Foza: Destkeftiya heri mezin a îsal avakirina Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû

  • rojane
  • 12:46 29 Kanûn 2019
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 sal in di nava şoreşê de ne û got: "Destkeftiyên jinan a herî mezin, avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Dîsa jinan bi şerê li dijî DAIŞ’ê û tevlêbûna çalakiyên li dijî dagirkeriyê serkeftinên dirokî nîşan dan. Jinan bi tekoşîna xwe pêşengiya şoreşa civakê kir." 
 
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsif, der barê pêşketin û xebatên jinan ên di sala 2019’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Foza Yusif,  pirsên Rojnameger Nejbîr Osman û Îsam Abdullah ên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bersivandin û li ser destkeftiyên jinan rawestiya. 
 
Foza Yûsif, anî ziman ku di 8 salên dawî de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem di rewşeke şoreşê de bûn û got: “Ji bo bilindkirina asta têkoşînê jinan her sal gavên nû avêtin. Li gorî min yek ji deskeftiyên herî girîng ên jinan ên vê salê, avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ev gaveke dîrokî bû. Ji ber ku ev meclis ji bo avakirina nêrîneke hevbeş a jinan ku bikarin di çalakiya guhertina civakî de rol bilîzin, dixebite. Helbet bi tevlêbûna piraniya rêxistinên jinan di vê meclisê de, dê şûna parlemtoya jinan bigire. Ji ber ku dê hemû dozên jinan û dozên din bi nêrîneke din werin dîtin û nîqaşkirin. Dê jin karibin ku di çalakiya avakirina civakî, siyasî û çandî de bibin hêzeke aktîf.”
 
'JIN LI DIJÎ DAIŞ’Ê BI SER KETIN' 
 
Foza Yûsif, anî ziman ku yek ji destkeftiyên din ên dîrokî yên jinan jî serkeftina YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê ye û wiha got: “Tevlêbûna şerê li dijî DAIŞ’ê ji bo jinan serkeftineke girîng bû. YPJ’ê tola hemû jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî tecawiz, firotin û tundiyê hatine, rakir. Em vê serkeftina jinan a li dijî terorê ku zîhniyeta baviksalariyê ya hezaran salan temsîl dike, girîng dibînin. Helbet berxwedana şervanên jin ên di nava refên HSD’ê de li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê girîng û pîroz bû. Her wiha berxwedana Ronahî, Zîn û bi dehan hevrêyên wan cîhan hejand. Şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef û dayika Aqîdeyê bandoreke mezin li wijdanê mirovahiyê kir. Bi vê re careke din ji cîhanê re tekez kir ku Erdogan dijminê jinan e, ew DAIŞ’î ye û li dijî her tevgereke rizgariyê ya demokratîk e.”
 
‘DAYIK Û BAV MAMOSTE NE' 
 
Yûsif, destnîşan kir ku girîng e ku pêngavên hişmendiya civakê bi hemû pêkhateyên wê ve werin pêşxistin û wiha berdewam kir: "Her ku jin û mêrên civakekê zana, demokratîk û kesayetên têgihiştî bin, ew qasî civakeke bitendurist derdikeve holê. Ji bo gihandina mirovan malbat girîng e. Dibistana yekemîn e. Ev dibistan divê bi awayekî domdar were pêşxistin ji ber ku dayik û bav mamosteyên wê ne. Mamosteyên ne serkeftî nikarin nifşekî serkeftî biafirînin.”
 
Yûsif, li ser jiyana pêwist jî rawestiya û wiha pêde çû: "Divê bê zanîn em çawa bijîn, bi hev re didin û distînin û em çawa jiyaneke malbatî ya pêşketî ava bikin. Her wiha divê em têkiliyên xwe yên malbatî ji nû ve bi rêxistin bikin. Weke hemû saziyên din, ji ber paşketina di mêjiyê me de malbat jî xwedî aloziyeke ruhî ya mezin e. Gelek sedemên din jî hene. Ji ber vê di têkiliya jin û mêran de pêwîstiya me bi pîvanên nû heye. Divê em li dijî diyardeya tundiya di malbatê de li dijî jinan, têkoşînê bikin. Her wiha divê em bizanin ku doza rizgariya jinan doza mêran jî. Ji ber ku mêrê ku rêzê li hemberî xwe digire û deyerê dide jiyana xwe, divê bi jineke xwedî îrade, azad û têgihîştî re bijî. Yan jî jiyana bi xizmetkarekê re nayê wateya hevaltiyê, lê belê dê di çarçoveya têkiliya di navbera kole û xwediyê wê de bimîne. Ev jî sedema bingehîn a paşketina civakên me ye.”
 
LEHENGAN LEHENG WELIDANDIN'
 
Yûsif, di dirêjiya axaftina xwe de li ser rola jinan a di çalakiyan de jî rawestiya û wiha axivî: "Çalakî û xwepêşandanên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta tirk de, beşdarbûneke jinan a balkêş hebû. Bi vê boneyê em dibêjin dayikên şehîdan bi helwestên xwe yên wêrek û xweragirtina li dijî dagirkeriyê, bûn nîşana şeref û rûmetê. Pêşwazîkirina zarokên xwe yên şehîd bi tilîliyan hêzeke mezin da berxwedêrên Berxwedana Rûmetê û careke din îspat kir ku ew lehengên ku leheng afirandine. Erdogan û çeteyên xwe ji jina azad, wêrek û zana ditirsin. Ji ber ku li ser sîstema wan a paşketî ku jina bê îrade û kole û mêrê zordar esas digire, gefan çêdike. Ew ne tenê ji hêza me weke jin ditirsin, lê belê heta ji cenazeyên me jî ditirstin û tola xwe ji cenazeyên şehîdên me hiltînin û bi wan dilîzin. Weke ku bi cenazeyê şehîd  Barîn Kobanê lîstin û Hevrîn Xelef bi rengekî hovane qetil kirin. Kîna wan li dijî jinan pir mezin e.”
 
'JIN LI TEVAHIYA CÎHANÊ BI BANDOR IN'
 
Yûsif herî dawî bal kişand ser bandora jinê ya cîhanê û got: “Ew wek şevşevok (baçermok/pirçemek) in. Ji ronahiyê ditirsin, di tariyê de dijîn û di tariyê de dimirin. Dixwazin bi rêya jinan tola xwe ji sîstema me ya demokratîk hilînin. Dizanin ku jin bingeha sîstema me ya civakî ye û kolekirina jinan rêya dûrxistina civakan e. Ji ber vê hedefgirtina jinan ne tesadûf e, lê belê xwe dispêre îdeolojî û siyaseta ku partiya AKP`ê esas digire. Hêza jinan li tevahiya cîhanê bandor kir û bû meşaleyeke ku hemî azadîxwaz li dorê kom dibin. Ji ber yekê dixwazin vê meşaleyê vemirînin û hêviya jinan bişikînin. Lê belê şoreşa jinan bi israra mayîn û pêşketinê dewam dike, her wiha hedefgirtina jinan îradeya me têk nabe û tekez dike ku em di rêya rast de ne. Bi rêveberiya jinan re me şoreşeke civakî pêk anî. Tu hêz nikare ku hêviyên me yên jiyana azad û birûmet têk bibe. Ji ber vê tecawiz û lîstina bi cenazeyên jinên me, nikare me paşve vegerîne. Lê belê dê hêzeke mezintir bide me ku em rêya xwe dewam bikin. Sala 2020`an dê bibe sala pêşxistin û mayîndekirina şoreşa jinan.” 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/01/2020
09:12 Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e
09:12 Nerazîbûna gelê Amedê ya ji bo Partiya Vatanê
09:12 Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir
09:11 Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan
09:10 Qeyûmê Cizîrê qanûna şaredariyê bin pê dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'AN
03/01/2020
22:21 Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
16:47 Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in
16:19 Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
16:11 Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
16:06 TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike
15:17 Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat
15:10 Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
15:09 ‘Divê maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin’
14:36 Pisporan kuştina Silêmanî nirxand: Amerîka peyamek zelal a şer da Îranê
14:36 Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
13:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir
13:23 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:23 Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir
13:16 Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
13:05 Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin
13:00 Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin
12:40 Bavê ku destdiriyê keça xwe ya astengdar kir hat girtin
12:18 Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne?
11:34 Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
11:13 Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin
10:44 Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
10:28 ‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
09:58 ‘Min du darbest hilgirtin, du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn'
09:57 'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’
09:33 Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû
09:26 Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye
09:20 Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye
09:20 2 sal in biryara veşarî ya li ser dosyeya teksîvan Zafer Ceyhan nehatiye rakirin
09:19 Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan
09:18 Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe
09:16 Bi sedan nexweş di dorê de ne
09:15 Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'
09:14 Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
09:13 Behsa keçên xwe kirin: Sêvê, Fatma û Pakîze jiyan bi xwe bûn
09:12 Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin
09:11 Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:32 Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin
02/01/2020
15:44 Parêzerên Ocalan di sala 2020’an de serlêdana ewil kirin
15:38 Jina 71 salî ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest da
15:31 Notirvanê înşatê di qûlûbeya xwe de mirî hat dîtin
15:13 Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da
15:01 'Em ê serîhildana xwe bidomînin'
14:35 Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
13:32 Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
13:14 Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'
13:14 Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş
13:13 Leşkeran li Licê bi ser gundekê de girt
12:33 5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin
11:29 Hêjmara nû ya Newaya Jin derket
09:01 Ne gor in, 'gorên komî' ne: Ji mirovekî tenê perçeyek maye
09:01 Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin
09:01 Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
09:01 Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:39 Li Îranê erdheja hêza wê 5.8 pêl pêk hat
01/01/2020
18:38 Li Tirkiyeyê di 7 salan de 419 zarokên karker mirin
18:27 Dayika Eren Keskîn hat definkirin
16:13 Diyarname.com: Di sala 2019'an de 252 pirtûkên kurdî hatine weşandin
15:04 Dayika Eren Keskîn çû ser dilovaniya xwe
14:01 Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
12:42 Zarokê 13 salî mirî hat dîtin
12:08 Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin
12:02 Meclis ji bo tezkereya Lîbyayê dicive
11:25 Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn
11:15 Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin
11:04 Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker
11:03 Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire
10:15 Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
09:46 3 girtî ligel rapora ATK'ê nayên berdan
09:16 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'
09:07 Îfadeyên 'şahidên' di îdianameya hevşaredaran de ên heman kesî ne
09:07 Jê xwestin di nav dîmenên jê hatine birin de kiryaran teşhîs bike
09:06 Ji bo 'darizandineke adil' 192 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Kesê dest û piyên wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?
09:05 Ji hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê hat kirin re dawetname şandin
09:04 Ji ber 'Parvekirina twitterê' doz li Rojnameger Erol vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2020'AN
31/12/2019
17:01 Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin
16:25 Mamosteya bi KHK’ê hat deqkirin pereyê xwe stend
16:08 TJA’yê bertek nîşanî çapemeniya ku aktîvîstên wan hedef nîşan de, da
15:12 Belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir
14:43 Zilamê ku êrîşa zayendî kir nehat girtin
14:10 MEBYA-DER: 463 cenaze li gorên bêkesan hatine definkirine
14:09 Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin
14:05 Parêzerên karsaz Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin
13:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê di 2020'an de bi rêngê jinê têkoşîna xwe bidomînin
13:06 11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn
12:42 Fezlekeyên dawî yên 2019’an li Meclîsê ne
12:15 Berî serdana Emîne Erdogan, ewlekariyek zêde hat girtin
11:35 Hêviyên Waniyan ji sala nû
11:30 Hevserokên HDP'ê: Sala 2020'an dê bibe sala mezinkirina hêviyê
11:21 Bejahiya Şirnexê ji têketinan re hat qedexekirin
11:03 Yekitiya Ereban bi rojeva Lîbyayê dicive