WAN – Medîne Kiyag, dayika Kadîr Kiyag ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Em dayik, heke bivê em ê dakevin kuçeyan jî." Siddik Tamûr, bavê Cîhan Tamûrê di greva birçîbûnê de, jî bal kişand ser tenduristiya çalakgeran.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlemnetera HHDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdakirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin, di roja 126'an de didome. Bi heman daxwazê li tevahiya girtîgehan çalakiya greva birçînbûnê belav bû. Malbatên Cîhan Tamûr û Kadîr Kiyag ku di greva birçîbûnê de ne bang kirin û gotin: "Berî ji girtîgehan darbest derkevin em vê bêdengiyê ji hol rakin."
‘EGER WISA DEWAM BIKE EM Ê JÎ DEST PÊ BIKIN'
Medîne Kiyag ku li Girtîgeha Tşpa L a Panosê 13 roj in kurê wê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku divê li ber daxwaza bi hezaran mirovî kes xwe li guhnedêriyê daneyne. Kiyag, bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven 4 meh li dû xwe hiştin û got. "Eger ji girtîgehan darbest derkevin wê kî hesab bide? Em van tiştan êdî qebûl nakin. Em dayik heke bivê em ê li kuçuyen jî dest bi greva birçîbûnê bikin. Em loqek xwarin dixwin, em ê êdî wê loqê jî nexwin. Em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin." Dayik Kiyag, bang li Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan kir û got: "Eger zarokên te di greva birçîbûnê de bûna te yê çi bikirana?"
‘DIVÊ HIQÛQ PÊK BÊ'
Siddik Tamûr, bavê Cîhan Tamûr ku li Girtîgeha Wanê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva brçîbûnê de ye, anî ziman ku her diçe kurê wî bêtir dihele. Tamûr, anî ziman ku kurê wî nerihet bûye û di dema hevdîtinê de xwîn ji pozê wîdihat. Tamûr got: "Divê herkes dengê xwe bilind bike. Çimkî ev çalakî çalakiyeke mirovî ye. Daxwaza girtiyan ew e ku hiqûqa di qanûnan de heye pêk bê. Divê Wezîrê Dadê li gor qanûnan tev bigere. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Eger cenaze derkevin wê bi kêrî tu kesî jî neyê. Wê li ber çavê cîhanê rezîl û riswa bibe. Em naxwazin tiştên xirab biqewimin. Ji bo vê saetek jî girîng e. Ji bo ji girtîgehan cenaze dernekevin çi ji destê me tê divê em bikin."