‘Tu li ser fermana kê beşdarî çalakiyên HDP’ê bûyî’ ji Buluttekîn pirsî ne!

  • rojane
  • 10:37 24 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin duh bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Ji emniyetê bigire heta dadger, beşdariya Buluttekîn a çalakiyên partiya wê HDP li dar xistine jê hatiye pirsîn û jê pirsîne “Tu li ser fermana kê û bi çi armancê beşdarî çalakî û şahiyên HDP’ê bûyî?” 

 
Li Amedê di 20’ê kanûnê de Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Emniyeta Amedê duh wan birin Dadgeha Amedê û Buluttekîn û Ozdemîr bi angaşta “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin, Eken jî bi tedbîra kontrola edlî hat berdan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi angaşta ku Buluttekîn “Endama rêxistinê ye” lêpirsîn derbarê wê de da destpêkirin û ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin. Di girteka lêpirsîna emniyetê de 51 pirs jê hatine kirin û 46 pirs ji malperên nûçeyan û çalakiyên partiya wê li dar xistiye pêk tên. Balkêş e 3 çalakiyên HDP’ê yên li ser destûra Walîtiya Amedê li dar xistiye û ku Buluttekîn beşdar bûye wek pirsa “armanca beşdariya te û tu li ser fermana kê beşdar buyî” jê hatiye kirin. 
 
Di girtekê darizandinê de nehatiye diyarkirin ku biryara girtina Buluttekîn kengê hatiye dayîn, lê roja 20 kanûnê ji saet 05.30 heta saet 15.00’an li mal, wesayîta wê û odeya meqamê wê ya Şaredariyê lêgerîn hatiye kirin. 
 
BEYANÊN ŞAHIDÊ NEPEN PIŞTÎ 15 MEHAN ŞÛN VE HAT PIRSÎN 
 
Di girteka darizandinê de li Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Amedê di hizûra Serdozgerê Komarê de di 21’ê îlona 2018’an de şahidê nepen “Firar” îfade daye û gotiye: “Di nava TJA’yê de xebat birêve dibe. Van xebatan bêtir li ser partiya siyasî birêve dibe. Niha Hevseroka HDP’a Amedê ye. Ji bo ku seroka bajêr e, amadekariya çalakî û şahiyên tevgera jinan ji çapemeniyê re radigihîne. Kesayetên di nava kadroya KCK’ê de xebat birêve dibin ferman didinê û fermana wan bicih tîne.” Derket holê ku van beyanên şahidên nepen piştî salek û 3 meh şûn ve ji Buluttekîn pirs dikin.
 
Buluttekîn beyanên şahidê nepen qebûl nekir û destnîşan kir ku ev hêncetên sexte ne û ew aktîvîstek jin e û li ser navê navenda giştî ya partiya xwe HDP’ê ew xebitiye. 
 
'ÇIMA TU BEŞDARÎ ŞAHIYÊN HDP’Ê BÛYÎ?’ 
 
Ji Buluttekîn pirsa tevlî bûna wê ya mitînga HDP’ê ya di 19’ê çileya 2019’an de li dar xistiye, mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û pîrozbahiya Newroza 21’ê Adarê jê hatiye kirin û li ser fermana kê beşdarî van şahiyan bûye jê hatiye pirsîn. 
 
AXAFTINÊN DEMA HILBIJARTINÊ JÊ HATIYE PIRSÎN
 
Gelek axaftinên Buluttekîn ên di pêvajoya hilbijartina xwecihî ku li gelek deveran kiriye û rexne û berteka li dijî qeyûm jê hatiye pirsîn. 
 
'ÇIMA BEŞDARÎ BÎRANÎNA VEDAT AYDIN BÛYÎ’ 
 
Çalakî û şahiyên di navbera 2017, 2018 û 2019’an de yên wek “Vekirina buroyên hilbijartinê yên HDP’ê, beşdariya sersaxiya Zulkuf Gezen ê ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî, daxuyaniyên greva birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve hat destpêkirin, mitînga HDP’ê ya ‘Hevdîtina Ciwanan û Gel’, meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Ser Jinan, Komxebata Zimanê Kurdî, bîranîna Serokê Kürt Dil Çalıştayı, bîranîna Serokê HEP’ê ya Amedê Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin, merasîma cenazeyan, daxuyaniya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Kongreya 5’emîn a DBP’a Amedê, danasîna namzetên hevşaredarên jin ên HDP’ê, Konferansa Jinan, beşdariya şahî û çalakiyên bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan pêk hatine” pêk hatine wek sûc arasteyî Buluttekîn hatine kirin. 
 
'XWESTIN TÊGIHÎNA RAYA GIŞTÎ BIGUHERÎNIN’ 
 
Parêzerê Buluttekîn, Sertaç Buluttekîn diyar kir ku tevî biryara nepen li ser dosyeya miwekîla wî bûye jî agahiyên derbarê dosyeyê de bi çapemeniyê re hatiye parvekirin û xwestine bi parvekirina van agahiyan di nava raya giştî de têgihînek cuda çê bikin. Buluttekîn da zanîn ku xebatên miwekîla wî kiriye hemû xebatên partiya siyasî ne û ji 50 pirsên derbarê miwekîla wî de hatine amadekirin 45 pirs têkildarî xebatên wê yên siyasî bûne. Buluttekîn anî ziman ku beyanên şahidê nepen bi navê “Firar” hemû bê bingeh in û xebatên miwekîla wî kirine li gorî qanûnên destûra bingehîn yek jî nabin sûc. 
 
Dadger rewşa delîltiya heyî, beyana şahidê nepen, pirtûkên qedexekirî yên li malê hatine desteserkirin, beşdariya merasîmên cenaze kir hêncet û bi angaşta Buluttekîn “Endama rêxistinê ye” da girtin û şand Girtîgeha Tîpa T a Amedê. 
 
MA / Aydin Atay
 

Sernavên din

28/12/2019
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne
10:47 Hevşaredar Ozdemîr bi beyana şahidê nepen ku wî nas nake hatiye girtin
10:38 Li ser sînorê Îranê cenazeyek din jî hat dîtin
10:32 Qedexeya ku hezar û 130 roj in li Wanê didome 15 rojên din jî hat dirêjkirin
10:31 Di 2019’an de daraz bi biryarên xwe bû rojeva sereke
10:27 Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e
10:25 'Kurd vê carê ji bo yekîtiyê bi biryar û israr in'
10:05 'Erbane bûye qîrîna jina'
10:04 Wanî: Çi karê me li Sûriyeyê heye?
09:14 Hem hatin derbkirin hem jî ceza li wan hat birîn!
09:14 Ji ber tayînkirina qeyûm şermezar kirin ji kar hatin derxistin
09:06 Hindik maye zinar bi ser wan de bên!
09:05 ‘Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe’
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN
24/12/2019
21:18 Hevseroka DBP'a Mêrdînê hat binçavkirin
19:10 Li Şirnexê kana madenê hilweşiya
17:41 Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin
16:15 TGB'ê bertek nîşanî dansa ‘Las Tesis' a jinan da
16:14 Ji ber nivîsa 'Leyla Guven rûmeta me ye' 3 meh ceza lê hat birîn
15:59 Îşkence li welatiyan hat kirin û bijîşk rapor neda welatiyan