Ne xwendekar ne jî beş hene, lê meaşê xwe digirin!

  • rojane
  • 09:29 28 Kanûn 2019
  • |
img
DERSÎM - Li Zanîngeha Mûnzûrê, 13 beş hatin girtin. Lê li gelek beşên ku xwendekarên wan tunene kadroyên akademîk dixuyên. Ev kadroyên akademîk ku tev li dersekê jî nabin meaşê xwe digirin. Ji sedî 80'yê van kadroyan hemşehiryên rektor in û ji Xarpêtê ne. 
 
Di sala 2018'an de gava Zanîngeha Mûnzûr a Dersimê hat avakirin, hejmara xwendekarên wê li dor 7 hezaran bû. Lê di sala 2019'an de hejmara xwendekaran di navbera 2-3 hezaran de kêm bû. Her çend Rektora Zanîngehê Ubeyde Îpek dibêje hejmara xwendekaran 6 hezar e jî, lê ji roja zanîngeh hatiye avakirin heta niha gelek beş hatine girtin. Piraniya van beşan jî "tabeleyên wan hene, lê xwendekarên wan tunene". 
 
13 BEŞ HATIN GIRTIN 
 
Di sala 2018'an de kesî qeyda xwe li Beşa Biyo Endezyarî, Endezyariya Jeolojiyê, Endezyariya Kîmyayê, Endezyariya Hawirdorê, Endezyariya Metalurjiyê û Endezyariya Zexîreyan çê nekir. Ji ber vê ev beşên navbirî hatin girtin. Piştî ev beş hatin girtin nêzî 40 hîndekarn van beşan li Dibistana Bilind a Pîşeyî hatin bicihkirin. Her wiha hejmara xwendekarên li Fakulteya Endezyariyê jî ji sedî 65 kêm bûye. 
 
Di sala 2018'an de li Fakulteya Aboriyê jî beşa ekonometrî, aborî, karsazî, maliye, zanista siyasetê û têkiliyên navneteweyî jî hatin girtin. Nehat hînbûn hîndekarên van beşan li ku hatine bicihkirin, lê belê hat diyarkirin ku hîndekar bi awayekî rêk û pêk meaşên xwe digirin. 
 
FAKULTE HENE LÊ XWENDEKAR TUNENE 
 
Di sala 2012'an de Fakulteya Ragihandinê jî hat avakirin, lê belê xwendekarekî wê jî tuneye. Lê di beşê de dekanek, sekreterê fakulteyê Yûnûs Baraşir ku ajovanê rektor bû û tayînî vê beşê hat kirin, 5 peywirdarên lêkolînê û hîndekarek heye. Hat gotin hîndekarên fakulteyê bêyî dersekê jî bidin meaşên xwe digirin. 
 
Her wiha li Fakulteya Berên Avî jî xwendekar tunene. Hîndekarên wê jî bêyî dersekê bidin meaşên xwe digirin. 
 
REKTOR JI BO XARPÊTIYAN DIXEBITE! 
 
Hat diyarkirin ku ji sedî 80'yê hîndekar, xebatkarên akademîk û îdarî yên zanîngehê xarpêtî ne ku Rektor Ûbeyde Îpek ku ji Xarpêtê ye. Her wiha ligel vê rektor Îpek di sala 2018'an de xwarzîka xwe Elîf Sezer jî li Fakulteya Endezyariyê û xwişka xwe Seda Gunduzalp jî li Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Pêrtagê bi cih kiribû. 
 
Têkildarî vê me xwe gihand hin xebatkarên zanîngehê. Ji bo ji kar neyên avêtin xwestin navê wan neyê aşkerekirin. Xebatkaran, diyar kir ku gelek hîndekar derî qada xwe dixebitin û gelek jê jî bêyî dersê bidin meaşê xwe digirin. Her wiha xebatkaran ji bo "qenciya" ku rektor ji hemşehriyên xwe re kiriye jî gotin: "Ên Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê diqedînin, her çi hîkmet be qismetê gişan Zanîngeha Mûnzûrê ye. Gava zanîngehê kuta dikin çend sal şûnde li vira dibin hîndekar. Rektor Ûbeyde Îpek, hem kadroya xwe ya malbatî hem jî hemşehriyên xwe pir baş diparêze". 
 
MA / Semra Tûran

Sernavên din

31/12/2019
10:52 Serokê Şaredariya AKP’î dest bi çêkirina înşaeta qaçax kir
10:46 Şenoglu: Têkoşîna Ocalan a aştiyê çareseriya hemû qrîzan e
10:45 Wê SMO li Îdlibê li dijî arteşa Sûriyeyê şer bike!
10:40 KCD'ê sala 2020'an pîroz kir
10:30 Polîsê endezyar Cîhan Can pelçiqang hat berdan: Qey min got êzing e
10:13 Di sala 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
09:29 Cîhangîr Îslam: Wê hejmara kesên ji AKP'ê vediqetin zêde bibe
09:26 Kal Gaxan ji nû ve tê pîrozkirin
09:21 Muzîkên ku guhdar kirine jî sûc hatine hesibandin!
09:20 Şaredarê ji ber tirsa qeyûm îstifa kir tabelaya kurdî daxist
09:19 Parlementer Ocalan: Polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê tenê ne polîtîkaya Tirkiyeyê ye
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2019'AN
30/12/2019
19:22 Li Dîlokê 48 dever hatin qedexekirin
17:25 Soylu got 'Carek din dê navê PKK'ê neyê gotin' lê herî zêde Solyu navê PKK'ê bilav kir
16:27 Ji bo Dengbêjê Şirnexî dîwan danîn
15:41 Tosûn têkildarî qetilkirina Can pêşnûmepirs da Meclisê
15:37 Elok îsal nayên firotin
15:15 Girtiyê bi destûr derket mirovek birîndar kir
14:56 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîr û Elkê hatin bibîranîn
14:03 Malbatên Roboskî tên dadgehkirin: Ji miriyan jî tolê hildidin
13:10 Cezayê pere li bav û kurê ku pezkoviyan qetil kiribûn hat birîn
13:10 Jina ku hat angaştkirin întîxar kiriye jiyana xwe ji dest da
12:54 Li Rihayê kesek hat girtin
12:45 Zilamê ku keça wê tacîz kir girt
12:45 Mamosteya jin li mala xwe mirî hat dîtin
12:34 Li Dersimê rêya 139 gundan hat girtin
11:30 Selefiyên li Idlibê dişînin Libyayê
10:33 Hevşaredarên Sûrê sewqî Erziromê kirin
10:17 Li Çewlikê jineke ku hat angatşkirin întîxar kiriye rakirin nexweşxaneyê
10:06 Rojên Wêjeya Kurdî bi dawî bû
09:58 Li Amedê wesayîteke sergo qelibî: Kesek mir û kesk jî birîndar bû
09:54 Ozçelîk: Hişmendiya ziman tune be dê hişmendiya neteweyî jî lawaz be’
09:00 Malbat ji ‘tîmê îknayê' bêzar in
09:00 ‘Li ser girtiyên nexweş hiqûqa dijminantiyê pêş dixin'
09:00 Karabat: AKP dema diçe talan dike û diçe
09:00 Temellî: Tecrîd li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk e
09:00 Lîbya ji bo kê û çiqas girîng e?
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2019'AN
29/12/2019
22:52 Kampanya "Ji Ocalan re azadî" hat destpêkirin
22:23 AYM’ê biryar da ku mafê Dîlan Kortak hatiye îhlalkirin
21:54 Eskeran karker bi zorê ji çadiran derxistin çadirê wan hilşandin
19:39 Jinan li Antalya qedexeya walî nas nekirin û dansa ‘Las Tesis’ pêşkêş kirin
18:30 Îtalya Tirkiye hişyar kir: Şandina eskeran a Lîbyayê ne çareserî ye
17:29 Fîlîz Kerestecîoglu: Bi mîlîtarîzmê tundiya li ser jinê zêde dibe
17:23 'Mirina Cihan Can ne qeza ye, cînayet e
16:13 Temelli: Çi karê we li Lîbyayê heye?
15:43 SOHR: 300 çekdarên girêdayî Tirkiye gihîştin Lîbyayê
14:06 YDG’ê konferansa 'afirandina nûbûniyê' li dar xist
13:43 Rêxistina HDP'ê konferansa Anatoliya Navîn pêk anî: Dem dema hêviyê ye
13:10 Li Bûrsayê 34 kesên li Roboskî hatin kuştin bi bîr anîn
13:04 Hevşaredarê Kopê yê girtî sewqî Mereşê kirin
