Dundar: Grevên birçîbûnê bangawaziyek e, divê her kes guh bidê

img
AMED - Parlementera HDP'ê Pero Dundar ku di sala 2012'an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma, diyar kir ku 2012 û niha dişibin hevdu û got: "Birêz Ocalan dikare rê li ber komkujiyan bigire. Grevên birçîbûnê firsendek e, bangawazî ye. Divê her kes guh bide vê bangawaziyê." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 130'yî de ye. Her wiha bi heman daxwazê li li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome. 
 
Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku di "operasyona KCK'ê" de hatibû girtin û di sala 2012'an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê. 
 
Dundar ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2012'an got: "Wê çaxê em hay jê hebûn ku wê pêvajo ber bi başbûnê ve neçe. Wê şidet zêde bibe. Li dadgehan mafê me yê parastina bi kurdî dihat astengkirin. Me heta sala 2012'an li dadgehan parêzî nekir. Ji ber nêzîkatiyeke binpêkirina rûmetê hemû, me nekir. Di sala 2012'an de me xwest em li girtîgehan rola xwe bilîzin. Me bawer dikir ku em ê rê li ber pêvajoyeke wisa vebikin. Pêdivî bi gaveke wiha hebû û li girtîgehan ev gav hat avêtin." 
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 2012'AN 
 
Dundar, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya 2012'an encam girt û got: "Di sala 2012'an de wekî çalakiya Xeyrî û Kemalan bi daxwazeke siyasî hat destpêkirin. Pêvajoyeke wisa dest pê kir. Ew serdem jî dişibiya vê serdemê. Tenê daxwazek hebû; divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêbibin. Hevdîtin dest pê kirin. Birêz Ocalan di pêvajoya muzakereyê de rol girt û bihara gelan dest pê kir. Hat ardeyeke pir baş û Birêz Ocalan bi ser ket. Bi israr xwest bidomîne. 3 salan dewam kir. Ew pêvajo rê li ber Tirkiyeyê vekir." 
 
‘PEVÇÛNA KURD-TIRKAN HAT KÛRKIRIN' 
 
Dundar, anî ziman ku piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê hat tunekirin di 5'ê Nîsana 2015'an de tecrîdeke din li ser Ocalan dest pê kir û got: "Tirkiye ber bi felaketê ve birin. AKP, dît ku ger şer biqede wê nikaribe îktîdara xwe bidomîne, loma tecrîd kûrtir kir. Tirkiyeyê ber bi aloziyê ve bir. Pevçûna kurd-tirkan kûrtir kir." 
 
‘DIŞIBE PÊVAJOYA 2012'AN' 
 
Dundar, diyar kir ku piştî rêyên siyasî hatin xitimandin girtîgeh careke din ketine dewrê û got: "Niha dîsa pêvajo vegeriya 2012'an. Niha heman serdem rû dide. Dibe ku konjukturên siyasî û rêbaz guherîbin, lê belê pêvajo heman pêvajo ye. Girtîgeh hêz û vîneke xurt e. Ev çalakî çalakiyeke sivîl û demokratîk e û dikare bibe sedema encamên girîng. Li girtîgehan girtî bi bedena xwe dixwazin pergalê biguherînin. Loma dişibe pêvajoya 2012'an." 
 
‘ERDOGAN ROLA ŞER, OCALAN ROLA ÇARESERIYÊ YE' 
 
Dundar, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê wê çareseriyê bînin û got: "Wê bi çalakiyên greva birçîbûnê rê li ber gelek tiştan vebe. Ne bi hêviya ku wê îktîdar gavekê bavêje, ji bo ev neçareserî raweste mecbûr e qanûnan pêk bîne. Her kes bi rola Birêz Ocalan dizane. Her kes dizane pêdiviya Tirkiyeyê bi çareseriyekê heye. Erdogan rola şer e û şer kûrtir dike. Birêz Ocalan jî rola çareseriyê ye. Her kes hay ji hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê heye. Bedêl çi dibe bila bibe teqez wê ev çalakî bi ser bikeve. Wê Leyla Guven û girtî bi ser bikevin. Muxatabê vê yekê Birêz Ocalan e." 
 
‘BIRÊZ OCALAN DIKARE RÊ LI BER KOMKUJIYAN BIGIRE' 
 
Dundar bang li gelê kurd kir û got: "Em dizanin Tirkiyeyê ber bi şer ve hêl dikin. Em qirkirina kurdan dibînin. Ji bo di pêş de komkujî pêk neyên, divê her kes guh bide vê daxwazê. Birêz Ocalan dikare rê li ber komkujiyan bigire. Grevên birçîbûnê firsendek e, bangawazî ye. Divê her kes guh bide vê bangawaziyê. Divê her kes zorê bide bloka AKP-MHP'ê û mudaxileyî vê pêvajoyê bike." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç - Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

19/03/2019
11:04 Fermandara QSD'ê: Jin tola jinên Êzidî hildide
11:03 Hevalê Gezen ê girtîgehê: Sekna Zulkuf wêrekiyê dida me
10:47 Dayika Ozlu yê di greva birçîbûnê de: Em zarokên xwe bidin jiyîn
10:29 Hevrêyên çalakgerê rojiya mirinê Bobby Sands vexwendin Newrozê
10:08 Şahidên Newroza Cizîrê ya dîrokî: Me zincîra tirsê di 92'an de şikand
10:06 Dayikên Cizîrî yên zarokên wan greva birçîbûnê dene: Bêdengî mirinê tîne
10:05 Di ser kuştina Kemal Kurkut de 2 sal derbas bûn
Di doza Kurkut de edalet kîjan aliyî digire?
09:59 Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Kolanç hat binçavkirin
09:57 Mungan ê 73 rojin di grevê de: Bi rihê Newrozê em berxwedanê bilind bikin
09:43 Peyamên Ocalan ên ji bo Newrozê
09:40 Ji bo fîstanên Newrozê bifiroşe bajar bi bajar digere
09:39 Namzetên HDP'ê yên Tûtaxê: Em bi biratî bi hev re bijîn
09:38 Serokê TTB'ê yê berê Bîlaloglû: Hikûmet dixwaze civakê bike hevparê sûcê xwe
09:37 'Bidawîbûna tecrîdê, hêşînabûna axê ye'
09:34 'Jiyana tê xeyalkirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê pêk tê'
09:32 'Em agirê Newrozê bi berxwedanê geş bikin'
09:31 Wê li Kadîfekaleyê jin li Qada Gundogdûyê agirê têkoşîna Rahşanê gur bikin
09:31 Namzetên HDP'ê yên Esenlerê: Em ê di 1'ê Nîsanê de Esenlerê ji AKP'ê xelas bikin
09:30 ‘HDP, partiya xwezayê ye jî'
09:27 'Em şaredarîvaniyeke ku qîmetê dide jinan dixwazin'
09:27 44 roj in di hucreyekê de li ber xwe dide
09:26 Qeyûm beriya hilbijartinê eraziyê herî baş derxist ber firotinê
09:26 Çewlig ji bo Newrozê amade ye
09:24 Ji nameya Atakê ya 94 roj in di greva birçîbûnê de ye: Cewher tune be, tu qîmeta bedenê tune ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2019'AN
08:39 Berxwedana Leyla Guven di roja 132'yemîn de ye
18/03/2019
19:58 Welatiyan qurnefîl danîn ser gora Zulkuf Gezen
17:31 Girtiyan ji bo Zulkuf Gezen daxuyanî dan
17:12 Namzetên Hevşaredarên Agirî projeyên xwe eşkere kirin
16:57 AKP'ê mînareya mizgeftê kir amûra hilbijartinê
16:39 'Zulkuf Gezen meşaleya azadiyê ber bi astek nû ve geş kir’
16:18 Namzetên HDP'ê yên hevşaredaran gel ziyaret dikin
15:40 Piroglu: Dema her tişt biqede bêdengiya dostên me dê neyê ji bîrkirin
15:36 Koçyigît: Dewlet ji dewletbûna xwe derketiye
Arslan: Îktîdar bepirsiyarê mirinan e
Temellî: Biçin li goristanê binêrin kirine çi halî
15:18 Girtiyên 93 rojin di greva birçîbûnê de: Roj ne roja bendewariyê ye
14:57 Platforma Demokrasiyê: Bi cidîbûn nêzî grevên birçîbûnê bibin
14:49 Wezaretê ji bo Zulkuf Gezen ketin û derketina Amedê bi sînor kir
14:31 ÎHD: Polîtîkayên hikumetê û bêdengiya civakê Gezen kuşt
14:13 Li Stenbolê di 2018’an de herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:04 Ji bo pîrozbahiya Newroza Îzmirê bang
14:02 Demîrtaş ji gelê Akdenîzê re peyam şand
13:50 Bavê rojnameger Volkan Eryigît: Em ê bibin şopdarê têkoşîna wan
13:39 Zulkuf Gezen tê bibîranîn: Emê xwedî çalakgeran derbikevin
13:26 Polîsan mudaxeleyî girseya ku xwestin gora Gezen ziyaret bikin kir
13:16 Çalakgera ket bin 39 kîloyî: Em ê bi rihê vejîna Newrozê berxwedanê geş bikin
