Bîlîcî: Ger ku parazvanên mafên mirovan di bin zextan de bin, her kes di bin zextan de ne

  • rojane
  • 11:09 11 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Endamê Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku li Tirkiyeyê tespîta binpêkirina mafên mirovan li gorî berê hêj zahmettir e û wiha got: "Parazvanên mafên mirovan û rêxistinên mafên mirovan jî 'li dijî zagonan' tên dîtin. Ger ku li welatekî zext li ser parazvanên mafên mirovan hebe, li wî welatî her kes di bin zextan de ye." 

Tirkiye 21 sal berê Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) qebûl kir. Lê hêj binpêkirina mafan li Tirkiyeyê zêde dibe. Li gorî raporan; Tirkiye di aliyê binpêkirina mafan de di rêza sereke ya welatê cîhanê de cih digire. Li Tirkiyeyê hem parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas di bin zextan de ne û hem welatî di bin zextan de ne. Yek ji saziyên di bin zextan de ÎHD ye. Ji roja ÎHD hat avakirin heta niha 15 rêveber û endamên wê bi awayekî faîl nediyar hatin kuştin. Gelek endam û rêveberên wê hatin binçavkirin û girtin. Têkildarî zext û tundiya li ser parazvanên mafên mirovan, Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê û Prz. Racî Bîlîcî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Bîlîcî, ku der barê wî de dozek vebû û 15 sal ceza ji wî dixwazin, diyar kir ku zextên li ser parazvanên mafên mirovan didomin u wiha got: "ÎQtîdar dixwaze parazvanên mafên mirovan îllegalize bike. Dixwaze wan wekî kesên dijzagonî nîşan ide. Weki Salên 1990'an dîsa tundî û înkar heye. Binpêkirin derketine asta jor. Berê jî binçavkirin, girtin û îşkence hebû. Niha jî binçavkirin, girtin û îşkence heye. Parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rojnameger tên darizandin û girtin. Nêzîkatiya îQtîdarê ya li hemberî çareseriyê wekî ya salên 90’î ye. Bi înkar û tundiyê nêzî çareseriyê dibin. Ev yek bêtir me dixe nava fikaran. Ji roja avakirina komarê heta niha nêzîkatî, tarz û rêbaza dewletê ya li hemberî çareseriyê nehatiye guhertin."
 
Bîlîcî, anî ziman ku medota xebatê ya parazvanên mafên mirovan ewe ku îhlalan bikin rapor û rê li pêş îhlalan bigirin û wiha got: "Ji bo vê yekê divê bi muxataban re hevdîtin bikin. Di pêvajoya çareseriyê de me bi awayekî çalak bi îqtidar û organên girêdayi wê re hevdîtin kirin. Lê piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, rê li pêş hevditinan hatin girtin û derî li ser me hatin girtin. Ji binpêkirina mafê jiyanê heta îşkence, astengiyên li pêş azadiya ramanê, mafê azadiya rêxistinbûnê, mafên bingehîn ên azadiyê bi destê îqtîdarê pêş dikevin. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin diyalog şert e. Îqtîdara siyasî di demên dawî de parazvanên mafên mirovan û rêxistinên civakî tevan wekî ‘terorist’ dibîne û pênase dike. Îllegalize dike. Niha ji her demê bêtir tespîtkirina binpêkirina mafan dijwartir bûye. Tespitkirin û raporkirina mafan ji her demê bêtir zor bûye. Ji ber ku parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas nikarin biçin li cihê bûyerê lêkolîn bikin. Nikarin bi esker, polîs, qeymeqam û walîtiyê re hevdîtin bikin. Ji ber vê yekê tiştên dikin ji wan re dimîne." 
 
 
'GELEK RÊVEBERÊN ME HATIN QETILKIRIN'
 
Bîlîcî, herî dawî da zanîn ku ligel danezana mafên mirovan a gerdûnî ya NY'ê jî dîsa zext didomin û wiha bi dawî kir: "Ger ku parazvanên mafên mirovan bên astengkirin û di bin zextan de be, li wî welatî her kes di bin zextan de ye. Hêj binçavkirin, girtin û darizandin didome. Di 12'ê Gulana 1998’an de  Serokê me yê giştî Akin Birdal li navenda giştî rastî êrîşa çekdarî hat. Gelek rêveberêm me hatin qetilkirin. Lê me têkoşîna parastina mafên mirovan, bi biryar û bawerî têkoşîna xwe ya parastina mafên mirovan berdewam kir. Em dîsa bang li rayedar û îqtîdarêdikin ku hurmetê nîşanî Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî bidin. Em dixwazin hemû reng, bawerî û nasnameyên li Tirkiyeyê bi Destûra Bingehîn a Demokratîk nas bikin û biparêzin. Daxwaz û tekoşîna me ev e. Ji bo vê yekê wekî parazvanên mafên mirovan tişta têkeve ser milê me, em dê bikin." 
 
MA / Aydin Atay

Sernavên din

14/12/2019
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin