Definkirina cenazeyan û şîn li kurdan qedexe ye: 24 cenaze bê merasim defin kirin

  • rojane
  • 09:17 11 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsal 24 malbatên kurd ku xwestin cenazeyên zarokên xwe li gorî bawerî, çand, kevneşopî û nirxên civakî defin bikin rastî astengiyên rayedarên dewletê hatin. 24 malbatan hinek ji wan cenazeyên wan hatin revandin, hinek ji wan jî hem cenazeyên wan hatin revandin, hem jî destûr nedan konê şînê deynin û sersaxî li malbatan qedexe kirin. 
 
Bi salan e malbatên Kurd ên dixwazin li gorî kevneşopiyê cenazeyên xwe defin bikin rastî astengî û êrîşan tên. Di 11 mehên 2019'an de 24 malbatên Kurd ên xwestin li gorî kevneşopî û çanda xwe cenazeyên zarokên xwe defin bikin rastî astengiyê polîs û eskeran hatin. Hin cenaze piştî demek dirêj li çoltarê li erdê man û şûnde, teslîmî malbatan kirin. Hin cenaze jî bi hefteyan di morgên nexweşxaneyan de man û şûnde teslîmî malbatan kirin. Dozger, polîs û eskerên ku cenazeyên teslîmî malbatan kirin jî di bin dorpêçê û bêyî merasima olî bi tevlêbûna çend kesan defin kirin. Polîs û eskerên ku destûr nedan 24 cenaze li gorî pîvanên civakî û olî bên definkirin, şîna 12 malbatan jî asteng kir û destûr nedan xizm û dostên wan malbatan ziyaret bikin. 
 
Qabîle û civakan ji destpêka mirovahiyê heta niha her dem ji bo zayîn, zewac û mirinê merasim li dar xistine. Ji bo zayînê şahî, ji bo zewacê dawet û ji bo mirinê şîn li dar xistine. Li gorî her netewe û baweriyekê merasim bi çandek cuda tê li dar xistin. Ev çanda şahî, merasim û şînan di lêkolînên arkeolojîk de jî nîşanî me dide. Li gorî belge û kîtabeyên antîk nîşanî me dide ku di demên cuda û civakên cuda de merasim her dem hatiye guhertin û tiştekî nû li xwe zêde kiriye. Di civakên Grek û Roma de wateyek mezin û pîroz li mirî û mirinê dikin. Ji ber vê yekê merasimên mezin li dar dixin. Di dîrokê de gora herî ewil ku derketiye holê beriya niha 80- 90 hezar sal berê ya serdema Mousterien aydî mirovên Neandartal in. Gorên ku di serdema neolotîk de jî li Şikeftên Hîllar ên Amedê, li herêma Newala Çorî ya tenişta çemê Firatê, Çiyayê Torosan a civaka Levanta û gorên li Çatal Hoyuk ên Konyayê hatine dîtin, jiyan, çand û dîroka mirovahiyê nişanî me dide. Di Hînduîzmê de jî wekî merasima dawî tê pênasekirin. Di baweriya Hinduyan de merasima cenaze ku tê li dar xistin hurmeta li hemberî mirî nîşan didin. Ji bo ruhê mirî bi hêsanî ji bedena wî derkeve merasimekê li dar dixin. Di çanda hînduyan de pişti mirinê her beden tê şewitandin. Ji bo cenaze bi axê re zû bibe yek dişewitînin. 
 
Tirb, gor ango mezel; ji bo her mirovî cihekî pîroz û nirxê civakê ye. Di her civakê de cihê gor û goristanan taybet e. Gor, bi zimanê tirkî mezar, kabîr, di zimanê erebî de makbek tê gotin. Bi farisî jî mezârât, kabristân, gûristân tê gotin. Di sureya Kuranê ya (et-Tekâsür 102/2) û hedîseya (Wensinck, el-Muşcem'ê de tê wateya ziyaretê. Ji bo kurdan jî gor û goristan koka sulaleyê ye û bîra civakê ye. 
 
LI GORÎ ZAGONAN
 
Rêziknameya têkildarî guhertina karê defin û neqilkirina cenaze û cihê avakirina goristanê di 16'ê Çileya 2016'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê fermandariya ku bi KHK’yan û rêveberiya dewletê hat weşandin, di rêziknameya Saziya Tipa Edlî, cihê avakiria goristanan, karê neqilkirin û definkirina cenazeyan de guhertin hatin kirin. Piştî vê guhertinê rayedarên dewletê, êdî erk di xwe de dîtin ku cenazeyan birevînin û bêyî agahî malbatan cenazeyan defin bikin. Waliyekî bajar ango Qeymeqamekî navçeyê dikare bi îdîaya "Teslimkirina malbatê dê zerarê bide" cenaze nede malbatê. Bi vê guhertinê ger ku malbat cenaze bigire jî divê di nava 24 saetan defin bikin. Ger ku defin nekin jî walî û qeymeqamî dikare cenaze desteser bike û bêyî agahiya malbatê defin bikin.
 