13:10 Malbata Zulkuf Gezen, serdozgeriyê derewand
13:05 Partiyên tifaqa Kurd ên Wanê bang li tevlêbûna Newrozê kir: Teqez emê bi ser bikevin
11:15 Girtiyên li Girtîgeha rojê 2 caran tên derbkirin
11:03 Mehmet Ocalan: Bi qasî Tirkiyeyê CPT jî ji vê pêvajoyê berpirsiyar e
11:02 Esnaf, li ser îfadeya şahidê nepen a 'parêzer e' 2 sal û 2 meh girti ye
10:50 Temellî û parlementer dê gora Gezen ziyaret bikin
10:50 Ji bo Gezen sersaxî tên qebûlkirin
10:41 Bi çavê rojnamegeran Newroz: Newroz bedena hevîya bi înat e'
10:14 Şahidê Newroza Nisêbînê: Divê bi heman coşê Newroz bê pîrozkirin
10:13 Kesek li Riha hat binçavkirin
09:54 Temel: Berxwedan mîna agir bi çirûskekê geş dibe
09:43 Jinên Sîlopî yên 3 sal şûn de dê Newrozê pîroz bikin: Em bibin dengê Leyla
09:28 Çalakger Ektîren: Daxuyaniyên li ber girtîgehan hêzê dide girtiyan
09:28 'Mehmet Bîlgîn Oguz ê di greva birçîbûnê de nekarî derkeve hevdîtinê’
09:28 Dayika çalakgerê grevê yê bi gurçikekê: Em vê zilmê qebûl nakin
09:26 Namzetên HDP’ê yên Cîhanbeylî: Emê kooperatîfan û bazaran ava bikin
09:25 Hem 5 welatî kuştin hem ji 250 hezar Euro tazminat xwestin
09:21 Namzetên HDP’ê yên Kagithanê: Werin em bi hev re bi rêve bibin
09:19 ‘Em xwedî li çalakgeren grevê derbikevin’
09:18 Wekîla HDP’ê Orhan: Em ê daxwazên xwe carek din li qadên Newrozê biqîrin
09:17 Welatiyên betal ên Wanê: Hikumet berpirse
09:16 Li girtîgehên Antalya û Alanya 60 girtî di greva birçîbûnê dene
09:16 'Dersîm di 31'ê Adarê de dê guhê Enqere ker bike'
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 131'emîn de ye
07:49 Polîsan bi zorê û beyî destûra malbatê cenazeyê Zulkuf Gezen defin kirin
17/03/2019
23:16 Cenazeyê Zulkuf Gezen sibe dê ber bi Amedê ve bê oxirkirin
21:20 Ahmet Gezen: Biraziyê min ji bo şikandina tecrîdê ev çalakî pêk anî
19:53 Zulkuf Gezen ê di greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anî
17:28 Gelê Wanê Newroz pîroz kir
17:16 Namzetên hevşaredariyê yên HDP’î: Emê bi gel re çareser bikin
16:35 Leyla Guven ji wekîlên di grevê de çîçek şand: Teqez emê bi ser bikevin
16:27 Qoseriyan bang li demokrat, rewşenbir û îktîdarê kirin: Mafê jiyanê pîroz e
15:52 Dadgehê Yusuf Ateş ê li HDP'a Amedê ket greva birçîbûnê girtin
15:24 Yekîtiya Hêza Şoreşger zext û qedexe şermezar kir
15:09 Rojbuna Îsmail Korkmaz pîroz kirin
14:54 Hunermend Kadîr Çat piştî mîtînga HDP'ê binçav kirin
14:32 Nobeta greva birçîbûnê di roja duyem de didome: Banga dayikan bibihîzin
14:02 Ji bo Newroza Şirnexê banga tevlêbunê
13:37 Buldan: Em dê di 31'ê Adarê de destanek mezin binivîsin
13:14 Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 67 girtî di grevê de ne
13:04 Komîteya Newroza Amedê banga tevlêbûna Newrozê kir
12:02 Meclisa El-Mihelî li Efrînê Newroz qedexe kir
11:30 KNK: Ne tenê gelê Efrînê xwezaya Efrînê jî kirin hedef
10:31 Polîsan li Îdirê bi ser malên rêveberên DBP û HDP'ê de girt
09:34 'Em hêzê ji berxwedana Mehmet Tûnç û Leyla Guven digirin'
09:20 Namzetên HDP'ê yên Qilebanê: Wê gel rê li ber me bixe
09:19 Tevî 2 zarokên xwe di greva birçîbûnê de ye
09:17 Çavê 3 girtiyên li Girtîgeha Karabukê di greva birçîbûnê de ne xera bûn
09:15 Namzetên HDP'ê yên Çinarê: Em ê tevî gel biryarê bigirin
09:14 Dundar: Grevên birçîbûnê bangawaziyek e, divê her kes guh bidê
09:12 Cizîrî ji niha ve amadekariyên Newrozê dikin
09:11 Aborîzan Sonmez: Piştî Nîsanê wê fatûreyeke giran derkeve holê
09:10 'Polîsan avêt ser mala me û çek spartin serê me'
09:08 HDP'a Antalyayê: Em ê bi ruhê Newrozê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin