Gokkan: Jinên kurd dibêjin tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne

  • rojane
  • 10:02 23 Kanûn 2019
  • |
img

AMED - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan a endama Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ye civîna ji bo yekîtiya kurdan li dar xistin nirxand û got: “Jinên kurd êdî perçebûna gelê kurd qebûl nakin. Jin dibêjin ‘bila kurd bibin yek, tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne.”

Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî duh bi minasebeta duyemîn salvegera damezrandina Platformê li Amedê civiyan. Gelek endamên platformê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Jinan duh serê sibê heta êvarê li ser yekîtiya neteweyî ya kurd nîqaş û axaftinan kirin. Yek ji damezrînerên Platoformê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan têkildarî civîn û yeketiya neteweyî ya kurd ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. 
 
Gokkan diyar kir ku yekitiya kurdan di vê demê de dermanê azadiyê ye û wiha got: “Em wek jinên kurd xwe ji bo yekitiya kurdan berpirsyar dibînin. Du sal berê me Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ava kir. Di du salan de xebatên yekitiya kurdan û jinan tê kirin. Em li ser rê û rêbazên yekîtiya kurdan xebitîn. Ji bo ku êdî yekitî û azadiya kurdan ji berjewendiyên hemû sazî û dezgehan bi qiymettir e.” 
 
‘DIVÊ ÊDÎ SAZÎ Û DEZGEHÊN KURDAN BIBIN YEK’
 
Gokkan destnîşan kir ku ew wek jinên kurd dixwazin rêbertiyê ji yekitiya kurdan re bikin û wiha axivî: “Em bangî li hemû parçeyên Kurdistan dikin. Heke yekitiya kurdan çênebe. Perçebûna Kurdistanê dê vê carê bibe heşt an şazdeh perçe. Ji bo wê em bi lezgînî bangî hemû sazî û dezgehên Kurdistanê dikin. Destekftiyên li Rojava ji bo kurdan hemû ne. Destkeftiyên li Başûr jî yên kurdan hemû ne. Destkeftiyên sazî û dezgehên azadiya jinan ên li Bakur jî destkeftiyên Kurdistanê ne. Li Rojhilat azadiya me tê daliqandin. Heke kurd di ve demê de yekitiya xwe ava nekin, bila behsa azadiyê û Kurdistanê nekin. Bê yekitî ne Kurdistan çêdibe ne azadî çêdibe. Bi hezar caran ev tecrube di serê me de derbas bûn e. Her carê êrişî jinên kurd dikin. Heke Kurdistan kiribin çar perçe dixwazin jinan bikin 8 perçe. Li dijî parçekirinê jinên kurd li ber xwe dan û li cîhanê şoreş pêk anîn. Ji ber vê yekê divê sazî û dezgehên kurdan vê serkeftinê bibînin û bibin yek.”
 
‘FIKR Û RAMAN CUDA DIBE LÊ KURDISTAN CUDA NABE’
 
Gokkan bal kişand ser fikr û ramanên kurdan û wiha got: “Fikr û raman cuda dibe lê kurd bûn cuda nabe. Em bangî li hemû sazî û dezgehên Kurdistanê dikin; her çar aliyên Kurdistanê hewceye yekitiyê ava bikin. Me dît ku bê yekitî azadî nabe. Çawa ku destkeftiyên me hemû ji bo Kurdistanê ne, êriş li kîjan perçeyî bibe ew jî perçekirina Kurdistanê ye. Heke em li dijî vê perçekirina Kurdistanê berxwedaneke xurt nedin û yekitî çênekin bila tu kurd nebêjin cihê min rehet e û ez li cihê xwe me kes bi min tiştekê nake. Ev xeyal çû derbas bû. Ji bo ku sedsala 21’emîn de îtîbar û berxwedana kurdan têkoşîna jinên kurd a ku li cîhanê deng daye, heke zîhnîyeta mêrê kurd îro yekitiyê çêneke wê demê neyartî bi têkoşîna jinên kurd re dike. Em êdî binê wê wisa xêz dikin û dibêjin yekîtî.”
 
‘HEVRÎN XELEF DI CIVÎNÊ DE BU SEMBOLA YEKITIYA JINÊN KURD
 
Gokkan destnîşan kir ku tevahiya civînê li ser mijarên yekîtiyê nîqaş kirine û got: “Hemû jinên kurd ên ku ji 25 bajarên Bakurê Kurdistanê ji metropolên Tirkiyê yên wekî Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Mêrsînê wek delegasyon hatin, hemûyan denge xwe li vir kir yek. Gotin ku ‘em bang dikin bila kurd bibin yek êdî perçebûna kurdan nayê qebûl kirin. Tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir tune ye.’ Bi van hestan niqaş dewam kirin û hemû rumetiyên kurdan mesele Hevrîn Xelef di vê civîna me de wekî semboleke ku yekitiya jinên kurd ku netewa kurd li ser ava bibe hat axaftin. Ji bo ku ji aliyên hêzên paramîlîter ve hat kuştin. Hezên paramîlîter yên weke Sakîneyan, weke Sêvêyan û weke Hevrînan qetil dikin. Wê demê pewîste ku yekitiya kurda li dijî vê bibe yek û berfireh bibe û hemû bi hevre hembêz bikin. Em êdî wek jinên kurd perçebûnê qebûl nakin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç – Arjîn Dîlek Oncel 

Sernavên din

28/12/2019
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne
10:47 Hevşaredar Ozdemîr bi beyana şahidê nepen ku wî nas nake hatiye girtin
10:38 Li ser sînorê Îranê cenazeyek din jî hat dîtin
10:32 Qedexeya ku hezar û 130 roj in li Wanê didome 15 rojên din jî hat dirêjkirin
10:31 Di 2019’an de daraz bi biryarên xwe bû rojeva sereke
10:27 Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e
10:25 'Kurd vê carê ji bo yekîtiyê bi biryar û israr in'
10:05 'Erbane bûye qîrîna jina'
10:04 Wanî: Çi karê me li Sûriyeyê heye?
09:14 Hem hatin derbkirin hem jî ceza li wan hat birîn!
09:14 Ji ber tayînkirina qeyûm şermezar kirin ji kar hatin derxistin
09:06 Hindik maye zinar bi ser wan de bên!
09:05 ‘Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe’
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN
24/12/2019
21:18 Hevseroka DBP'a Mêrdînê hat binçavkirin
19:10 Li Şirnexê kana madenê hilweşiya
17:41 Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin
16:15 TGB'ê bertek nîşanî dansa ‘Las Tesis' a jinan da
16:14 Ji ber nivîsa 'Leyla Guven rûmeta me ye' 3 meh ceza lê hat birîn
15:59 Îşkence li welatiyan hat kirin û bijîşk rapor neda welatiyan