Zarokê gefên kuştinê lê hat xwarin û ew kirin sîxûr serboriya xwe vegot

  • rojane
  • 14:08 24 Kanûn 2019
  • |
img

WAN – Zarokê 17 salî diyar kir ku polîsan wî bi malbata wî ew tehdît kirine û sîxûriyê lê ferz kirine. Zarok serî li Şaxa ÎHD’a Wanê da û li dozgeriyê giliyê polîsan kir. 

Zarokê 17 salî yê nexwest navê wî were nivîsandin ê li taxa Xaçorta navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijî, bi hênceta polîsan gefê mirinê lê xwarine û wî bi malbata wî tehdît kirine û sîxûriyê lê ferz kirine serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û piştî piştevaniya hiqûqî wergirt, çû dozgeriyê giliyê polîsan kir. 
 
'WÊNEYÊ XWIŞKA MIN NÎŞANÎ MIN DAN Û GEF LI MIN XWARIN’ 
 
Zarok da zanîn dema polîsan ew binçav kiriye lêdane û polîsan li Şaxa Zarokan a Emniyetê sîxûriyê lê ferz kirine. Zarok anî ziman ku polîsan jê re gotiye “Em bi te re biaxivin, tu jî ji me re her tiştî bêje. Em ê heta hetayê karek sîgortayî bidin te.” 
 
Zarok tiştê bi serê de hatin wiha vegot: “Piştî binçavkirinê min birin edliyê û ez hatim berdan. Pişt re tu hevdîtinên min çênebûn. Piştî du mehan ez dîsa hatim dadkirin. Piştî dadgehê biryara beratê da min, polîsan dîsa hatin û xwe gihandin min. Ez li parkekê rûdiniştim, du kes hatin cem min û ketin milên min. Gotin ‘serê xwe xwar bike û li serçavê me nenêre.’ Ji min pirsa ez bi çi hevalê xwe re axivîme kirin. Min got ez tiştekî neaxivîme. Pişt re yek ji wan telefona xwe derxist û wêneyê xwişka min nîşanî min da. Gotin ‘Diyar e tu ji xwişka xwe pir hez dikî. Meraq neke dê tu tiştek nebe, tenê tu bersiva pirsên me bide.’ Min jî bersiv da pirsên wan. Ji min pirs kirin ku çalakiyên li taxê ji aliyê Gotin ‘tu van hîn bibe, emê dîsa xwe bigihînin te.’ Pişt re min berdan û çûn.” 
 
'HER TIM JI MIN XWESTIN EZ TEV LI ÇALAKIYAN BIBIM’
 
Zarok da zanîn ku du hefte şûn ve dîsa polîsan xwe gihandiyê û dîsa berpirsên çalakiyên li taxê pêk tên jê pirsî ne û wî jî gotiye ku tu agahiyê wî ji wan nîne û li ser vê yekê polîsan gef lê xwariye. 
 
Zarok anî ziman ku polîsan gef lê xwariye û got: “Yek ji polîsan got ‘Binêre tu ji malbata xwe gelek hez dikî, tu naxwazî bikevî girtîgehê. Heke tu naxwazî zirerek were serê ferdek malbata te her tiştî ji me re bêje. Em ê te biparêz in.’ Polîsan ji min re gotin li taxê tev li çalakiyê bibe û binêre kî çalakiyê li dar dixe û were ji  me re bêje. Min jî ji ber gefên wan teklîfa wan qebûl kir. Piştî heftiyek du hefteya dîsa polîs hatin gel min. Ji min re gotin ‘te çalakî kir?’ Min got na min çalakî nekiriye. Min got kes tune bûye. Gotin ‘divê tu şevek çalakî heye biçî. Binêre ka kî çalakiyê li dar dixe. Li ser û çavê wan binêre ew kî ne û hîn bibe.’ Dîsa min bi van gotinan tehdît kirin.” 
 
‘CIWANAN JI HEV BELAV BIKE’ 
 
Zarok diyar kir ku dîsa dema ew rojek ji avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê derketiye polîsan rêya wî biriye û polîsan gef lê xwariye û sîxûriyê lê ferz kirine. 
 
'GEFÊN MIRINÊ LI MIN DIXWIN’ 
 
Zarok da zanîn ku polîsan bi gefan jê xwestiye karên îlegal bike, Meclîsa Ciwanana HDP’ê ji hev belav bike û wisa ye ku her ciwanê ji avahiya HDP’ê derdikeve polîs pêşiya wî/wan dibirin û didin pey wan û van teklîfan li wan dikin. 
 
Zarok anî ziman ku polîs niha gefên mirinê lê dixwin û got: “Ji ber vê yekê min serî li Komeleya Mafên Mirovan da. Pişt re jî ez çûm dozgeriyê û min giliyê polîsan kir. Li dijî malbata min gef tên kirin. Wêneyê xwişka min nîşanî min dan û gefên mirinê xwarin. Min kirin sîxûr. Çend caran tiştan bi min dan gotin. Polîs bi awayek xerab berê xwe didin min. Heke tiştek were serê min sedemê vê yekê polîs in.” 
 
 

Sernavên din

28/12/2019
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne
10:47 Hevşaredar Ozdemîr bi beyana şahidê nepen ku wî nas nake hatiye girtin
10:38 Li ser sînorê Îranê cenazeyek din jî hat dîtin
10:32 Qedexeya ku hezar û 130 roj in li Wanê didome 15 rojên din jî hat dirêjkirin
10:31 Di 2019’an de daraz bi biryarên xwe bû rojeva sereke
10:27 Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e
10:25 'Kurd vê carê ji bo yekîtiyê bi biryar û israr in'
10:05 'Erbane bûye qîrîna jina'
10:04 Wanî: Çi karê me li Sûriyeyê heye?
09:14 Hem hatin derbkirin hem jî ceza li wan hat birîn!
09:14 Ji ber tayînkirina qeyûm şermezar kirin ji kar hatin derxistin
09:06 Hindik maye zinar bi ser wan de bên!
09:05 ‘Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe’
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN
24/12/2019
21:18 Hevseroka DBP'a Mêrdînê hat binçavkirin
19:10 Li Şirnexê kana madenê hilweşiya
17:41 Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin
16:15 TGB'ê bertek nîşanî dansa ‘Las Tesis' a jinan da
16:14 Ji ber nivîsa 'Leyla Guven rûmeta me ye' 3 meh ceza lê hat birîn
15:59 Îşkence li welatiyan hat kirin û bijîşk rapor neda welatiyan