Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê

img

AMED - Parlamenterê HDP'ê û çalakgerê greva birçîbûnê Tayip Temel, bal kişand ser ruhê Newroza duh û wiha got: “Newroz, qêrîna Leyla Guven, hezaran girtiyên li zindanan bedena xwe dane ber birçîbûnê û qerîna Zulkuf Gezen bû. Ev qerîn û dengê wan gihişt her derê. 

Bi sed hezaran gelê Amedê duh li Qada Newrozê bi dirûşmeya “Teqez emê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" Newroz pîroz kir. Gelek nûnerên rêxistinên demokratîk û civakî yên li dervê bajar û welat jî hatin tev li Newroza Amedê bûn. Li ser wate û peyamên ku di Newroza Amedê de hat dayîn, Parlamenterê HDP'ê Tayip Temel ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 14 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji Ajansa Me Mezopotamya (MA) re axivî. Temel, diyar kir ku Newroza îsal qêrîna Zulkuf Gezen bû û wiha got: "Newroza duh dişibiya ruhê Newroza 90’an. Me di Newroza duh de ruhê berxwedanê ya Newroza 90’an a li dijî zilm û qedexeyan dît.  Berxwedana Leyla, Nasir û bi hezaran çalakgerên grevê ku li çar aliyên cîhanê belav bûye bû. Bi sed hezaran bi yek dengî qerîyan û gotin 'Em vê tecrîd, zilm, bê nasname û înkara li ser xwe qebûl nakin' Bi coşa û dengê herî bilind qerîyan. Gel dengê xwe gîhand hemû kesên ku înkar dikin û xwe ker dikin. Hemû kesên ku nexwestin bibhîzin neçar man bibhîzin. Newroza duh dengê Leyla û hezaran kesên  li dijî tecrîdê bedena xwe daye ber birçîbûnê bû. Qerîna Zulkuf Gezen bû. 
 
‘GREVA BIRÇÎBUNÊ BI NEWROZÊ GIHIŞT ASTA HERÎ JOR' 
 
Temel, destnîşan kir ku li dijî gelê kurd êrîşek topyekûn heye û wiha lê zêde kir: "Bi destê AKP-MHP'ê li ser gelê kurd êrîşek heye. Ji Rojava bigire heta hemû bajarên Kurdistanê ev polîtîka tunekirinê heye. Li dijî hemû nirx û destkeftiyên kurdan polîtîkya înka û îmhayê dîsa di meriyetê de ye. Li dijî vê polîtîkayê Newroza duh berxwedana herî bilind bû. Lûtkeya herî bilind a berxwedana 4 mehên greva birçîbûnê bû. Çalakî bi Newrozê gihişt zîrveyê. Yên ku Kurdistanê înkar dike û tune dihesibîne ev rastî dîtin û bihîstin. Ev deng wan bêzar dike. Her çend xwe ker bikin jî êdî neçar in vî dengî bibhîzin. Xwedî heza ku keran bi guh, koran bi çav bike ye." 
 
‘NEWROZA BIRYARDAYINÊ BÛ'
 
Temel, destnîşan kir ku bi milyonan li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê bi yek dengî gotin “Em tecrîdê bişkînin" û wiha lê zêde kir: “Ev peyam ji bo her kesî peyalek pir cîddî û girîng bû. Ev peyam dê bibe sedem ku her kes ji nûve xwe li ber çavan derbas bike. Duh hêzên dewletê ji bo tevlêbûna li Tirkiye û Kurdistanê asteng bike serî li hemû rê û rêbazê dan. Lê gel herikî qadê. Qemû qadên Newrozê tip tije kirin. Li dijî tecrîdê bi tevlêbûnek heybet dengê xwe bilind kir. Ji ber vê yekê Newroza 2019'an bû Newroza biryardayîn û nûkirina peymana nû. Newroza 2019'an bû Newroza biryardayînê. Slogana herî bi wate ya li qadê dirûşmeya ‘Em dê tecrîdê bişkînin teqez bi ser bikevin" bû. Ev nîşan dide ku Ocalan ji bo gel çiqas girîn e. Nişan dide  ku tecrîda li Îmraliyê çiqas li ser xwe hîs dikin. Gel nîşan dide ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqiya li dijî xwe qebûl dikin." 
 
‘RENGÊN CUDA HATIN CEM HEV'
 
Temel, destnîşan kir ku hêzên îtîfaqê di Newrozê de hatin cem hev û wiha got: "Ev Newroz ji bo îtîfaqa hêzên Kurd bû Newrozek dîrokî. Newroza duh mohra xwe li yekîtiya dîrokî da. Qada Newrozê pir rengîn bû. Rengen cuda hatin cem hev. Ziman, nasname û baweriyên cuda anîn cem hev." 
 
RUHÊ NEWROZÊ DIDOME
 
Temel, herî dawî destnîşan kir ku Newrozê her kes hişyar kir û anî ser hişê xwe û wiha bi dawî kir: "Newroz ruhê yekîtî û tevahiyê bû. Bi qasî ku mohra xwe li hilbijartina 31'ê Adarê bide bi hêz bû. Newroz didome. Di 21'ê Adarê de hat pîrozkirin û bi coşek mezin gihişt milyonan. Ruh, qerîn û berxewdana Newrozê didome. Agirê Newrozê dê heta 31'ê Adarê li ser sindoqên hilbijartinê geş bibe. Ruhê Newrozê ku agir geş kir dê heta 31'ê Adarê geş bibe û qeyûman di sindoqan de defin bike. Ev destpêka serkeftinê bu û serkeftin nêzîk e. Hişyariya Teqez em ê bi ser bikevin dê teqez me bigîne serkeftinê." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

23/03/2019
12:04 Girtiya siyasî Ayten Beçet tecrîd şermezar kir û jiyana xwe ji dest da
11:22 Sedema binçavkirina 110 kesan kesk sor û zer e
11:01 Sînmîş ku li malê çalakiya xwe didomîne: Ê dibê ez mirov im, divê vê zilmê qebûl neke
10:59 Soylu: Min ferman da midûrê polîsan
10:41 Temellî: Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên fêmkirin
10:37 QSD, YPG û YPJ’ê rizgariya Baxozê li gelan pîroz kir
10:21 Dê projeyên nîvco mane temam bikin
10:21 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wexta kurê min dikuxe xwîn ji deva tê
10:20 Namzetên HDP'ê yên Avkevirê: Em ê xizmeta her kesî bikin
10:14 Mizrakli: Serkeftina 31'ê Adarê ji Newrozê de diyar e
09:57 ‘Gelê Cizîrê peyama dê bi berxwedanê tecrîd bişike da’
09:13 'Çalakiya Gezen ji bo me banga berxwedanê ye'
09:13 HDP, hewl dide piştî 40 salan Cirnê Reş bi rê ve bibe
09:12 Çîçek ji bo Newroza Stenbolê bang kir: Em faşîzmê û tecrîdê perçe bikin
09:09 Careke din çûyîna parêzeran a Îmraliyê hat qedexekirin
09:05 '31'ê Adarê roja hesabpirsîna 33 guleyan e'
09:03 Jinên îdirî mal bi mal digerin û behsa HDP'ê dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2019'AN
08:35 Leyla Guven 136 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:24 Dadgehê 7 kesên li Semsûrê hatin binçavkirin serbest berdan
22/03/2019
22:16 Li Aydinê jinek hat kuştin
21:55 14 kes hatin girtin
21:40 Li Îzmîrê deriyên kurd û elewiyan hatin îşaretkirin
19:15 Endamên Meclîsa Partiyê ya HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
18:08 Ji ber broşura HDP'ê xwend ceza lê birîn
17:34 Piştî Newrozê 110 kes hatin binçavkirin
17:28 Apê Parlementerê Wanê Sarisaç çû ber dilovaniya xwe
16:44 Banga beşdariya Newroza Stenbolê hat kirin
16:37 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:20 Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê
16:08 Malbatên girtiyan: Bêdengî me ditirsîne
16:05 Ahmet Şik bersiv da Soylû: AKP rêxistina terorê ye
15:35 ‘Baweriya bi daraza Tirkiyeyê daketiye ji sedî 20’
15:27 Dema binçavkirina kesên li Wanê hatibûn binçavkirin dirêj kirin
15:27 Di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan de eskerek birîndar bû
15:14 Polîsan êrîşî standa HDP’ê ya hilbijartinê kir: 5 kes binçav kirin
15:12 Ciwanên destên Walî negirtin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:55 Serokên partiyên kurd: Gel xwest tecrîd bê rakirin
14:37 Gundiyê rastî îşkecê hatibûn, beraet kirin
14:18 Derbarê 3 wekîlên di Newrozê de axivin lêpirsîn vekirin
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide