Rojnamegerên jin ên Rojava: Nûjiyan bû zimanê heqîqetê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên Jin ên Rojava, Rojnameger Nûjiyan Erhan a 2 sal berê li Şengalê bi destê hêzên PDK'ê hat kuştin, bibîr anî. Rojnamegeran diyar kirin ku Nûjiyan bû zimanê çiyê û zimanê heqîqetê. Rojnamegeran bal kişand ser berxwedana rojnamegerên di grevê de Gulistan Îke û Kibriye Evren jî. 

Rojnamegerên Jin ên li Rojava bi minasebeta 2'emîn salvegera Rojnameger Nujiyan Erhan a 2 sal berê di êrîşa pêşmergeyên PDK'ê de jiyana xwe ji dest da, daxuyanî dan. Rojnamegeran bal kişand ser jiyan û tekoşîna nûjiyan û têkoşîna hevrêyên wê. Rojnamegeran di daxuyaniyê de têkoşîna greva birçîbûnê ya Rojnameger Gulistan Îke û Kibriye Evren jî bibîr xist û diyar kirin ku têkoşîna wan di grevê de berdewam dike. 
 
Daxuyaniya Çapemeniya Azad a Jinên Rojava wiha ye: 
 
"Îro duyemîn salvegera şehadeta rojnameger Nujiyan Erhan a ku dema êrîşên PDK’ê ser gelê Êzidiyên navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê dişopand, kirin hedef  û bi giranî birîndar kirin. Jiyan, têkoşîn û rengê hêviyên di çavê Nujiyan ê de pêşengî rênîşanderiyê dike ku emê îro û sibê çawan bijîn. 
 
Weke rêber û pêşengên xwe ; Gurbetellî, Mîne, Zeynep, Ronahî, Canda, Rojînda, Dîdar, Berfîn, Hebûn, Deniz, Yildiz, Şîlan, Zîlan, Ekîn, Arjîn, Sarya, Dilîşan...
Weke hempîşe û hevalên xwe yên rêwîtiya heqîqetê Gulistan Îke û Kibriye Evren ku di nava bi hezaran kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bendenên xwe dane ber birçîbûnê.
Ji bo mirovên bi heqîqet û wateyê dijîn, dayîkbûn, mirin, dem û cîh tiştek jixweber nîne. Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) li navçeya Hîlwan a Rihayê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Girêdana wê ya azadiyê di bedena wê de hilnedihat, zu ketibû ferqa giringiya cihê lê hatî dinyayê û di sala 2005’an de di nava mertalên zindî de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
 
Bi salan di ferqa ziman, wate û efsuna çiyayan de ‘nûçegihaniya rastiyan’ kir. Piştî fermana 73’an ji bo pêçana birînên Êzidîxanê ji rojnamegerên despêkê çuyî Şengalê bû. Her mala ku diçûyê çîrokên wan bi hîskirina dîrokê bi îro re dikir yek û dinivîsî. Ji dûr ve li çîrokên jiyanê mêze nekir, di her çîrokekê de xwe dît û bi çavên xwe yên biken şahidiya îxaneta gelê Êzidî rast hatî kir. Zanî vegotina êş û kêfxweşiyên wan bike.
Bi vegotina îxaneta hêzên PDK’ê gelê Êzidî bê parastin li hemberî çetenên DAÎŞ’ê hêlanê hêrsa gel bilind kir. Ji ber wê jî di êrîşa 3’ê Adara 2017’an a li ser Şengalê de Hêzên PDK’ê Nûjiyan kirin hedef û bi giran birîndar kirin.
 
Nujiyan ji ber îxaneta duyemîn a li dijî gelê Êzidî dihat kirin, dikir belge, hêzên PDK'ê ew kirin hedef. Dema dîmen dikêşa, pêşmergeyên PDK’ê ew hedef nîşan da û gule berdanê. Nujiyan bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Bajarê Hesekê yê Başurê Rojhilatê Suriyê. Di 22 yê Adarê de Nujiyan tevlî nava karwanê şehîdan bû.  Bêguman dîrok emanetên rastiyê jî, ên îxanet kirin jî ji bîr nake. Rastiya yên li Dêrezorê DAÎŞ di dîrokê de binax kirin û çiruska di çavê zarokên bi salane di destê çetan de êsîr mayîn, dema azadbûne pirsa despêkê ‘Tiştek bi Şengalê hatiye?’ hinek ji heqîqeta Nujiyan bawer kiriye.
 
Ev pirs weke şeqamek li ruyê îxanetkaran û tarîtiya cihê qatîlên Nujiyan bibîrdixe.   
Di van rojan de hevalên Nujiyan carekdin bûne parçeyek berxwedanê. Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêgerê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî niha çar mehan berxwedana ku ji aliyê Leyla Guven û Nasir Yagiz ve hatî despêkirin, pêl bi pêl li çar aliyê Kurdistan û Ewrupayê belavbûye. Bi pêşengiya grevên biçîbûnê li Kurdistanê dema berxwedanê diyarbûye. Ev dem êdî dema jin û gelan e.    
Di vê berxwedanê de li Ewrupa ji yên despêkê Gulistan Îke û ji Zindana Amedê Kibriye Evren cihê xwe girtin. Ev weke mînaka berbiçav a ku xebatkarên çapemeniya kurd a şerê heqîqetê tenê şahidiyê nakin bi xwe kevneşopiya bûyîna parçeyek ji berxwedanê berdewam dikin.   
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Heqîqeta girêdana wê bi rastiyê re nebe, ji derveyî xwe xapandinê ne tiştek dine.”  Jinên kurd ên rojnameger bi hişmendiya azadiyê û bûyîna şervanên heqîqetê tevlîbûne. Ew tenê bivegotinê ne di heman demê de weke parçeyek ji şerê azadiyê cîh girtine. Bi pêşengiya Nujiyan ên li peyî wê tên di rêya wê vekiriye de berdewam dikin.
 
Em weke jinên çapemeniya azad ên Rojava ji duh heya îro, ji îro ber bi siberojê ve, di ferqa rolê xwe yê dîrokî de bihişmendiya giringiya heyînan, bi cîh û demê re di kesayeta Nujiyan de hemû şehîdên xwe yên şerkerên heqîqetê birêzdarî bibîrtînin.
 
