Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e

  • rojane
  • 10:27 25 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL - Hunermend Ahmet GuneşTekîn, destnîşan kir ku Komkujiya Roboskiyê ji bo îktîdarê bûye pratîkeke zor e û got: "Tirkiye, di doza Roboskiyê de polîtîkaya bêcezatiyê pejirand". 

 
Di ser Komkujiya Roboskiyê re 8 sal derbas bûn ku di 28'ê Kanûna 2011'an de piranî jê zarok 34 kes bi balafirên şer hatibûn kuştin. Hunermend Ahmet Guneştekîn, anî ziman ku îktîdarê ji bo pêkanîneke neqanûnî çavên xwe girtiye û ji ber vê komkujî pêk hatiye. Guneştekîn, destnîşan kir ku Roboskî ji bo îktîdarê pratîkeke dijwar e û got: "Paşê ji binpêkirinên din cudatir hat nîqaşkirin. Di warê mafên mirovan, mafên zarokan, edalet, hiqûq, biyopolîtîka hwd. de hat nîqaşkirin û hîn jî tê nîqaşkirin û nivîsandin. Tiştên li Roboskiyê qewimîn, ji nişkave pêşî li herikbariya jiyanê birî. Şikestinek mezin bû". 
 
‘NE MIMKUN E EM WEKÎ WAN BIBIHÎSIN' 
 
Guneştekîn, bal kişand ser pêvajoya komkujiyê û got, ev komkujî di raya gştî, di çapemenî, parlementoyê de û li kuçeyan bû sedema hêrseke mezin. Guneştekîn, bibîr xist ku rayedarên îktîdarê jî ji bo vê hêrsê sivik bikin, daxuyandibûn ku "Wan gotiye qey ne qaçaxçî endamên terorê ne" û got: "Li gor qanûna jimare 5233'yan rayedarên dewletê tazmînata pereyî teklîf kirin. Lê malbatan qebûl nekir. Paşê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat dayîn. Lê serlêdan nehatin qebûlkirin. Dibe em di vî warî de êşa malbatan fêm bikin, lê ne mimkun e em bi qasî wan tişta qewimiye bibînin û bibihîsin". 
 
‘MEKANÎZMAYÊN HIQÛQÊ NAŞUXILIN 
 
Guneştekîn, destnîşan kir ku di dozên wiha de mekanîzmaya hiqûqê nayê şoxulandin û got: "Ji bo mirov bawer bikin ku edalet heye, nexwe divê berpirsiyar bênc ezakirin. Wisa bibe jî ew travma baş nabe. Ev hem ji malbatan hem jî ji bo me. Di dozên bi vî rengî de ku kiryarên wan nayên dîtin, ne mimkun e mirov behsa cebirandinekê bike. Bi rasî jî pir zor û zehmet e. Em li vir dikarin bal bikişînin ser bîra civakiyî. Gava em bixwazin li Tirkiyeyê demokrasiyê analîz bikin, beriya her tiştî divê em berê xwe bidin dîroka wê ya ku tu carî ji şidetê xalî nebûye. Di warê demokrasiyê de gelek bûyer û nakokî hene, ek ji van jî Roboskî ye. Li vira tişta em behs dikin hem beden hem jî gotin in. Şideta di ser wan re tê çêkirin. Ev şidet, di heman wextî de ji bo kesan nenaskirinê, nexuyakirinê, mirinê û rûxandinê hildiberîne. Mekanîzmayên xizaniyê û newekheviyê hildiberîne. Yanî li vira em behsa pirsgirêkeke strukturel dikin". 
 
BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN 
 
Guneştekîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê her diçe binpêkirina mafên mirovan zêde dibe û got: "DMME'yê, bi hinceta rêyên hiqûqa navxweyî ne xitimîne doza Roboskiyê qebûl nekiribû. Bi vê biryarê polîtîkaya bêcezatiyê ya Tirkiyeyê pejirand". 
 
'HIQÛQ ÎKTÎDARÊ NADRIZÎNE'
 
Guneştekîn, diyar kir ku fikra ku kiryarên van dozan dewlet e jî rê li ber çareserkirina van dozan digire û got: "A rast pirs ev e; bi fikrekî hîn spesîfîk divê pîlotên bombe barandine an kesên talîmat dane wan bên darizandin an jî di vir de kiryar îktîdar e? Dadgehên Nûrnbergê li vira ne, dibe em li wan mêze bikin. Tim û tim ê sûcdar kes e. Mekanîzmaya hiqûqê kesan didarizîne, ne fikran an jî îktîdarên siyasî. Çimkî di mekanîzmayên hiqûqê de têg otin her sûc şexsî ye û bi awayekî berbiçav tê pênasekirin. Helbet ji bo malbatan dîtina kiryaran bivê nevê ye. Lê divê pirsa me ev be; pergala hiqûqê wê çi qasî destûra vê yekê bide". 
 
MA / Erdogan Alayûmat 
 

Sernavên din

28/12/2019
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne
10:47 Hevşaredar Ozdemîr bi beyana şahidê nepen ku wî nas nake hatiye girtin
10:38 Li ser sînorê Îranê cenazeyek din jî hat dîtin
10:32 Qedexeya ku hezar û 130 roj in li Wanê didome 15 rojên din jî hat dirêjkirin
10:31 Di 2019’an de daraz bi biryarên xwe bû rojeva sereke
10:27 Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e
10:25 'Kurd vê carê ji bo yekîtiyê bi biryar û israr in'
10:05 'Erbane bûye qîrîna jina'
10:04 Wanî: Çi karê me li Sûriyeyê heye?
09:14 Hem hatin derbkirin hem jî ceza li wan hat birîn!
09:14 Ji ber tayînkirina qeyûm şermezar kirin ji kar hatin derxistin
09:06 Hindik maye zinar bi ser wan de bên!
09:05 ‘Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe’
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN
24/12/2019
21:18 Hevseroka DBP'a Mêrdînê hat binçavkirin
19:10 Li Şirnexê kana madenê hilweşiya
17:41 Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin
16:15 TGB'ê bertek nîşanî dansa ‘Las Tesis' a jinan da
16:14 Ji ber nivîsa 'Leyla Guven rûmeta me ye' 3 meh ceza lê hat birîn
15:59 Îşkence li welatiyan hat kirin û bijîşk rapor neda welatiyan