HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike

img

RIHA - HDP, hewl dide careke din li Cirnê Reş bi ser bikeve. Namzetên HDP'ê yên Cirnê Reş, bilêv kirin ku ew ê projeyên nîvco mane temam bikin. 

Tevgera kurd, li navçeya Cirnê Reş a Rihayê cara ewil di sala 1979'an de bi ser ket, lê belê piştî darbeya 12'ê Îlonê atle bû. Lê belê niha HDP, hewl dide ku di 31'ê Adarê de careke din li Cirnê Reş bi ser bikeve. Namzetên HDP'ê yên Cirnê Reş Bişar Tuysuz û Meral Balter, destnîşan dikin ku ew ê di 31'ê Adarê de bi ser bikevin û bi xwe bawer in. 
 
Niha navçe ji aliyê malbata Suleymanan ve tê birêvebirin ku ji berê de alîgirên îktîdaran e. Du serdem in AKP, ji malbat Suleymanan Aslan Alî Biyik dike namzet û di vê hilbijartinê de jî careke din kir namzet. Lê belê şêniyên navêeyê ji vê rewşê nerazî ne. Şêniyên Virnê Reş bal dikişînin ser nebaşbûna rêveberiya heyî û diyar dikin ku çi soz hatibin dayîn yek jî pêk nehatiye û AKP, ji dêvla çareseriyê welat ber bi aloziyê ve dibe û loma vê carê tercîha wan cuda ye. 
 
'WÊ HDP BI SER DE BIQULIBÎNE'
 
Şêniyên navçeyêî ji rêveberiya AKP'ê û pêkanînên wan nerazîne û diyar dikin ku her çend ew serî li şaredariyê didin jî lê belê 15 meh in rêyên navçeyê xirabe ne. Her wiha welatiyên navçeyê, bilêv dikin ku li navçeyê qadên hêşîn û park tune ne û parkên heyî jî ji ber bêxwedîtiyê ji hev de ketine. 
 
Şêniyê navçeyê Mahsûnî Şerîf, bal kişand ser rewşa navçeyê ya ji ber rêveberiya AKP'ê û got: "Eger diziyê mekin, hîle û xurdeyan mekin teqez wê winda bikin." 
 
Welatiyê bi navê Mûzaffer Kabogan jî, diyar dike ku heyecana her hilbijartinê cuda ye, lê belê ya vê hilbijartin pir cuda ye. Kbogan, destnîşan dike ku li navçeyê HDp bûye cihê hêviyê û kesên berê piştgirî didan AKP'ê gelek jê wê di vê hilbijartinê de piştgiriyê bidin HDP'ê. Kabogan dibêje: "3 sal in li welat bêdengiyek mezin heye. Lê di demên dawî de em dibînin ku ev bêdengî ji holê radibe. Hîn jî mirov diqilqil in, lê belê hêdî hdî fikrên xwe tînin ziman." Kabogan, diyar dike ku ew ciwanek e navçeyê ye û dixwaze li navçeyê navendên çandê, qadên hêşîn hebin û ji bo ciwanan qadên îstihdamê bên avakirin. 
 
JIN JÎ BÊZAR BÛNE 
 
Li navçeyê, şaredariya heyî ji bo jinan hema bêje tu tişt nekirine. Jinên navçeyê ku piranî jê newêrin ên axivîn jî dibêjin: "Êdî em ji vê şaredariyê adiz bûn. Em ê dengê xwe bidin partiya ku bi kêrî me bê." 
 
‘DAXWAZÊN GEL JI BO ME FERMAN IN' 
 
Namzetê HDP'ê Bişar Tuysuz, destnîşan dike ku daxwazên gel ji bo wan ferman e û ew ê projeyên xwe hemûyan tevî gel pêk bînin. Tuysuz, bilêv dike ji pêşvebirina çandinî û sewalvaniyê bigire,heta qadên îstihdamê gelek projeyên wan hene lê belê ew evan tiştan wek weadan aşkere nakin. Tuysuz, diyar dike ku herêm di warê avgerman de dewlemend e û ew ê van çavkaniyan bi kar bînin û deriyê navçeyê li turîzmê vebikin. Tuysuz, destnîşan dike ku ew ê bikin ku mirov bi rihetî karibin li navçeyê bijîn. 
 
