ÇEWLÎK - Polîsan li Çewlikê li maşîneyên xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dimeşîne 324 TL cezayê pereyan birî. Ajokarên maşîneyan jî ji ber stranên HDP'ê ya “Bijî bijî HDP” û gotina stranê ya “Kurdistan” binçav kirin.
Xebatên hilbijartinê li gelek bajaran berdewam dike. HDP jî gund bi gund û navçe bi navçe xebatên hilbijartinê berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li gund û navçeyan xebatên xwe berdewam dike. Maşîneyên bangê yên xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dimeşîne, rastî astengiyên polîsan tên. Polîsan, ji 10 maşîneyên hilbijartinê yên HDP'ê ku wêneyên hevşaredaran lê hatibû zeliqandin, li 3 maşîneyan ji bo her yekê 108 TL bi giştî 324 tl cezayê pereyan birî. Polîsan bi hinceta ku reklamên li maşîneyan zeliqandine li ruhsatê nehatiye nivîsandin û ev yekî sedema sûc nîşan da.
JI BER STRANÊ BINÇAV KIRIN
Polîsan maşîneyek HDP’ê ya hilbijartinê rawestand û bi hinceta strana hilbijartinê ya “Bijî bijî HDP” distra, ajokarê wê Mursel Karasu binçav kir. Polîsan bi hinceta di nava stranê de peyve “Krdistan” derbas dibe ajokar binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Çewlikê. Karasu, piştî îfade da serbest hat berdan.
‘EWIL ŞOPANDIN Û PIŞTRE BINÇAV KIRIN'
Ajokarê dolmîşê Mursel Karasu, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û serpehatiyên xwe anî ziman. Karasû, anî ziman ku dema li nava bajar digeriya polîsan ew şopand û piştî rawestandin ew binçav kirin. Karasu, anî ziman ku dema hat binçavkirin polîsan pirsa "Kê stranên ku peyva “Kurdistan” têde heye li flaş beleke bar kiriye pirsîn. Karasu, anî ziman ku piştî îfade da serbest hat berdan. Polîsan li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jî maşîneya hilbijartinê rawestand. Hevserokê HDP'ê yê Dara Hênê Îsmail Handan û ajokarê dolmîşê jî bi heman hincetê hatiye binçavkirin û serbest hatiye berdan.
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî ya Çewlikê Zeynel Barlas, bertek nîşanî astengiyan da û wiha got: "Li Çewlikê ji xeynî ne 9 partiyen siyasî xebatê dimeşinin. Lê tenê xebatên me tên astengkirin. Li gorî lêkolînê heta niha der barê reklamên ku li maşîneyên hilbijatinê hatine barkirin de ceza nehatiye birîn. Pêkanîna polîs û cendirmeyan keyfî ye. Niha jî bi hinceta reklam li ser ruhsatê nehatiye nivîsandin ceza dibirin. Ev li dijî zagon û hiqûqêye. Bi temamî keyfî ye. Bi van astengiyan dixwazin rê li pêş xebatên HDP'ê bigirin û HDP'ê asteng bikin. Ew çi bikin nikarin me ji xebatên me paşve bixin."