12:46 Foza: Destkeftiya heri mezin a îsal avakirina Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
12:33 Rojnameya heftane ya Kurdî Xwebûn bi hêjmara nû derket
11:15 Hevşaredara Gimgimê ya girtî sewqî Osmaniyeyê kirin
10:45 Gundiyên ji ber ocaxa qûmê li ber xwe didin: Bi droneyan me dişopînin
10:31 Li Wanê destê 3 esnafan li piştn wan kelepçe kirin û binçav kirin
10:30 Ekolojîs: An Qanal an jî Stenbol
09:51 ‘Hestiyariya ji bo Kanal Îstanbul ji bo Heskifê nehat nîşandan
09:50 Ozkan: Şaşî û çewtiya li Sûriyeyê li Lîbyayê jî tê kirin
09:13 ÎHD: Ên îşkenceyê dikin tên parastin
09:13 ‘Butçeya aqilê mêr e, ji sedî 1 jî para jinê di vê butçeyê de tune ye'
09:12 Nameya wî piştî 9 mehan şandin
09:08 Piştî dinya sar bû eleqeya ji bo etaran jî zêde bû
09:04 Eleqeya ji bo sabûna zeytê ya Nîzîbê zêde dibe!
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2019'AN
28/12/2019
19:58 Di hefteyekê de 3 jin li Amedê hatin kuştin: Saziyên jinan bertek nîşan dan
17:20 Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê kongreya xwe pêk anî
17:10 ‘Heta edalet neyê Roboskî edalet nayê Tirkiyeyê'
17:09 Buldan: Çûyîna AKP’ê di destê me de ye, em bi leztir bikin
16:50 Şêwekar Zehra Dogan komkujiya Roboskê bi wêneyan xêz kir
16:37 Şenoglû: Rêya derketinê meclîs in
16:09 'Kuştina bi maşîneyên zirxî bi zanebûn e'
16:00 Kilamên xwe diyarî Roboskî kirin
15:44 Xizmên windayan: Bila dewlet ji Roboskiyan lêborîn bixwaze
15:43 Albûma nû ya Sîmir Rûdan a bi navê ‘Kevî’ derket
15:24 Meclîsa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe yên Herêma Çukurova û Anatoliya Navîn pêk anin
15:12 Xwestin girtiyê di mejiyê wî de perçeyê şarapnelê heye bê berdan
15:05 Roboskî nehat jibîrkirin: Teqez em ê ji berpirsan hesab bipirsin
14:46 ‘Kujerê birayê min Mehmet Agar e ’
14:37 34 qurbaniyên Roboskî hatin bibîranîn: Heta em cilên spî û rengîn li xwe bikin dê têkoşîna me dewam bike
13:26 Li Somalî êrîşa bombeyî: 61 kes mirin
13:13 Ji bo Keleha Wanê bila nifirê Menua qebûl bibin
13:05 Roboskî di salvegera 8’emîn de jî reş girêda
12:43 Polîsên trafîkê xwest belgeya qusûrê bi malbata Can bidin îmzekirin
12:26 Maşîneyên zirxî di 10 salên dawî de bûn sedemê mirina 37 kesan
12:14 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
11:48 Aborînas Karatepe: Aboriya Tirkiye di sala 2019'an de têk çû
11:43 Bi xêzkirina wêne bêrîkirina dayika xwe dide nîşandan
10:55 Cenazeyê Cîhan Can ê otobusa polîsan ew kuşt hat veşartin
10:34 Hêviya mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aj dide
10:20 ‘Wisa bidome dê 20 sal şûnde zimanê Gurcuyan tune bibe'
09:30 Stenbolî: Pêdiviya me ne bi qenalê, bi kar û bar heye
09:29 Ne xwendekar ne jî beş hene, lê meaşê xwe digirin!
09:14 AYM'ê ji bo nelêkolînkirina şideta polîsan got, 'binpêkirina mafa' ne
09:12 'Mesele ne lehî ye, armanca wan me ji vira derxînin'
09:10 Nerazîbûnên ji bo meaşê kêm: Têkoşîn niha dest pê dike
09:08 'Lêçûn û fatûreyên DEDAŞ'ê pişta me şikand'
09:06 Reqor di dest turîzmê de ye, lê deramet tuneye: 6 meh in karker betal in
09:05 Çîroka kilama Momê
09:04 HDP'î tên şopandin