Ji rêxistinên mafan daxuyaniya hevpar: 2019 salan bû sala binpêkirina mafan

  • rojane
  • 15:50 10 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD, TÎHV rêxistinên hiqûqê û rêxistinên civakî, bi minasebeta hefteya mafên mirovan li gelek bajaran daxuyaniyên hevpar dan. Parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku sala 2019'an di tundiya li ser jinê, îşkenceya giran, muameleya xerab, binpêkirina mafê jiyanê û zextên li ser azadiya raman û çapemeniyê de, bû sala herî giran a binpêkirina mafan. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan, (ÎHD, Vakfa Mafên Mirovan (TÎHV), Baro û rêxistinên civakî, bi minasebeta 10 – 17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan li gelek navendan daxuyaniyên hevpar dan çapemeniyê. Li amedê ÎHD, TÎHV, Odeya Tabîban, Înîsiyatifa HEQ, li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyolu, daxuyaniya hevpar dan. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alökmen Uyanik û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Parazvanên mafên mirovan bi sernavê “Mirov bi mafê xwe mirov e" daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun daxuyanî da. Zeytun, diyar kir ku di 28'ê Mijdara 2015'an de parazvanê mafên mirovan Tahîr Elçî li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin û 4 sal barî lê hêj kujer nehatiye dîtin û darizandin. Zeytûn, anî ziman ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan di bin tundî û gefên mezin de ye û wiha got: "Mafê civakê yê bingehîn û jêveneger mafê azadiya îfade û azadiya ramanê ye. Lê otorîteya îqtîdarê û biryarên darazê edaletê tune diuhesibîne. Li Tirkiyeyê qada darazê di bin hukmê siyasetê de ye. Bêaliya xwe winda kiriye. Bi taybetî kesên li ser medya civakî fikrên xwe parve dike bi îdîa û hincetên “endamtiya rêxistinê" “alikariya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" tên tawanbarkirin û cezakirin." 
 
'TECRÎD BINPEKIRINA MAFAN E' 
 
Zeytûn, destnîşan kir ku di 11 mehên 2019'an de bi giştî 840 kesên rastî lêdan, îşkence û binpêkirina mafan hatin serî li komeleyê dan û wiha got: "422 kes di heman salê de dîsa rastî tundî û muameleya xerab hatine. Civîn meş û xwepêşandan bi biryara walîtiyê hatin qedexekirin. Bi vê yekê rê li pêş demokrasiyê hatiye girtin. Îşkence û muameleya xerab zêde bûye. Mirov rastî sirgûnê hatin, mafê tenduristiyê hat binpêkirin. Rastî tecrîd û cezayê dîsîplinê hatin. Li girtîgehan tecrîd binpêkirina mafan e. Sedema hemû îhlalan neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ger ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan tê îhlalkirin sedema vê yekê ne çareseriya pirsgirêka Kurd e." 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li ber avahiya şaxa xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parêzvanên mafê mirovan pêşmalkên ÎHD’ê li xwe kirin û dowîzên “Li ser vê axê ji bo wekhevî, azadî, demokrasî û mafê mirovan pêdivî bi aştiyê heye” hildan. Parêzvanên mafê mirovan li Êlihê piştî biryara qedexekirina çalakî û daxuyaniyan a Walîtiya Êlihê ev bû salek û nîv şûn ve derketin derve daxuyanî dan. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê parêzer Devran Yildiz bipêkirinên mafan ên qewimîn vegot. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxên ÎHD’ê, TÎHV,  OHD û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî bi wesîleya rojê li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê saziyan endamê rêveberiya TÎHV’ê Coşkun Ustercî daxuyanî xwend. Ustercî behsa dane û qewimînin binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê kir û got: “Di sala 2019an de binpêkirina mafan mohra xwe li rojevê da. Ji bo k udi siberojê de binpêkirina mafan pêk neyê û ji bo jiyanek hevpar em ê bêtir di nava hewldanan de bin. OHAL’a mayîndekirî didome. Pêkanînên wê didomin. OHAL’ê bandorek neyînî li ser deh hezaran însan kir. Her ku diçe bandora OHAL’ê didome.” 
 
4 HEZAR Û 481 ÎNTÎXAR 
 
Ustercî bi sernavên mijaran binpêkirina mafan vegot û got li Tirkiyê di 11 mehên sala 2019’an de hezar û 606 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ustercî anî ziman ku ji ber şertên debara jiyanê ango problemên aborî di serdema navbera 2002’an û 2018’an de 4 hezar û 481 kesî bi întîxaran dawî li jiyana xwe aniye. Ustercî derbarê tundiya li dijî jinan, îşkenceya giran û muameleya xerab, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, zextên li ser azadiya çapemeniyê û ramanê û derbirînî û şertên penaber pê re rû bi rû dimînin daneyan parve kir. 
 
STENBOL 
 
Şaxên ÎHD, TÎHV jî bi heman armancê li qada Beyazitê daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan li qadê dowîzên "Her kes cuda ye, her kes wek hev e", "Îşkence sûcê mirovahiyê ye", "Ya esas jiyan e", "Faîl diyar in, winda li ku ne", "Aştî hema niha" rakirin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbole Prz. Gulseren Yolerî rapora binpêkirina mafan aşkere kir û wiha got: "Her çend pêkanîna OHAL'ê di 19'ê Tîrmeha 2018'an de bi dawî bûbe jî, di 31'ê Tîrmeha 2018'an de xala hêjmar 7145'an a OHAL'ê ji aliyê Serokomar Erdogan ve hat erêkirin û bi vê yekê OHAL mayinde kirin. Bi KHK'an 125 hezar û 678 peyvirdarê cemaweriyê ji kar hatin derxistin. Bi giştî 131 hezar û 922 kes der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. 2 hezar û 761 saziyên cemaweriyê hatin girtin. 126 hezar û 200 kesan seri li komîsyonê dan. Komisyonê  81 hezar û 100 kes qebûl kir, 83 hezar û 900 kes jî red kir. Bi giştî der barê 92 hezar kesan de biryar hatiye dayîn. 
 
3 HEZAR Û 200 KES LI DIJÎ TECRÎDÊ KETIN GREVÊ 
 
Yolerî, destnîşan kir ku ji ber tecrîdkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome, pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û li dijî tecrîdê 3 hezar û 200 kes ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Divê berî her tiştî îqtîdar ji dil ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên demokratîk û çareseriyê bavêjin. Me her dem parast ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasî û aştiyane bê çareserkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi lez şer bi dawî bibe." 
 
Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci jî bal kişand ser dîroka mafên mirovan û wiha got: “Em di vê sedsalê de rastî tundiya li ser mafên mirovan hatin. Ferasta xwest hemû mafan binpê bike, şerm pêş xist û em bûn şahidê vê şermê. Berxwedan û piştevanî girîng e. Divê em piştevaniyê xurt bikin. Divê berxwedan li ku hebe em li wir bin. Em cîhanek mirov karibe lê bijî xeyal dikin." 
 
EDENE
 
Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li Parka Heykellî daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Mafên mirovan dê qezenç bike" vekirin û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Prz. Îlhan Ongur, diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. 
 
MÊRSÎN 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Parka Zarokê Azad daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Daxwaza aştiyê heq e, axaftin azadiya ramanê ye." vekirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Hakki Demîr daxuyanî da û diyar kir ku di danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de jî tê xwestin ku aştî, edalet, wekhevî, azadî û rûmeta mirovan bê parastin. Piştre li pêş Postexaneya Navendî kartên piştevaniyê ji girtiyan re şandin. 
 
ÎSKENDERÛN 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderun a Hatayê jî li Bazara Bitê daxuyanî da. Serokê Şaxa ÎHD'ê Coşkun Selçuk, daxuyanî da û xwest mafê mirovan ê li ser esasê aştî, demokrasî û mafên mirovan bê pêşxistin. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê civîn li avahiya komeleyê li dar xistin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Necdet Korkamaz daxuyanî da û diyar kir ku bi zagonan OHAL mayine kirine. 
 
DERSIM
 
Şaxa ÎHD’ê ya Dersimê jî têkildarî rojê li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Gurbuz Şahîn daxuyanî da û bal kişand ser binpêkirina mafan ên li bajarên herêmê û tevahiya Tirkiyê û ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
RIHA 
 
Baroya Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapmeniyê. Nûnerên saziyên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel daxuyanî da û anî ziman ku her çiqas OHAL di 2018’an de hatibin rakirin jî lê pêkanînên rejîma OHAL’ê di dewrê de ne û bi vê yekê re îqtîdara siyasî ji sînorên destûra bingehîn dûr e û pêkanînên kêfî li ser hev pêk tên. Oncel diyar kir ku îqtîdar li hundir û derve ji xwe re polîtîkayên tundiyê esas digire û ev polîtîka di sala 2019’an de bûn sedemên binpêkirina mafan. Oncel anî ziman ku ji ber Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de nêzî milyonek însan mexdûr bû û mirinên sivîl zêde bûne. Oncel got ew ê li gel hemû qewimandina neyînî ya li ser mafên mirovan jî dê li dijî binpêkirina mafan têkoşîna xwe bidomînin û parastina mafê mirovan bikin. 
 
SEMSÛR 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Semsûrê jî bi beşdariya endamên xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD’ê Bulent Temel di civînê de axivî û da zanîn ku îşkence û muameleya xerab li Tirkiyê di rojevê de ye û binpêkirina mafan li girtîgehan didome û her ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe.Temel anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin û banga rawestandina pêvajoya şer dikin. 
 

Sernavên din

14/12/2019
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin