Fîgen Yuksekdag: Daraz cezayê kujeran kêm dike û tolê ji siyasetmedaran digire

  • rojane
  • 13:20 24 Kanûn 2019
  • |
img
ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku ji doza xwe ya sereke tê darizandin wiha got: "Duh kesê ku jinan ciwan a bi navê Ceren li kolanê qetil kir, ji rêgezên hiqûqê ku li gorî kesan tên guhertin sûd girt û dibe ku li kolanan hin kesên din bikuje. Lê heman welatî kesên ku serokkomar rexne kirine dikarin bi 3-4 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin."
 
Daneşîna doza Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag jê tê darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin . Yuksekdag ji GIrtîgeha Kandrayê ku lê girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. 
 
'DI FEZLEKEYAN DE PIRSGIRÊKÊN CIDÎ HENE'
 
Yuksekdag a ku bi biryara yekkirinê ya 9'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Amedê dest bi axafitinê xwe kir û diyar kir ku di hemû fezlekêyên jê re hatine şandin de gelek kêmasî hene û got: "Di warê axaftinên ku aîdê minin de tu pirsgirêk  tune ye. Lê di warê cidiyetê de pirsigirêk heye. Di warê danasîna axaftinê de pirsgirêk hene û ev dibe pirsgirêk. Ez dixwazim bibêjim ku ev şaşî wê bibin sedema pirsgirêkên cidî."
 
'BI TAYBETÎ DESTESER KIRIN' 
 
Yuksekdag di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tundiya dewletê ya li ser dozên kesên hatin hilbijartin û wiha berdewam kir: "Di salên ku me li pey xwe hiştin de em bi operasyonên bi vî rengî re rûbirû man, lê wan desteserkirina îradeyê wekî teknîka taybet danîn holê. Hebûna xwe bi darazê didin îspatkirin. Bi tayînkirina qeyûm êrîşî nûnertiya gel dikin." 
 
'Em dibînin ku nexweşiyek li holê heye'
 
Yuksekdag anî ziman îqtîdar xespkirina îradeyê û operasyonên xwe yên siyasî berdewam dike û wiha got: "Rewşa qeyûm ku em pê re rûbirû dimînin tu elqeya wê bi hiqûqê tune ye û ev xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Kesê ku di warê hiqûqî de ji bo bibe hevşaredar tu pirsgirêka wan tune ye pitî ku tê hilbijartin bi du rojan dibe pirsgirêk  û mazbataya wan tê desteser kirin.  Bi giştî 33 şaredariyên me hatin desteserkirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên me hatin kirin.  Ji vê jî diyar dibe ku ev darizandin bi awayê dijhiqûqî tên kirin. Ji ber vê em dibêjin ku nexweşiyek li holê heye."
 
'DIVÊ EM JI HEQÎQETÊ RE BIBIN RONAHÎ' 
 
Yuksekdag bal kişand ser kuştina jinan ku her diçe zêde dibe û wiha domand: "Di mek nêz de kuştina jinan ket rojeva welat. Daraza ku  di warê kuştina jinan de ji ber rewşa baş ceza kêm dike, dema mijar dibe siyaset, bê tehemûliyê dike û bi awayê tolhildanê nêz dibe. Ev ji aliyê îktîdara siyasî ve bê qebûlkirin an neyê qebûlkirin jî ev bûye sedema darizandina civakî. Duh kesê ku jinan ciwan a bi navê Ceren li kolanê qetil kir, ji rêgezên hiqûqê ku li gorî kesan tên guhertin sûd girt û dibe ku li kolanan hin kesên din bikuje. Lê heman welatî kesên ku serok komar rexne kirine dikarin bi 3-4 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin. Rojnameger bi salan dikarin di girtîgehan de bimînin. Ger ku ev rewş berdewam bike wê ev pêkanîn bibin sedema helwestên xeternak di nava civakê de ku derkevin holê." 
 
'LAZIME EM ZILMA CELADÊ XWE LI RÛYÊ WÎ BIDIN' 
 
Yuksekdag diyar kir ku divê ew zilma celadê xwe li rûyê wan bidin û got: "Operasyonên qirkirina siyasî li dijî partiya me berdewam dikin. Desteserkirina şaredariyên HDP'ê tê wateya desteserkirin nûnertiya wekhev a  nava civakê û nûnertiya jinê. Îktîdar pitî têkçûna xwe ya 31'ê Adarê careke din operasyon pêk anî û hem tola xwe ji gel û hem jî ji jinan hilanî.  Bi darbeya duyemîn a qeyûm re îradeya jinan caredke din hat desteserkirin." 
 
'EM Ê BI SEKNA XWE YA BI HÊZ LI BER XWE BIDIN' 
 
Yuksedag diyar kir ku ew ê ji zulumkaran bi rêya demokraiyê hesap bipirsin  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi gelê xwe bawer in û gelê me jî bi xwe bawer e.  Bêzerkirina girtîgehan ji holê hatiye rakirin, ji ber ku li derve jî 800 hezarî zêdetir mirov girtî ne. Ev kes bi rêya şertê kontirola edlî her daîm mecbûr dimînin ku bibin muhatabên dadgeh û qereqolan.  Hejmara van kesan bi sedhezaran e. Çareserkirina vê tenê ne di destê darazê de ye. Lê rola darazê girîng e û ev dikare bibe sedema  vekirina deriyekî girîng."
 
Piştî parastina Yuksekdag, parêzerên wê parastinê kirin. 
 
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
 
Piştî parastina parêzeran dozger xwest girtina Yuksekdag dewam bike. Heyeta Dadgehê jî daxwaza dozger qebûl kir û biryara dewama girtina Yuksekdag da. Danişînek din taloqî 10'ê adara 2020'an hat kirin. 
 

Sernavên din

28/12/2019
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne
10:47 Hevşaredar Ozdemîr bi beyana şahidê nepen ku wî nas nake hatiye girtin
10:38 Li ser sînorê Îranê cenazeyek din jî hat dîtin
10:32 Qedexeya ku hezar û 130 roj in li Wanê didome 15 rojên din jî hat dirêjkirin
10:31 Di 2019’an de daraz bi biryarên xwe bû rojeva sereke
10:27 Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e
10:25 'Kurd vê carê ji bo yekîtiyê bi biryar û israr in'
10:05 'Erbane bûye qîrîna jina'
10:04 Wanî: Çi karê me li Sûriyeyê heye?
09:14 Hem hatin derbkirin hem jî ceza li wan hat birîn!
09:14 Ji ber tayînkirina qeyûm şermezar kirin ji kar hatin derxistin
09:06 Hindik maye zinar bi ser wan de bên!
09:05 ‘Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe’
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN
24/12/2019
21:18 Hevseroka DBP'a Mêrdînê hat binçavkirin
19:10 Li Şirnexê kana madenê hilweşiya
17:41 Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin
16:15 TGB'ê bertek nîşanî dansa ‘Las Tesis' a jinan da
16:14 Ji ber nivîsa 'Leyla Guven rûmeta me ye' 3 meh ceza lê hat birîn
15:59 Îşkence li welatiyan hat kirin û bijîşk rapor neda welatiyan