Li gorî çavkaniya pirtûka pîroz Tevradê her civak û malbat xwedî mafe ku kengî û li ku bixwazin dikarin cenazeyê xwe li gorî bawerî, çand û kevneşopiya xwe defin bikin. Hem li gorî zagonan hem jî li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) mafê definkirinê tîne ziman. Li gorî xala 17'emîn a Destûra Bingehîn, îşkence û ezîyeta li cenaze hatiye qedexekirin. Li gorî xala 20'an jî mafê jiyana taybet divê bê parastin. Dîsa DMME jî ferz dike ku hurmetê nîşanî jiyana taybet kes, malbat û cemaweriyê bidin. 
 
Di sala 2019'an de 24 cenazeyên ciwanên Kurd li dijî qanûn, pîvanên olê îslamê û nirxên civakê hatin defin kirin. Piştî 24 cenaze di bin dorpêç û qedexeyan de hatin definkirin jî şîna 12 malbatan hat astengkirin û destûr nedan malbat konê şînê dînin. Dîsa gorên ciwanên Kurd rastî êrîşan hatin. 267 cenazeyên ku disala 2017'an de ji Goristana Xerzanê derxistibûn, cenazeyê 262 kesan li Goristana Bêkesan a Kilyosa Stenbolê defin kirin. 
 
ÇEND BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ CENAZE Û ŞÎNA MALBATAN WIHA NE: 
 
* 08 Kanun 2019: Cenazeyê Murat kaya yê di 6'ê Kanûnê de li Gundê Mûşiyan a Dutaxa Agiriyê di serdegirtina eskeran de hat kuştin şevê din di bin dorpêça eskeran de hat definkirin. 
 
* 03 Kanûn 2019:  Polîsan destûr nedan ku malbata Emîne Aslan Aydogan a li Girtîgeha Rihayê girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bi girseyî defin bikin. Piştre destûr nedan konê şînê dînin.  
 
* 06 Mijdar 2019: Serokê Rêxistina BDP’ê yê Bajarokê Lîzê ya navçeya Kopa Mûşê Aydin Kaya di 6’ê Hezîrana 2012’an de li Girtîgeha Mûşê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Li ser kêlika gora Kaya nivîsa “Em te ji bîr nakin” hatibû nivîsandin. Li ser daxwaza dozgeriyê di 29’ê cotmehê de esker çûn goristanê û kêlika gora Kaya şikandin û li gel xwe biribûn.  
 
* 04 Mijdar 2019: Li gundê Sitîlîlê yê girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 17’ê tîrmeha 2017’an de di pevçûnek navbera HPG’ê û eskeran de endamê HPG’ê Mahsum Polat (26) jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê piştî 2 salan cenazeyê kurê xwe wergirt. Polat piştî jiyana xwe ji dest da li Goristana Bêkesan a Mêrdînê tê veşartin. Malbat ji bo cenaze bigirin nimûneya xwînê dan. Xwîna DNA’yê piştî mehan bi encam bû û malbatê ji bo wesiyeta zarokê xwe bicih bîne xwest cenaze bibe li Goristana Hecaaca Nisêbînê veşêre. Lê polîsan destûr neda cenaze li Goristana Hecaca bê veşartin. Saleke malbat hewl dide wesiyeta zarokê xwe bicih bîne lê hemû hewldanên wan bêencam man. Li ser vê yekê malbatê di 1’ê mijdarê de cenazeyê kurê xwe bir gundê Çalê yê Nisêbînê û li goristana gund veşart. 
 
* 15 Kanun 2019: Hat zanîn ku 262 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û nêzî 2 sal in li ATK’a Stenbolê dihatin rawestandin di adara 2019’an de li Goristana Bêkesan a Kilyosa Stenbolê hatine definkirin. 
 
* 15 Kanun 2019: Mahmût Dîndar, piştî 18 rojan şûnde cenazeyê kurê xwe yê HPG’î Ugurcan Dindar wergirt û li Wanê defin kir. Dema bav Mahmut Dindar cenazeyê kurê xwe Ugurcan defin kir, polîsan li ser gorê Bav Mahmut Dîndar binçav kirin. 
 
* 3 Cotmeh 2019: Cenazeyê endamê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) piştî 49 rojan radestî malbata wî kirin. Malbatê di şeva 29'ê îlonê de cenazeyêkurê xwe li Bismilê defin kirin. Polîsan bi fermana Wezîrê Karên Hundir destûr nedabû ku malbat li ber deriyê xwe şînê dîne
 
* 2 Cotmeh 2019:  Ji ber ku cendirmeyan destûr neda konê şînê vede, malbata Muslum Gunduzalp ê PKK'î ku li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, serxweşiyê li mala xwe qebûl kir. Di 7'ê Îlonê de li Herêma Omeryan a Mêrdînê, di navbera leşker û PKK'iyan de şer derketibû û Muslum Gunduzalp ê PKK'î jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Gunduzalp, ji bo serxweşiyê li gundê Tirkak ê navçeya Pirsûs a Rihayê şîn danî. Lê eskeran destûr neda şînê. 
 
* 30 Îlon 2019: Gora Mahmût Alinbay ê HPG’î yê di 23’yê Hezîranê de li Dersimê jiyana xwe ji dest da û di 25’ê Hezîran 2019’an de li navçeya Pîran a Amedê hat definkirin, di nava 98 rojan de 6 caran hat rûxandin. Polîs, leşker û cerdevan di salên dawî de bi awayekê pir zêde êrîşî goran dikin û di rûxînin. 
 
* 27 Îlon 2019: Polîsan bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destûr nedan malbata Endamê HPG’ê Muhammet Emin Demîr (Denîz Agirbaz) ê şevê din li Goristana Bismilê defin kirin, li hewşa mala xwe şînê dînin. Malbata Demîr piştî cenaze defin kirin, xwestin li taxê konê şînê vedin. Lê ji ber polîsan destûr nedan malbat konê şînê vedin, li mala xwe şîn danîn. 
 
*24 Îlon 2019: Cenazeyê endamê HPG'ê Muhammet Tara (Avareş Amed) ku di 18'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 37 rojan radestî malbata wî hat kirin. Polîsan goristan dorpêç kir û tenê hiştin ku ferdên malbatê cenaze veşêrin. 
 
* 18 Îlon 2019: Cenazeyê endamê HPG'ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) ku di 6'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 43 rojan radestî malbata wî hat kirin. Malbatê cenaze di bin dorpêça eskeran de defin kirin. 
 
* 5 Îlon 2019: Polîsan di 21'ê Tîrmehê de li navçeya Rezan a Amedê bi ser malekê de girtibûn û di malê de Mucahît Yilmaz kuştibûn. Malbatê piştî 46 rojan cenazeyê Yilmaz ê li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê  wergirtin û li Gundê Zonê yê Artukluya Mêrdînê defin kirin. 
 
** 13 Tebax 2019: Welat Çetîn, di 28'ê Tîrmehê de bi Omer Davûr Orak re li navçeya Gever a Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbat di 5'ê tebaxê rojê de çûbûn Colemêrgê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kiribû. Malbat piştî ku mînaka xwînê dan cenazeyê kurê xwe girt û li Bismilê veşart. Bi hinceta biryara qaymeqamiya Bismilê destûr nehat dayîn ku malbat şîna kurê xwe li mala şînê deyne. Piştre destûr nedan şîna kurê xwe li hewşa mala xwe jî dîne. Li ser vê yekê malbata Çetîn şîna xwe li hundirê mala xwe danî.
 
* 6 Tebax 2019: Li Gundê Cengiza yê Navçeya Tetwanê ya Bedlisê di 27'ê Tîrmehê de di operasyona hewayî de endama HPG'ê Ayşe Başaran jiyana xwe ji dest da. Malbata Başaran cenaze ji Tetwanê girtin û anîn navçeya Farqînê ya Amedê.  Malbatê li Gundê Etşa yê Navçeya Farqînê ya Amedê di bin dorpêça eskeran de defin kirin. Eskeran destûr nedan ku malbatê ji bo cenaze mala şînê veke. Malbatê li mala xwe şîn danîn û sersaxiyê li mala xwe qebûl dikin.
 
* 25 Tîrmeh 2019: Malbata endama HPG’ê Ecet Akay (Xelîl Çiyazan) a di 27’ê Tîrmehê de, li çoltera gundê Cangiza ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê pêk hat de jiyana xwe ji dest da, li goristana Karşiyaka ya Tetwanê hat definkirin û destûr hat dayîn tenê ferdên malbatê beşdarî beşdarî merasîma cenaza bibin. 
 
* 18 Tîrmeh 2019: Cenazeyê Halîs Çoşkûn ê hat îdîakirin ku li Girtîgeha Tarsûsê dawî li jiyana xwe anîn, hat definkirin. Polîsan destûr nedan ku konê tezîyê yê Coşkûn bê vedan. 
 
* 25 Hezîran 2019:  Cenazeyê endama YPS'ê Hazal Aslan ku dema qedexeyên derketina derve ya Cizîrê hat şewitandin û kuştin, piştî 40 mehan hat teşhîskirin û hat definkirin. Malbata Aslan piştî ku cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Rihayê derxist, bir navçeya Rêya Amûşê ya Wanê li Goristana Yenîmahelleyê veşart. Polîsan tenê destûr dan ku malbata Aslan beşdarî cenaze bibin. Piştî veşartina cenaze girseya ku li hev kom bûbû jî ji hev belav bû. 
 
* 22 Gulan 2019: Cenazeyê Huseyîn Ecer ku dema qedexeya derketina derve ya Hezexê jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan teslîmê malbata wî hat kirin. Cenaze Ecer ji Gora Bêkesan a Rihayê hat derxistin û li Cizîrê hat definkirin. Tene destûr dan ku malbat beşdarî mesima cenaze bibe. 
 
* 17 Gulan 2019:  Cenazeyê Nevaf Kortak ê HPG'î ku polîsan nehişt wecîbeyên olî pêk bên hat veşartin. Kortak, di pevçûna 2'yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Malbat di 13'ê Gulanê de ji Bismila Amedê çû Meletiyê û cenazeyê Kortak wergirt û anîn Bismilê. Cenaze 6 saetan dereng anîne Bismilê. Di rê de ferdên malbatê tim hatine sekinandin û nasnameya wan hatiye kontrolkirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî mizgeft dorpêç kiriye û astengî ji malbatê re derxistin. Paşê ferdên malbatê û meleyek cenaze şûştiye. Lê belê ji ber zext û zoriyên polîsan wecîbeyên olî tam pêk nehatine û cenaze li Goristana Akpinarê hatiye veşartin. 
 
* 6 Nisan 2019:  Polîsan şîna malbata Pamay a ji bo Mahsun Pamay ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, li Mizgefta Ser Surê danîn, asteng kirin. Mahsûm Pamay ê 22 salî li Girtîgeha Tîpa Tîpa T- 1 a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anîbû. Cenaze li navçeya Cizîr a Şirnexê defin kirin. Malbatê Mizgefta Ser Sûrê ya Taxa Dagkapi şîn  danî û polîsan şin asteng kir. Polîs piştre şîn li malê jî asteng kir. 
 
* 3 Nîsan 2019: Malbata Yuksek, cenazeyê kurê xwe Siraç Yuksek ê li girtîgehê tecrîd şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî li navçeya Nisêbînê defin kirin. Polîs û eskeran tenê hişt ku malbat tev li merasima cenaze bibe. 
 
*27 Adar 2019: Medya Çinar li Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 25'ê Adarê de çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Medya Çinar bi şev li gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê defin kirin. Eskeran ketin û derketina gund qedexe kirin û destûr nedan kesek beşdarî merasima cenaze bibe. Eskeran destûr nedan malbat konê şînê dînin û dest danîn ser konê şînê. 
 
* 25 Adar 2019: Cenazeyê Zehra Saglam a ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Girtîgeha Oltû çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da di bin dorpêç û xedexeya polîs û eskeran de spartin axê. Eskeran parlamenter asteng kirin û tenê destûr da ku malbat beşdar bibin.  Eskeran hefteyekî gundê Xinzorê yê Gimgima Mûşê dorpêç kir û destûr neda şandeya HDP, HDK û DBP’ê biçin teziya Sehra Saglam. 
 
* 24 Adar 2019: Polîsan dest danî ser cenazeyê Ayten Becet ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê dawî li jiyana xwe anî. Midûriyeta Polîsan ê Stenbolê li malbatê geriya ew ê saet di 20.40'î de cenaze bişînin Balafirgeha Dîlokê. Polîsan piştî cenaze ji malbatê revandin û şandin Dîlokê, şert dan pêş malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin.  Malbatê ligel dayik Fatma Beçet û bav Sabri Beçet bi tevlêbûna 20 kesan bi zimeran di tariya şevê û dorpêça ezkeran de cenaze defin kirin. Polîsan piştre destûr neda malbat konê şînê jî dîne. 
 
* 18 Adara 2019: Polîsan bi zorê û bêyî destûra malbatê cenazeyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, ji Stenbolê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoy di bin dorpêça maşîne û polîsên zirxî de defin kirin. Polîsan destûr nedan ku wekilên HDP'ê jî biçin ser gorê. 
 
MA / Mehmet Alî Ertaş 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/12/2019
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin