Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd, Ereb, Tirkmen, Ecem, li Riha, Agirî, Bedlîs û Konyaye bi tevlêbûna sed hezaran li dora Agirê Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. 

Di pêşengiya HDP, DBP, TJA, KCD, HDK û partiyên îtîfaqa Kurd de li 4 navendan bi tevlêbûna sed hezaran Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi sed hezaran Kurd, Tirkmen, Ereb, Ecem û nasnayên cuda li Agirî, Bedlis, Riha û Konyayê li dora Agirê Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. 
 
 
AGRI
 
Bi deh hezaran gelê Agiriyê ji bo pîrozbahiya Newrozê li dora agir kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di saetên serê sibê de welatiyên Agiriyê bi cilên xwe yên rengîn hatin qada Newrozê û piştî lêgerîna polîsan derbasî qadê bûn. Bi hezaran welatiyên derbasî qada Newrozê bûn bê navber dirûşmeya "Bijî berxwedana Zindanan berz kirin. Bi deh hezaran gelê Agiriyê di pîrozbahiyê de tecrîd şermezar kir û piştgirî da berxwedana Leyla Guven û hemû girtiyên zindanan. Di pîrozbahiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û namzetên Hevaredarên Agiriyê û Namzetê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bilgen derketin ser dikê û gel silav kirin Piştre Parlamenter, namzet û rêveberên HDP'ê li qadê Agirê Newrozê pêxistin û bi hevre Newroz pîroz kirin. 
 
HETA TECRÎD HEBE BERXWEDAN JÎ DÊ BIDOME
 
Piştî agir pêxistin Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir bal kişand ser daxwazên girtiyan û Leyla Guven û wiha got: "Tenê daxwazek wan heye. Ew jî rakirina tecrîdê ye. Dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe. Heta ku tecrîd ranebe, aştî, demokrasî û azadî li vî welatî pêş nakeve. Em ji rayedaran dixwazin ku zagon û hiqûqa xwe pêk bînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Heta tecrîd bidome berxwedan jî dê bidome." 
 
Piştî pîrozbahiyê Hunermend Serhat Çarnewa jî di navde 11 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Agiriyê. 
 
KONYA 
 
Gelê Konya jî li qada Pazarê bi coşek mezin Newroz bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" Newroz pîroz kir. Gelê Konya di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana Leyla”berz kir û agirê Newrozê pêxist. Bi sedan welatî di bin dorpêça polîsan de li qadê kom bûn û agire Newrozê geş kirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin. Li qada Newrozê posterê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 134 rojin di greva birçîbûnê de ye vekirin û bi cilên rengîn qada Newrozê neqişandin. Newrozê bi rêzgirtin û dirûşmeya “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana Leyla”, “Leyla Guven rûmeta me ye" dest pê kir û bi axaftina siyasetmedar û muzîkê berdewam kir. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç, berxwedana Leyla Guven silav kir û got: "Newroz li dijî zilma dehaqan berxwedan e. Îro hevala me Leyla Guven li dijî ve zilmê bi bedena xwe têdikoşe. Em ê di 31'ê Adarê de li dijî Dehakan wekî agirê Newrozê bersîvê bidin." Newroz bi stranên hunermendan û govendê bi dawî bû. 
 
RIHA 
 
Gelê Rihayê jî li Qada tenişta Stadyuma 11'ê Nîsanê bi tevlêbûna deh hezaran bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Gel tevî astengiyên polîsan ku pankarta "Newroz pîroz be" desteser kirin û qada Newrozê tije kirin û Newroz pîroz kirin. Ji ber astengiya polîsan, pîrozbahiya Newrozê saetekê dereng dest pê kir. Polîsan pankarta "Newroz pîroz be" jî di navde hemû pankart kom kirin û desteser kirin. Tenê pankarta bi tirkî ya "Newroz aştî û azadî ye" û "Teqez emê bi ser bikevin" li qadê ma. Welatiyên kedin qada Newrozê yek bi yek di lêgerîna GBT'ê re derbas bûn. Destûr nedan ku zarokên di bin 15 salî re derbasî qadê bibin. Dîsa polîsan destûr nedan ku welatî rengên kesk, sor û zer derbasî qadê bikin. 
 
Hozan Hozan Serwan ku duh hatibû Rihayê û hatibû  binçavkirin ji ber di bin çavan de bû nehat Newrozê. Dîsa hunermend Elif Rojda jî piştî lêgerîna GBT'ê hat binçavkirin û stran negotin. Jinên ku bi cilên xwe yên herêmî û alên HDP'ê daketin qadê, govend gerandin û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan,  derket ser dikê û wiha got: "Em dibînin çi dikin. Dixwazin vina gel bişkînin. Heta ku em li vî bajarî bijîn, em 10 kes jî bimînin, em ê vê Newrozê pîroz bikin. Bila ev jî ji wan re bibe derd. Kesên dixwazin me li ser vê axê tune bikin hene. Wisa difikirin ku gelê Kurd tune bikin. Dixwazin bi yek ferasetê welat bi rêve bibin. Lê li vir kurd, ereb, turkmen hene. Hemû bi hevre bi rengê xwe dijîn. Em bang li gelê Rihayê dikin ku bi vîna xwe biçin ser sindoqê û mohra xwe lê bidin." 
Piştre namzetên Hevşaredaran ên Wêranşar, Serêkaniyê, Pirsûs, Xalfetî, Bîrecîk, Hîlwan, Sîwereg û Hewagê daketin ser dikê û gel silav kirin. 
 
Newroz bi stranan bi dawî bû. 
 
BEDLÎS 
 
Newroza Bedlise jî li Qada Fuarê ya Navçeya Tetwanê bi tevlêbûna deh hezaran hat pîrozkirin. Gelê Bedlis û navçeyên Bedlisê li Tetwanê kom bûn û bi dirûşmeya “Bijî berxwadana zindana” Newroz pîroz kir û tecrîdkirina li Îmraliyê şermezar kirin. Bi hezaran kesên li Tetwanê kom bûn xwestin tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û kesên li dijî tecridê ketine grevê silav kirin. Bi hezaran kesên li qadê kom bûn bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” û “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 
 
Newroz piştî axaftinan bi starên Hozan Arhat bi dawî bû. 

Sernavên din

23/03/2019
12:04 Girtiya siyasî Ayten Beçet tecrîd şermezar kir û jiyana xwe ji dest da
11:22 Sedema binçavkirina 110 kesan kesk sor û zer e
11:01 Sînmîş ku li malê çalakiya xwe didomîne: Ê dibê ez mirov im, divê vê zilmê qebûl neke
10:59 Soylu: Min ferman da midûrê polîsan
10:41 Temellî: Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên fêmkirin
10:37 QSD, YPG û YPJ’ê rizgariya Baxozê li gelan pîroz kir
10:21 Dê projeyên nîvco mane temam bikin
10:21 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wexta kurê min dikuxe xwîn ji deva tê
10:20 Namzetên HDP'ê yên Avkevirê: Em ê xizmeta her kesî bikin
10:14 Mizrakli: Serkeftina 31'ê Adarê ji Newrozê de diyar e
09:57 ‘Gelê Cizîrê peyama dê bi berxwedanê tecrîd bişike da’
09:13 'Çalakiya Gezen ji bo me banga berxwedanê ye'
09:13 HDP, hewl dide piştî 40 salan Cirnê Reş bi rê ve bibe
09:12 Çîçek ji bo Newroza Stenbolê bang kir: Em faşîzmê û tecrîdê perçe bikin
09:09 Careke din çûyîna parêzeran a Îmraliyê hat qedexekirin
09:05 '31'ê Adarê roja hesabpirsîna 33 guleyan e'
09:03 Jinên îdirî mal bi mal digerin û behsa HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2019'AN
08:35 Leyla Guven 136 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:24 Dadgehê 7 kesên li Semsûrê hatin binçavkirin serbest berdan
22/03/2019
22:16 Li Aydinê jinek hat kuştin
21:55 14 kes hatin girtin
21:40 Li Îzmîrê deriyên kurd û elewiyan hatin îşaretkirin
19:15 Endamên Meclîsa Partiyê ya HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
18:08 Ji ber broşura HDP'ê xwend ceza lê birîn
17:34 Piştî Newrozê 110 kes hatin binçavkirin
17:28 Apê Parlementerê Wanê Sarisaç çû ber dilovaniya xwe
16:44 Banga beşdariya Newroza Stenbolê hat kirin
16:37 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:20 Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê
16:08 Malbatên girtiyan: Bêdengî me ditirsîne
16:05 Ahmet Şik bersiv da Soylû: AKP rêxistina terorê ye
15:35 ‘Baweriya bi daraza Tirkiyeyê daketiye ji sedî 20’
15:27 Dema binçavkirina kesên li Wanê hatibûn binçavkirin dirêj kirin
15:27 Di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan de eskerek birîndar bû
15:14 Polîsan êrîşî standa HDP’ê ya hilbijartinê kir: 5 kes binçav kirin
15:12 Ciwanên destên Walî negirtin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:55 Serokên partiyên kurd: Gel xwest tecrîd bê rakirin
14:37 Gundiyê rastî îşkecê hatibûn, beraet kirin
14:18 Derbarê 3 wekîlên di Newrozê de axivin lêpirsîn vekirin
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide