Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne

  • rojane
  • 10:28 21 Kanûn 2019
  • |
img

ENQERE - Rojnameger Seyît Evran, bal kişand ser geşedanên piştî peymana di navbera Tirkiye û Lîbyayê de û wiha got: “Saddam şandin Kuveytê û piştî wê darve kirin. Mudaxaleya Libya jî dibe ji bo Erdogan hilweşîn be. 

Piştî Tirkiye û Libya li ser mijara “Muhtiraya Mutabakata Hevkariya Eskerî û Ewlehiyê" peyman îmze kirin, niqaşên têkildarî mijarê didomin. Peymanê rê vekir ku Tirkiye eskeran bişîne Libyayê. Li ser vê yekê Yekîtiya Ewropayê (YE), DYA, Rûsya û Welatên Ereb bertekên xwe anîn ziman. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayip Erdogan wekî mijara êrîşa li ser Sûriyeyê rewşa Lîbya jî wekî pirsgirêka “beka”  ya Tirkiye pênase dike. Diyar kirin ku dê eskeran bişînin Libyayê. Piştî Erdogan got dê eskeran bişînin Libya, çend roj şûnde hat îdîakirin ku Hikûmeta Mutabakat a Neteweyî ya li Trablusê li gorî peymana meha mijdarê ku bi Enqereyê re îmze kirin, li dijî General Hafter, qebûl kiriye ku Tirkiye piştgriya eskeran bişîne. Rojnameger Seyit Evran, têkildarî van geşedanên li Tirkiye, Sûriye û Lîbya pêş dikevin nirxandin kir. 
 
Rojnameger Evran, anî ziman ku Erdogan diyar kiriye ku dê piştiriyê bide Birayên xwe yên Musluman û wiha got: "Planên navborî berê jî li Misirê û hem jî li Tunusê hatin ceribandin. Lê bi mudaxaleya hêzên navneteweyî bê encam ma. Dîsa mijara din, helwesta hêzên navneteweyî ya nediyar a li hemberî planên Erdogan a Libyayê ye. Di helwesta hêzên navneteweyî ya li dijî plana Erdogan a Libyayê de neyarî heye. Li aliyekî li dijî plana Erdogan derdikevin, li aliyê din ji bo Erdogan vê planê pêk bînin wî dahf didin. Ev yek rewşa ketina Irakê ya Kuveytê ku bi destê DYA'yê pêk tîne, tîne aqilan. Piştî Saddam ket Kuveytê ew darvekirin. Tirkiye jî xistin axa Sûriyeyê û pêvajoya mudaxaleyê dan destpekirin. Mudaxaleya Erdogan a Libyayê dibe ku ji bo Erdogan hilweşîn be. 
 
WELATÊN EREB DAN HEMBERÎ XWE 
 
Rojnameger Evren, bal kişand ser aliyên li Libyayê şer dikin û wiha got: “Rêveberiya Tirk, li dijî qanûnên ava reş tev digere. Sûcê navneteweyi dike. Bi hikûmeta ne rewa re peymanê îmze dike û hewl dide mudaxale bike. Ev peyman bi qasî welatê Ewropa, welatê Ereb jî eleqeder dike. Di serî de Misirê ev peyman wekî dijzagonî îlan kir. Hem DYA û hem jî Rusya ku ji bin ve piştgiriyê dide Hêzên Heftarê biryar dan ku li dijî Tirkiyeyê piştgiriyê bidin Bi wê re peymana eskerî jî kirin. Misirê dîsa aşkere kir ku dê axa Libya ji Tirkiyeyê re nehêle û Tirkiye tawanbar kir. Dema rewşa Misirê di nava Yekîtiya Ereb de li ber çavan bê girtin, xuya ye ku Tirkiye dê Welatên Ereb bîne hemberî xwe." 
 
Seyit Evran, anî ziman ku Rêveberiya Tirkiyeyê ji bo rê li pêş niqaşên nava xwe bigire meseleya Libya anî rojevê û wiha berdewam kir: "Di encamê de Erdogan hemû amûrên destê xwe yên li dijî hêzên derve xelas kir. Tirkiye û Erdogan li Sûriye hemû amûr û kozên di destê xwe de xelas kir. Ji ber vê yekê Erdogan rojekê li DYA ye û rojekê li Rûsyayê ye. Dema diçe DYA, DYA çi planê dîne pêş wî, wê pêk tîne. Dema vê yekê dike vê carê Rusya û Îranê tîne hemberî xwe. Dema diçe Rusya jî vê carê DYA tîne hemberî xwe. Piştî êrişa dagirkeriyê ya 9'ê Cotmehê êdî vê yekê nikare bike. Herdu alî jî êdî tiştan ji Erdogan dixwazin. Hemû amûrên di destê xwe de xelas kir. Şerekî li Libyayê dê dawî li Tirikye bîne û îqtîdara Erdogan hilweşîne. Êdî şenda Erdogan ku ji nava vê çiravê derkeve tune ye. Welatên DYA, Rusya û Yekîtiya Ewropa dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe berdewam bikin. Lê bi Erdogan re hatine asta dawî. Tirkiye her ku diçe bêtir dikeve nava celb û çiravê. Erdogan di nava şerekî pir dijwar de ye. Erdogan şerê xwe li ser 'Komkujiya Kurdan' dimeşîne. Vî şerî bi Libyayê berdewam dike. 
 
HÎTLER JÎ LI DIJÎ DINYAYÊ ŞER DIKIR
 
Evran, herî dawî bal kişand ser Hîtler û destnîşan kir ku Hitler jî li dijî hemû cîhanê şer îlan kiribû û dawiya dawî întîhar kir û got: "Hîtler taliyê întîhar kir. Saddam Huseyîn li dijî îranê şer îlan kir. Dawiya dawî hat darvekirin. Erdogan û AKP jî 16 salin gelek sûcên civakî kirin. Aborî talan kirin. Bê hiqûqî pêş xistin."  
 
MA / Selman Guzelyuz

Sernavên din

24/12/2019
15:45 Ji Amedê bang kirin: Mizrakli serbest berdin
14:55 Erdogan bi Johnson re Libyayê axivî
14:22 Dadgehê biryara dewama Kavala da
14:12 HDP'ê Yortuya Noelê û Cejna Yaldo pîroz kir
14:08 Zarokê gefên kuştinê lê hat xwarin û ew kirin sîxûr serboriya xwe vegot
13:52 Daneşîna girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê taloq bû
13:44 Temellî: Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye
13:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:20 Fîgen Yuksekdag: Daraz cezayê kujeran kêm dike û tolê ji siyasetmedaran digire
13:15 Cenazeyê penaberê ku li ser sînorê Îranê qefilîbû hat dîtin
13:06 Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike
12:31 Li Çewlikê leşkeran bi ser mezrayekî de girt tundiyê li jinan kirin
11:49 Danişîna ewil a Selçûk Mizrakli sibê ye
11:42 Koçyîgît: Tecrîd hilberîna aqlê neçareserkirinê ye
11:01 Sibê dê Ferhenga Têgihên Hiqûqê bê danasîn
10:37 ‘Tu li ser fermana kê beşdarî çalakiyên HDP’ê bûyî’ ji Buluttekîn pirsî ne!
10:19 Sendîkayên Kedkaran: Sebebê qeyrana aborî şer e
10:02 Ji Bîrdal pêşniyara 'tifaqa demokrasiyê': Em li qadan bên gel hev
09:36 Ûzgel: Tirkiye, dixwaze xwe li Lîbyayê bigire
09:35 Neviyê Şêx Seîd: Çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bi kongreya neteweyî pêkan e
09:22 Nebûn yek, çûn yek bi yek
Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî: Di 2019'an de 1606 karker bûn qurbana patronan
09:15 Kesên nû dizewicin jî amûrên kelepûr dikirin
09:14 Dadgehê got, 'kuştina qesdî ya mihtemel', lê bi tawanbariya 'kuştina qisûrdar' doz hat vekirin
09:14 Serokê Komeleya Şêx Seîd: Divê kurd bi yekîtiyê bersiva êrîşa bidin
09:14 'Wê xebatên me hêviyê xurtir bikin'
09:13 Behsa pêkanînên li Girtîgeha Rihayê kir
09:08 Benzîn û motorîn zem bû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2019'AN
23/12/2019
16:24 Siyasetmedaran dorpêç kirin û rojnamegeran jî bi mertalan asteng kirin
15:47 Ji ber vekirina pankartê 2 jin hatin binçavkirin
14:46 Xizma girtî binçav kirin
14:46 Hevşaredarên Sûrê hatin girtin
14:35 Li Licê qeyûm tayînî şûna 3 keyayan hatin kirin
14:15 Paylan: Wekilên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye
14:03 Derbarê Ferhat Tûnç lêpirsîn hat destpêkirin
13:44 Danişîna doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat taloqkirin
11:54 Mikaîl Aslan: Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye
11:46 Hevşaredarên Sûrê sewqî edliyê kirin
11:31 Levent: Li Îdlibê ji bo Tirkiyeyê cih teng dibe
11:14 Bernameya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî diyar bûn
10:48 Ahmet Kisa yê ker û lal ji bo dayika xwe girtî kampanya dide destpêkirin
10:45 Buldan: Di hedefa me de teslîmiyet tune, berxwedan heye
10:02 Gokkan: Jinên kurd dibêjin tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne
09:58 Dadgehê kuştina Bozderî yê 54 salî ku li mala xwe hat kuştin hiqûqî dît
09:02 Kaplan ê HDP’î: Qeyûm avakirina rejîma nû ye
09:02 Karkerê li kolanan xurdeyan ji çavan û krîzê bêzar e
09:02 Ji bo îşkencekar bên cezakirin 2 salin têdikoşe
09:02 ‘Sedema cinayetên jinan pergala patrîarkal e ku naxwaze îktîdar ji dest biçe'
09:02 Destê siyasetmedardên Kurd duh jî û îro jî di kelepçeyê de ye
09:00 ROJEVA 23'E KANÛNA 2019'AN
22/12/2019
22:22 Li Stenbolê zilamê 42 salî hevjîna xwe kuşt
21:34 Artêşa Sûriye ber bi Îdlibê ve pêşve diçe, sivil koç dikin
20:01 Ciwanên HDP'î li Mêrsîn û Edeneyê di konferansan de hatin cem hev
19:00 Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Hevberdevkên nû hilbijart
18:01 ANYAKAY-DER ji bo 10 kesên cenazeyên wan teslîmî malbatan kirin şîn danî
17:30 Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya sirgunî Girtîgeha Tarsusê kirin
16:00 Hevseroka Giştî ya KESK'ê: Li aliyekî yên ji xizaniyê întîhar dikin, li aliyê din yên 50 hezar didin xwarinê hene
14:45 Kedkaran li Amedê mîtîng li dar xistin. Pankarda li dijî şer nexistin qada mîtîngê
13:37 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Jin dê pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin
13:34 Navê ODP'ê kirin Partiya Çep (Sol)
13:13 Hevseroka HDP'ê Bulut: Yên qedera Tirkiye û Rojhilata navîn biguhere em jin in
12:25 Asayîşa PDK’ê destûr nedan malbat cenaze bigirin
11:42 Cemxaneya li Amedê 14 meh in di tariyê de ye
11:34 Artêşa Neteweyî ya Libya dest danî ser keştiya personelên tirk
11:21 Danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê sibê ye: 3 rûniştine dozger li ku ye?
10:04 Salek Îmraliyê: Parêzeran 100 caran serlêdan kir tenê 5 ceran hevdîtin kirin
09:52 Rojnameya kurdî 'Xwebûn' dest bi weşanê kir
09:20 Nûnerên sendîkayan: Ji bo meaşê kêm divê em bi hev re tev bigerin
09:19 Profesorê Fakulteya Îlahiyatê gelek xwendekar taciz kirine
09:09 Cenazeyek çar caran hat definkirin
09:07 Hem xwendekarê zanîngehê ne, hem karker in
09:05 Çîrokên Demîrtaş kirin lîstika şanoyê
09:02 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2019'AN
21/12/2019
16:53 Bozgeyîk: Sedema herî girîng a krîzê polîtîkaya şer e
16:14 Ozsoy: Polisan Hevşaredar û kurê wê li erde direj kirin û çek xistin serê wan
16:01 ‘Bila girtiyê nexweş ê Wernicke-Korsakoff bê berdan'
15:51 Zuleyha Gulum: Divê jin her dem bi hêz bin
15:33 Di bîranîna Mereşê de banga ‘rûbirûbûnê’ hat kirin
15:18 Serokê AKP’a Midyadê îstîfa kir
15:17 Hevserokên HDP’a Enqereyê hatin bijartin
14:53 Şenoglû: Em bi tifaqa demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:42 Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin
14:30 Xizmên windayan li aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn
13:43 Tayînkirina qeyûm a Sûrê şermezar kirin: Em e çongê daneynin
13:20 Buldan: Êdî dawiya zilmkar û AKP’ê tê
12:43 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
12:32 HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist
12:13 Saruca: Binçavkirin û girtinê dikin hinceta tayînkirina qeyûm
11:58 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:06 Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin
10:34 Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
10:28 Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne
10:26 Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê: Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye
09:47 Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN