AMED – Ev sê roj in li marketên Amedê pîvaz nayên firotinê. Midurek magazayê got ji ber bihayê pîvazan diguhere pirsgirêka peydakirinê dijîn.
Li marketên Amedê 3 roj in pîvaz nayên peydakirin. Di rojên dawî de marketên wek A-101 û Şok jî di nav de li gelek marketan pîvaz nayê firotin. Herî dawî sê roj berê kîloya pîvazên bi 3.75 TL dihatin firotin li dezgehên marketan nayên dîtin. Dezge vala man e. Kartolên li dezgehan jî di asta ku kes nikare bikere de ne.
'PIRSGIRÊKA PEYDAKIRINÊ HEYE'
Midurek magazayê yê nexwest navê xwe aşkere bike der barê firotina pîvazan de got ji ber ku rojane bihayê pîvaza diguhere li navendên belavkirinê pirsgirêkên peydakirinê diqewime. Heman rayedar got ew nizane dê kengê pîvaz werin ser dezgehên wan.