* Şengul Kaçar ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir got: "Divê her kes dengê xwe li dengê me zêde bike." Bavê Kaçarê Ramazan Oznarci jî di 21'ê Adara 1994'an de ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibû binçavkirin û paşê bi îşkenceyê hatibû kuştin.
* Parlementerê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi Îmraliyê ne sînordarkirî ye, di heman demê de tê wateya tunekirina hêviya ji bo pêşeroja hevpar, demokrasî û aştiyê.
* Îktîdara AKP'ê, di her hilbijartinê de soz dide ku wê Cobarê Bedlîsê îsleh bike. Lê belê cobar qet nehatiye îslehkirin û niha veguheriye çopgehekê. Her wiha tesîreke neyînî jî li tenduristiya gel dike.
* Namzetên HDP'ê yên navçeya Hawêlê Ozden Yilmaz û Remzî Sarsilmaz, diyar kirin ku ew ê tevî gel navçeyê pêşve bibin û gotin: "HDP, l kuderê be li wir demokrasî û biratî heye. Em jî dixwazin li Hawêlê bibin pira navbera reng û dengê cur bi cur."
* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, hemû xeyrî menqûlên şaredariyê hatin firotin û şaredarî bi milyonan di bin deynan de hat hiltin. Qeyûm Mûrat Zoroglû, hemû îhale dan fîrmayên li Xarpêt û Kayseriyê. Konên fitariyê yên hatin danîn û anketên ji bo gihaniyê hatin çêkirin jî dan fîrmayên li van bajaran.
* Li taxa Akşemsettin ya Navçeya Eyûbiye ya Rihayê namzeta muxtariyê Yildiz Yildiz ya 45 kalî li dijî 11 namzetên mêr yên muxtariyê têdikoşe. Yildiz, diyar kir ku hem ji bo çareseriya pirsgirêkên malê û hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên taxê têdikoşe û ji ber vê yekê ji aliyê gele Taxê ve hatiye pêşniyarkirin û wiha got: "Ez dixwazim bibim mînaka jinek serkeftî."
* Kûdret Aşkara ku ji 4 zarokên wê yên girtî 2 jê di greva birçîbûnê de ne, diyar kir ku wê berxwedan nîvco nemîne û bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.
* Namzetn HDP'ê yên Akdenîzê Emîne Şîlan Yuksekkaya û Reşat Aşan, diyar kirin ku wê di 31'ê Adarê de dîsa vîna gel bi ser bikeve û ewê şaredariyê ji dest qeyûm derxînin û tevî gel û rêxistinên civaka sivîl bi rê ve bibin.
* Rewşenbîr û hunermendan bang li hikûmetê kir ku ji bo rakirina tecrîdê tev bigere û gotin: "Ev berxwedan tenê ne ya Leyla Guven e. Divê bibe berxwedanê hemû kesên ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin."
* Medîne Kiyag, dayika Kadîr Kiyag ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Em dayik, heke bivê em ê dakevin kuçeyan jî." Siddik Tamûr, bavê Cîhan Tamûrê di greva birçîbûnê de, jî bal kişand ser tenduristiya çalakgeran.
* Girtiyê binavê Halef Yîgît ê 68 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê di greva birçîbûnê deye, di peyama şand de, diyar kir ku ewê tu carî dest ji berxwedanê berdin û got: “Erka herî girîng dikeve ser milê gelê me.”
* Parlementerê HDP’ê yê Riha Nûsrettîn Maçîn, bertek nîşanî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan da û got: “Gelê Kurdistanê dê di 31’ê Adarê de persiva herî pêwîst bide vê hişmendiya jenosîdê. Nîşaneyên cîdî yên Erdogan biçe diyar bûne. Ji ber vê desthilatdarî har bûye.”
* Tê îdakirin ku rojnameya Yenî Yaşamê bi giştînameya Wezareta Dadê ku ji girtîgehan re şandiye nadin girtiyan. Parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç diyar kir ku tu tebligat nedane wan û got: “Ev pêkanîna sansûrê ya li dijî rojnameyê ye. Sansûrê li ser hejmarên rojnameyê yên hêj nehatine weşandin disepînin.”
* Jinên Îdirê diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê li her deverê welat bi şiklek giran tê hîskirin û gotin: “Ev berxwedana li dijî tecrîdê ji bo me hemûyan e.”
* Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê deklerasyona Newrozê li Odelek li navçeya Sûrê ya Amedê bi raya giştî re aşkere bike. (10.00)
* Danişîna doza Gerinendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bike. (10.00)
* Namzetên HDP'ê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê dê ger û ziyaretên xwe yên nava gel û esnafan berdewam bikin. (11.00-17.00)
* Hevkeroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê ziyareta xwe ya li navçeyên Erziromê berdewam bike. (11.00-15.00)
* Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik dê li Colemêrgê saziyên civakî û rêxistinên Demokratîk ziyaret bike. (12.00)
* Yekemîn danişîna doza der barê biraziyê wekilê AKP'ê Suleyman Tekçe yê li dijî dayika 2 zarokan A.Ç li Mereşê êrîşa zayendî pêk anîbû li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mereşê bê dîtin. (15.00)