COLEMÊRG - Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, li Colemêrgê çû serdana dikandaran û bi van gotinan qerfê xwe bi AKP’ê kir; “Dema ku reqabet tune be, kelecaniya hilbijartinê jî tuneye. Êdî tiştekê ku em bikin tuneye, di 31’ê Adarê de, em ê cejna xwe pîroz bikin.”
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ahmet Şik, di çarçoveyê xebatên hilbijartinê yên partiyê de, piştî Şirnex hat Colemêrgê. Şik, bi Namzetên Hevşaredariyê Seher Kadiroglû Ataş, Cîhan Karaman û endamê Meclîsa PartiyÊ Ozgur Zeydanoglû re li navenda Colemêrgê esnaf ziyaret kirin.
'EW VÎN CIHEKÊ KU HEQ DIKE DÊ BIÇE WÊ DERÊ '
Şik, li navenda sûkê bi esnafan re hatin gelhev û dûre daxuyaniyek kurt da. Şik diyar kir ku gelê Colemêrgê, dê di şeva 31’ê Adarê de serkeftinek mezin bi dest bixe û wiha bilêv kir: “Mîna her cihî, li Colemêrgê jî vîna gel hatiye xesp kirin. Hevalên me ji bo ku carek din vîna me paşve bistînin, dixebitin. Me jî xwest, ji wan re bibin alîkar. Qet gumana min tuneye ew vîn cihekê ku heq dike dê biçe wê derê. Lê tenê pirsgirêkek me heye. Dema ku reqabet tune be, kelecaniya hilbijartinê jî tuneye. Êdî tiştekê ku em bikin tuneye, di 31’ê Adarê de em ê cejna xwe pîroz bikin.”