Her wiha bi hişmendiya vê heqîqetê di kesayeta Gulistan û Kibriye de em vê vîna hezaran kesan a greva birçîbûnê ya pêl bi pêl fireh dibe û di Kurdistanê de li deriyên nû yên berxwedanê digerin silav dikin. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne. Em dibêjin em ê di vê rêyê de lêgera xwe ya heqîqetê bi biriyardarî berdewam bikin.  " 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2019
09:31 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
08:48 Arslanê di greva birçîbûnê de: Gelê Newrozê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide
08:47 Namzetên HDP'ê yên Çewligê: Wê li navenda karê me ne rant, gel hebe
08:47 Turkdogan: Wezareta Dadê serlêdana me red kir
08:46 Girtiyên zêdetirî 20 sal in girtîne: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
08:46 Teknîkerê biçûk ê otobêsa hilbijartinê
08:46 Namzetê CHP'ê yê Toroslarê: Li cem min cihêkarî tune ye
08:45 Ji bo HDP'ê stranek çêkirin
08:44 Kotan a ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz qezenç kir
08:44 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Leyla Guven 134 rojin li ber xwe dide
20/03/2019
19:35 Parlamenterên HDP’ê yên di grevê de Leyla Guven ziyaret kir
19:13 Li pêş Girtîgeha Tarsusê çalakî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:05 Gelê Mêrdîn Agirê Newrozê geş kir
18:56 Li Rihayê 13 kes hatin girtin
18:55 Qurnefil danîn ser gora Zulkuf Gezen
18:18 Li Denîzliyê bi hezaran Newrozê pîroz kir
18:06 Dal a bi îdîaya 'Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike' dihat sucdarkirin beraet kir
17:32 Rojnamegerên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
17:20 Girtiyên li Girtîgeha Maltepe: Divê civak bêdeng menîne
17:19 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Edeneyê de girt
16:57 HDP’iyan kargeha malbata Şenyaşar ziyaret kir: Wê biryara Pirsûsê heman biryar be
16:23 Polîsan mudaxeleyî ‘Çalakiya rawestandinê’ kir: 14 jin binçav kirin
15:58 Temellî: Em ê bi ruhê Newrozê bigîhîjin serkeftinê
15:55 4 girtiyên jin sîrgûn kirin
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Mirinan rawestînin û deng bidin jiyanê
15:28 Gelê Minbicê agirê Newrozê geş kir
15:22 Hemû ferdên malbatê binçav kirin
15:18 Rojnamegerên jin ên Rojava: Nûjiyan bû zimanê heqîqetê
15:18 Li Geverê 4 kes hatin binçavkirin
15:00 Polisan heyeta Norveç a sersaxiya malbata Zulkuf ziyaret kir, binçav kir
14:53 Malbata Zulkuf Gezen bang kir: Divê gelê Kurd beşdarî Newrozê bibe
14:51 Ji Leyla Guven peyama Newrozê: Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e
14:43 Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî
14:29 Şahîdên doza rojnameger Canozer: Dibin îşkencê de me îfade îmze kirin
13:54 Doza rojnameger Taşkin: Îxbar jî û maîl jî ji polîsan e
13:48 'Emê paşde gav ne avêjin’
13:43 Li Îzmîrê banga beşdariya Newrozê hat kirin
13:36 Gora Rojnameger Volkan Bora rûxandin
13:28 Amed ji Newrozê re amade ye
13:12 Ji TJA peyama Newrozê: Em bibin lehî û biherikin qadan
12:15 2 rojnameger binçavkirin
12:02 Salek û 8 meh ceza li parlamenter Surucu hat birîn
11:46 Serlêdana parêzerên Ocalan a 799’emîn jî hat redkirin
11:41 31 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
11:40 Gelê Wanê dê bibin lehî û biherin Newrozê
11:32 Li Cûdî leşkerek mir
11:25 Newroza Amedê ji hezaran gihîşt milyonan
11:24 'Ji mirinên rû bidin dewletên Ewropa jî berpirsiyarin’
11:13 Nasir Yagiz 120 rojin li ber xwe dide
10:49 Xwişka Mazlum Dogan: Leyla jî wekî Mazlûm bedena xwe danî holê
10:48 Dayika Alici yê di greva birçîbûnê dene: Demildest tecrîdê rakin
10:14 Ciwana ji bo Gezen li ser dîwaran nivîs nivîsandin
09:53 Namzetên ‘Bajarê Zeytûnê’: Emê di 1’ê Nîsanê de bi rojek nû şiyar bin
09:28 'Bereket Ana'ya Zeytînkoyê, niha jî hewl dide bibe keyaya gund
09:27 Mexdûrên Komkujiya Dîlokê: Hîn jî em nizanin xwekuj kî ye, kî palnsaziya vê bûyerê kiriye
09:26 'Li Serêkaniyê coşa 7'ê Hezîranê heye'
09:25 Şahidên rojiya mirinê ya 96'an: Em bibin dengê Leylayê
09:25 ‘Wê Newroza Stenbolê veguhere xwepêşandaneke bihişmet'
09:24 Girtiyan nameyek ji Leyla Guven re şand: Tu yê sergovenda me bî
09:24 Ridvan Kiliçê di greva birçîbûnê de: Armanca me şikandina tecrîdkirina Ocalan e
09:23 Rojnamevan Mehmet Guleş jî dest bi greva birçîbûnê kir
09:22 Namzetên HDP'ê: Wê Westan ji AKP'ê re bêje 'êdî bes e'
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2019'AN
08:50 Li Edene û Îzmîrê operasyon: 22 kes hatin binçavkirin
08:00 Leyla Guven 133 rojin li ber xwe dide
19/03/2019
20:08 Ji bo li Rojnameger Kanbal ji xala 301'an dozê veke destûr xwest
19:49 Guven ji Akin ê 72 rojin di grevê de ye çîçek şand
19:43 Malbata Zulkuf Gezen serdana Leyla Guven kir
Guven: Hevrê Zulkuf, Mazlûm Doganê vê serdemê ye
19:37 Temellî: Yên beriya hilbijartinê dibêjin birayê min ê kurd, piştrî hilbijartinê nîşana kur bilind dikin
19:07 Rojnameger û malbatan, rojnameger Volkan Eryîgît û Hasan Îşler bibîr anîn
18:21 Hêzên QSD'ê ketin kampên DAÎŞ'ê
18:09 Gelê Mexmûrê Newroz bi coşek mezin pîroz kir
17:11 Bîrdal: Ji bo grevên birçîbûnê em muxatabê hevdîtinê nabînin
17:05 Malbatên girtiyan: Em dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
16:46 Dadger li hevserokên HDP û DBP'ê yên Cizîrê derketina dervê welat qedexe kir
15:46 Polîsan gaza îsotê berdan rûyê parlementeran
15:42 Temellî: Tecrîdê rakin
15:18 Banga ‘gavê bavêjin’ kirin
15:01 Eleqeyek mezin ji bo taziya Gezen heye
14:45 Endamê Meclîsa DBP’ê Aydin hat binçavkirin
14:45 Gelê Hesekê bi coşek mezin Newroz pîroz kir
14:40 Li Riha, Dîlok û Edene coşa Newrozê
14:39 RAJIN'ê Rojnameger Nûjiyan Erhan bi bîr anî
14:19 Beştaş: Êrîşkarê avahiya HDP’ê beyî îfade bide hat berdan
14:02 Ji Jinên Sosyalîst bang: Li dijî tecrîdê biherikin qada Newrozê
14:01 Li Cizîrê ji bo Guven û Gezen li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin
13:19 Olûç: Çalakiya grevên birçîbûnê hemû qonaxên krîtîk debas kirin
12:59 Şandeya Fransiz a ji bo Newrozê hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
11:58 Operasyona leşkerî li Çiyayê Cûdî dest pê kir
11:49 Hêzên QSD’ê ketin kozika dawî ya DAIŞ’ê
11:39 Rojnameger Tûran a çû emniyetê kameraya xwe bistîne hat binçavkirin
11:35 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
11:17 Parêzerên Ocalan cara 799’emîn serî li dozgeriyê da
11:13 Bavê ku 5 rojan ket greva birçîbûnê: Em xwedî zarokên xwe derkevin
11:04 Fermandara QSD'ê: Jin tola jinên Êzidî hildide
11:03 Hevalê Gezen ê girtîgehê: Sekna Zulkuf wêrekiyê dida me
10:47 Dayika Ozlu yê di greva birçîbûnê de: Em zarokên xwe bidin jiyîn
10:29 Hevrêyên çalakgerê rojiya mirinê Bobby Sands vexwendin Newrozê
10:08 Şahidên Newroza Cizîrê ya dîrokî: Me zincîra tirsê di 92'an de şikand