‘WÊ CIRNÊ REŞ BIBE BAJARÊ JINAN' 
 
Namzeta HDP'ê Meral Balter jî, destnîşan dike niha li Cirnê Reş ne jin ne jî keda jinê tê dîtin û wexta ew dest bi xebatan bikin ew ê pêşî hewl bidin ku keda jinê xuyangtir bibe û ew ê jinan daxilî rêveberiya şaredariyê bikin. Balter, bilêv dike ku ew ê ji bo jinan bazaran vebikin, ji bo zarokan qadên lîstikan çêbikin, kreşan û navendên jinê ava bikin. Balter, diyar dike ku wexta ew bi ser bikevin dizanin gelek kar li pêşiya wan e, lê belê ew tevî jinan karê xwe bikin. 
 
MA / Erdogan Alayumat 
 
 

Sernavên din

23/03/2019
12:04 Girtiya siyasî Ayten Beçet tecrîd şermezar kir û jiyana xwe ji dest da
11:22 Sedema binçavkirina 110 kesan kesk sor û zer e
11:01 Sînmîş ku li malê çalakiya xwe didomîne: Ê dibê ez mirov im, divê vê zilmê qebûl neke
10:59 Soylu: Min ferman da midûrê polîsan
10:41 Temellî: Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên fêmkirin
10:37 QSD, YPG û YPJ’ê rizgariya Baxozê li gelan pîroz kir
10:21 Dê projeyên nîvco mane temam bikin
10:21 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wexta kurê min dikuxe xwîn ji deva tê
10:20 Namzetên HDP'ê yên Avkevirê: Em ê xizmeta her kesî bikin
10:14 Mizrakli: Serkeftina 31'ê Adarê ji Newrozê de diyar e
09:57 ‘Gelê Cizîrê peyama dê bi berxwedanê tecrîd bişike da’
09:13 'Çalakiya Gezen ji bo me banga berxwedanê ye'
09:13 HDP, hewl dide piştî 40 salan Cirnê Reş bi rê ve bibe
09:12 Çîçek ji bo Newroza Stenbolê bang kir: Em faşîzmê û tecrîdê perçe bikin
09:09 Careke din çûyîna parêzeran a Îmraliyê hat qedexekirin
09:05 '31'ê Adarê roja hesabpirsîna 33 guleyan e'
09:03 Jinên îdirî mal bi mal digerin û behsa HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2019'AN
08:35 Leyla Guven 136 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:24 Dadgehê 7 kesên li Semsûrê hatin binçavkirin serbest berdan
22/03/2019
22:16 Li Aydinê jinek hat kuştin
21:55 14 kes hatin girtin
21:40 Li Îzmîrê deriyên kurd û elewiyan hatin îşaretkirin
19:15 Endamên Meclîsa Partiyê ya HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
18:08 Ji ber broşura HDP'ê xwend ceza lê birîn
17:34 Piştî Newrozê 110 kes hatin binçavkirin
17:28 Apê Parlementerê Wanê Sarisaç çû ber dilovaniya xwe
16:44 Banga beşdariya Newroza Stenbolê hat kirin
16:37 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:20 Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê
16:08 Malbatên girtiyan: Bêdengî me ditirsîne
16:05 Ahmet Şik bersiv da Soylû: AKP rêxistina terorê ye
15:35 ‘Baweriya bi daraza Tirkiyeyê daketiye ji sedî 20’
15:27 Dema binçavkirina kesên li Wanê hatibûn binçavkirin dirêj kirin
15:27 Di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan de eskerek birîndar bû
15:14 Polîsan êrîşî standa HDP’ê ya hilbijartinê kir: 5 kes binçav kirin
15:12 Ciwanên destên Walî negirtin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:55 Serokên partiyên kurd: Gel xwest tecrîd bê rakirin
14:37 Gundiyê rastî îşkecê hatibûn, beraet kirin
14:18 Derbarê 3 wekîlên di Newrozê de axivin lêpirsîn vekirin
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide