kaçmaz jî anî ziman ku wan sond xwariye ku malbatan bi tenê nehêlin. Kaçmaz, da zanîn ku ew dîsa soz didin ku hesabê vê komkujiyê bipirsin.
ŞIK: DEWLET ŞEBEKEYA QATILAN E
Ahmet Şik jî axivîe û wiha got: "Ji ber ku min ji dewletê re got “katil" ez hatim darizandin. Yên ku xwe ji min hêrs dikin bila werin li van goristan û goran binerin. Delîlê şebekeya rêzeqatilbûnê ev dîmen in. Li vî welatî kesên qatil, ji ber kesên fermanê didin wan di îktîdarê de ne ji pişta xwe bawer in. Delîla ku dewlet şebekeya rêzeqatilkirinê ye ev goristana li vir e. Yên ku ji min hêrs dibin bila bên vir ziyaret bikin. Em dê li pêş hiqûqê hesap ji kesên qetil kirine bipirsin."
Şik, piştî daxuyaniyê çû malbat ziyaret kir û bi malbatan re sohbet kir.