Hîn jî 14 cenaze nehatine dîtin: Min çi dît û çi nedît

  • rojane
  • 09:22 11 Kanûn 2019
  • |
img

ŞIRNEX – Hîn jî cenazeyê 14 kesên ku 4 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, nehatine dîtin. Tenê daxwazeke malbatan heye, ew jî kêlikeke gorên zarokên wan hebe. Dayika ku li cenazeyê keça xwe Hacer Aslanê digere, got: "Min çi dît û çi nedît." 

Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîr a Şirnexê re 4 sal derbas bûn. Li navçeya Cizîrê, di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rpjan dewam kiribû. Di dema vê qedexeyê de li jêrzemînên sê avahiyan 177 kes bi saxî hatibûn şewitandin û kuştin.Li gorî agahiyên ku malbatan dane û li gorî serlêdanên wan, di dema qedexeya 79 rojan de 288 kesî jiyana xwe ji dest daye. Di vê pêvajoyê de hin cenaze tevlîhev hatin kirin û wisa hatin veşartin, hin jê jî piştî 3 salan radestî malbatan hatin kirin. 
 
Lê belê cenazeyên 14 kesan hîn jî nehatiye dîtin. Tê texmînkirin cenazeyê Ferîde Yildiz, Sakîne Dûrmîş, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Sûsîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray,  Mûstafa Keçanlû û Emrah Aşkin li 7 bajarên cuda li goristanên bêkesan hatine veşartin. 
 
4 SAL IN LI CENAZEYÊ KEÇA XWE DIGERE! 
 
Dayik Hezne Aslan ku di dema qedexeyê de kurê wê Mehmet Saît Aslan û birayê wê bavê 3 zarokan Selîm Tûray jiyana xwe ji dest dan, hîn jî li cenazeyê keça xwe Hacer Aslan digere. Birayê wê Selîm Tûray, di roja 43'yan a qedexeyê de hat kuştin û cenazeyê wî bi rojan li nav kuçeyê ma. Dayik Aslan ku paşê dibihîse keça wê li jêrzemîna avahiyekê bûye, li morgên Xabûr, Riha û Mêrdînê li cenazeyê keça xwe digere û ji bo DNA'yê xwînê dide. Piştî çend mehan jê re tê gotin ku xwîna wê û cenazeyekî li hev derketiye û dîsa berê xwe dide Rihayê. Lê tê gotin cenaze ne yê keça wê û birayê wê ye, yê kurê wê Mehmet Saît e. Aslan, piştî çend rojan vê carê cenazeyê birayê xwe li morga Xabûrê dibîne. Lê belê 4 sal in cenazeyê keça xwe Hacerê nedîtiye û lê digere. 
 
ŞEWITANDINA JÊRZEMÎNAN 
 
Heznê Aslan, da zanîn ku keça wê Hacer xwendekara lîseya tenduristiyê bûye û dixwest bibe hemşîre. Aslan, got: "Ji ber gulebaran tankê mala me hilweşiya. em mecbûr man biçin mala birayê xwe yê 3 kuçe dûrî me. Di televîzyonê de dihat gotin ku Hacer li jêrzemîna ewil e. Piştî me bihîst her sê jêrzemîn jî hatine şewitandin, wê çaxê min fam kir ku Hacer jî miriye. Pêşî çûm saziya tiba edlî ya li Mêrdînê û mn xwîn da. Li morgê hin wêne rê min dan, lê min Hacerê nedît. Paşê çûm a li Xabûrê û min dîsa xwîn da. Lê min li wir cenazeyê birayê xwe Selîm Tûray dît. Me cenazeyê birayê min wergirt û veşart. Tenê 2 kesan birayê min veşart. Nehiştin tu kes were. Di televîzyonan de ew qas bangawazî hatin kirin. Lê ji bo wergirtina cenazeyê birayê min destûr nedan." 
 
‘ME ÇI DÎT Û ÇI NEDÎT! 
 
Aslan, anî ziman ku ji bo cenazeyê keça xwe vê carê çûye Rihayê, lê xizmên wê nehiştine li cenazeyan binere û got: "Çûm odeya ku darbest lê bûn. Xizmên min gotin, li darbesta nenêre. Min jî got, hema dest û pî tenê jî mabin ez ê li keça xwe mêze bikim. Paşê bi zor û heft bela bi çaplûkan çûm ber darbestê. Gava min darbest vekir ez çi bibînim; kurê xwe Mehmet Saît!" 
 
‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN' 
 
Aslan, anî ziman ku gava di ser qedexeyê re salek derbas bûye, kaxezek jê re hatiye û gotine "cenazeyê we ne li cem me ye" û got: "Paşê min dîsa daxwaznameyek nivîsand ûs erlêdan pêk anî. Ya cenazeyê keça min avêtin avê an jî di bin avahiyên li ser jêrzemînan hatine çêkirin de ye. Li wir xaniyên nû hatin çêkirin û kesên li wir rûdinên wijdanê wan rihet e! Xwîna zarokên me li wir rijiyaye. Hîn jî ez nikarim biçim Kolana Nisêbînê. Dilê me deyax nake. Lê çi dibe bila bibe ez ê dev ji cenazeyê Hacerê bernedim. Heta sax bim ez ê li cenazeyê wê bigerim. Ez her hefte diçim ser gora kurê xwe û dibêjim, xwexî goreke keça min Hacerê jî hebûna. Hema kêlikeke gora wê jî hebûna û min fatîheyek li ser bixwenda, wê dilê min hinekî rihet bibûna. Ez lê bigerim. Keça min sivîl bû û xwendekar bû. Keça min bêyî min nediçû cihekî jî. Şewitandin, hilweşandin û gotin 'Me ev der ji terorê paqij kir.' Em giş dizanin ku ên hatin kuştin zarokên vî bajarî bûn. Giş mirovên vî welatî bûn. Em ê heta dawiyê li cenazeyê xwe bigerin û dev jê bernedin." 
 
BAJAR BI BAJAR LI CENAZEYÊ HEVJÎNÊ XWE DIGERE 
 
Dayika 7 zarokan Taybet Gokhan jî, di roja 52'yan a qedexeyê de hevjînê wê Osman Gokhan jiyana xwe ji dest daye û 4 sal in li cenazeyê hevjînê xwe digere. Gokhan, li Şirnex, Meletî, Riha, Dîlok, Amed û gelek bajarên din li cenazeyê hevjînê xwe digere, lê heta niha tiştek bi dest nexistiye. Gokhan, çûye kîjan morgê cenazeyên şewitandî rê wê dane lê cenazeyê hevjînê xwe nedîtiye. Bi ser de polîs tên mala wê û jê re dibêjin 'Osman Gokhan li ku ye, qey hê nehatiye?'
 
Gokhan, got: "Xwedê heqê van 7 zarokên min nehêle. Hevjînê min mir, em li cenazeyê xwe digerin lê hîn jî zextên li ser me bi dawî nebûne. Me doz vekir. Ji bo cenaze me serlêdan pêk anîn. Em cenazeyê xwe dixwazin. Em doza heqê xwe dikin. Heta em nebînin em ê lê bigerin." 
 
MA / Ahmet Kanbal – Mujdat Can

Sernavên din

14/12/2019
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin