‘Pêkanînên li Girtîgeha Bakirkoyê, delîla şidet û feraseta dewletê ye'

  • rojane
  • 09:37 11 Kanûn 2019
  • |
img
STENBOL - Malbatan ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bakirkoyê pêk tên gotin: "Heta ev feraseta dewleta zilamî bi dawî nebe wê têkoşîna me û girtiyan dewam bike." 
 
Bertek û nerazîbûnên derbarê şideta li ser jinên girtî didomin.
 
Polîsan, bi îdiaya ku ji bo DNA'yê xwînê ji Esîn Kavrûkê werbigirin û bidin Saziya Tiba Edlî avêtibûn ser qawîşa B/6 a Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê. Dayika Hulya Gerçek a girtî û biraziyê Hatîce Dûman a girtî, destnîşan kirin ku ew ê tevî girtiyan li dijî van pêkanînan bitêkoşin. 
 
'BİRÇOK KEZ ŞİDDETE MARUZ KALDIK’
 
Dayika Hulya Gerçek, Mercan Gerçek, destnîşan kir ku di 28'ê Mijdarê de gardiyan û polîsên avêtine ser qawîşan, girtiyên jin derb kirine. Gerçek, diyar kir ku ev yek delîla şideta dewletê bi xwe ye. Gerçek, anî ziman ku li hemberî van pêkanînên bêhiqûqî wan xwestiye li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin lê belê destûr nehatiye dayîn û got: "Gava me xwest em daxuyaniyê bidin, em bi şideta polîsan re rû bi rû man. Şideta li ser jinê ya li derve, li girtîgehan bia wayekî sîstematîk pêk tê. Em dizanin ev êrîşên li ser jinên girtî, temsîliyeta feraseta AKP'ê ye. Heta ev zihniyet neqede wê têkoşîna me ya ji bo girtiyan bidome. Em ê van binpêkirinên mafan bişopînin." 
 
BI PORÊ WÊ GIRTINE Û EW KIŞANDINE
 
Gerçek, diyar kir ku hefteya borî ji bo hevdîtina vekirî çûye girtîgehê û got: "Ji ber vê şidetê tenduristiya keça min û hevalên wê nebaş bû. Lê ji bo em li ber nekevin pir behsa tiştên tên serê wan nakin. Lê şideta li wan hatiye kirin şideteke mezin e. Mesela pehîn li cihê rehma jineke girtî xistine. Ji ber vê xweşikî nikare bimeşe. Her wiha bi porê wan girtine û ew bi erdê ve kişandine. Ev şidet li xizmên girtiyan jî tê kirin. Di dema hevdîtinan de lêgerîna taz, tê ferzkirin. Li Bakirkoyê, maf bi awayekî pir cidî tên binpêkirin. Em ê van binpêkirinên mafan bişopînin. Wê têkoşîna me û girtiyên jin dewam bike." 
 
'GUH NADIN BIRYARA AYM'Ê' 
 
Biraziyê Hatîce Dûmanm Hasan Dûman jî, anî ziman ku 17 sal in meta wî girtiye. Dûman, da zanîn ku meta wî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hatiey darizandin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Dûman, got: "AYM'ê ji bo biryarên DGM'ê got, 'mafê darizandina adil hatiye binpêkirin' û rê li ber ji nû ve darizandinê vekir. Lê belê dadgeha ku Dûmanê darizand dîsa cezayê muebetê lê birî. Paşê di 6'ê Kanûnê de AYM'ê dîsa got, 'mafê darizandina adil hatiey binpêkirin.' Niha guh nadin biryarên AYM'ê." 
 
Dûman, ji bo şideta li girtîgehê got: "Bi awayekî bêhiqûqî ji bo testeke DNA'yê ku xwestin ji Esîn Kavrûkê wergirin, avêtin ser qawîşê. Ev avêtina ser qawîşê tesîreke nebaş li malbatê kir. Di dema avêtina ser qawîşê de girtî hatin derbkirin. Ev yek ji bo me xizmên girtiyan rewşeke zehmet e." 
 
REWŞA WÊ YA TENDURISTÎ NEBAŞ E' 
 
Dûman, anî ziman ku piştî avêtina ser qawîşê hîn neçûne girtîgehê û meta xwe nedîtine û got: "Lê me bi telefonê bi hev re xeber da. Hatîceyê got, ew baş e û derbarê hevalên wan ên hatine derbkirin de endîşeyên wan hene. Nexasim jî ji bo rewşa Esîn Kavrûkê got, endîşeyên wan hene. Li gor agahiyên ku me ji malbatên girtiyan wergirtine, tenduristiya girtiyan nebaş e. Endîşeya me malbatan jî ew e ku ev zext û zorî û binpêkirinên mafan zêde bibin. Heger rayedarên dewletê wê tiştekî bikin, divê di çarçoveyeke hiqûqî de bikin. Em van zext û zoriyan qebûl nakin. Divê her tişt di çarçoveya heq û hiqûqê de be." 

Sernavên din

14/12/2019
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin