RIHA - Parlementerê HDP’ê yê Riha Nûsrettîn Maçîn, bertek nîşanî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan da û got: “Gelê Kurdistanê, dê di 31’ê Adarê de persiva herî pêwîst bide vê hişmendiya jenosîdê. Nîşaneyên cîdî yên Erdogan biçe diyar bûne. Ji ber vê desthilatdarî har bûye.”
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, her ku hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê nêz dibe, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi gotin û gefên xwe dixe hedef û êrîş dike. Parlementerê HDP’ê yê Riha Nûsrettîn Maçîn, bertek nîşanî gotinên Erdogan ên li dijî HDP’ê bi kar tîne da û diyar kir ku Erdogan dixwaze bi van gotinên xwe hilbijartinê bandor bike. Maçîn, anî ziman ku Erdogan ji bo dengên neteweperest qezenc bike “Zimanekê nijadperest” bi kar tîne û wiha axivî: “Erdogan li rojavê Tirkiyeyê ji Kurdan re dibêje ‘terorîst’ û li Kurdistanê jî van gotinên xwe diguherîne.”
‘GELÊ KURDISTANÊ DÊ BERSIVA PÊWÎST BIDE’
Maçîn, diyar kir ku êdî tu sozên Erdogan bide nemane û wiha bilêv kir: “Erdogan di polîtîkayên hûndir û derve de winda kiriye. Ji ber vê HDP’ê hedef nîşan dide. Gotinên Erdogan, berhemên hişmendiya jenosîdê ya li dijî gelane. Gelê Kurdistanê, dê di 31’ê Adarê de persiva herî pêwîst bide vê hişmendiya jenosîdê. Nîşaneyên cîdî yên Erdogan biçe diyar bûne. Ji ber vê desthilatdarî har bûye.”
‘PIRSGRIÊKA WÎ Û QESRÊ YA BEKA HEYE’
Maçîn, da zanîn ku Erdogan hilbijartina erêmî kiriye pirsgirêka “Beka” yê û wiha rêz kir: “Bekaya ku Erdogan behsê dike, pirsgirêka wî û qesrê ye. Rastiya Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li holêne. Hemû kesên li Kurdistanê dijîn divê vê yekê bibînin. Di desthilatdariya AKP’ê de tengavbûne heye. Bi taybetî di pêvajoya Rojava de, ligel ewqas hewldan nîşan da jî, dîsan winda kir. Di meha derbas bûyî de, Parlamentoya Ewropayê biryar girt ku muzakereyên bi Tirkiyeyê re rawestîne. Heta ku pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe, krîza li Rojhilata Navîn bi dawî nabe. Wisan xuya dike ku têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yektiya Ewropa re dê hîn xerabtir bibe.”
‘JI NIHA VE QESR KETIYE NAVA TIRSÊ’
Maçîn, desnîşan kir ku Erdogan xwe xwediyê her tiştî dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê Erdogan dibêje ‘Welatekî ku min tune dihesibîne jî tuneye.’ Lê Erdogan nizane ku gelê kurd û hêzên demokratîk dê di vê hilbijartinê de bersiva xwe bide wî. Dengên AKP-MHP pir zêde ketiye. Di vê hilbijartina herêmî li Tirkiyeyê dibe ku hilbijartinek pêş wext çêbe. Tenê rêyeke ji bo Tirkiyeyê ma ye. Ew jî çareseriya pirsgirêka Kurdistanê ye. Em di wê baweriyê dene ku gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk qezenc bike. Piştî 19 rojan, dê hemû cîhan bibîne ku serkeftin a gelê Kurd, hêzên demokratîk û gelên Tirkiyeyê. Ji niha de qesr tirsa vê yekê dijî.”