Şenoglu: Têkoşîna Ocalan a aştiyê çareseriya hemû qrîzan e

  • rojane
  • 10:46 31 Kanûn 2019
  • |
img
STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriyê axivî û got: "Ocalan ji bo çareseriya qrîza pergalê pêşniyarên giring kirin. “Rojava bi felsefeya Ocalan bi teşe bû. Têkoşîna Ocalan a ji bo aştiyê, li dijî Qrîza kapitalist çareserî ye." 
 
Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu têkildarî geşedanên 2019'an nirxandin kir û diyar kir ku di sala 2019'an de di navbera bindest û gelên kedkar û navbera serdestan de têkoşînek dijwar pêş ket û wiha got: "Ji ber qrîza heyî hêzên serdest qadên şerê germ ava kirine. Li dijî qrîza heyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê çareseriya jiyanê pêş xist. Pêşniyarên Ocalan pêş ketin. Ji ber vê yekê divê mirov têkiliya tecrîdkirina Ocalan û êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rast analîz bike. Di sala 2019'an de zextên dijwar li ser HDK'ê pêş ketin. Di sala 2020'an de em ê di nava têkoşîna pêşxistina aştiyê de bin. Aştiya bi rûmet hevî û bendewariya gelan e. Di sala 2019’an de şer bû sedema qrîza aborî. Pergal têk çû. Li dijî pergala mêtîngeriyê, têkoşînek xurt a karker, kedkar û bindestan pêş ket. Qrîza peralê herî zêde di qada aborî de xwe da der. Dîsa qrîza politîk pêş ket. Şerê germ zêde bû. Reqabeta emperyalist şer sor kir û bi rêxistin kir. Di pêşketinên li Rojhilata Navîn de hêzên serdest pêşengî ji şerê 3'emîn ê cîhanê re kir."  
 
‘LÊGERÎNA JIYANEK NÛ' 
 
Şenoglu, destnîşan kir ku li gel qrîza aborî û siyasî, qrîza avhewa û zayendiyê jî pêş ket û wiha lê zêde kir: “Bi hezaran jin hatin qetilkirin. Jin rastî tacîz û tecawizê hatin. Ev qrîz bêtir kûr bû. Di encama hemû qrîzan de emperyalizma kurevî ji bo mirovahiyê bûye tehdîtên pir mezin. Di sala 2019'an de li dijî vê qrîzê di nava gelê cihanê de îtîrazên xurt bilind bûn. li Amarîkaya Latîn, Ewropa, Rojhilata Navîn û gelek cihên din gelên bindest li dijî pergala kapitalist têkoşîn xurt kirin. Ketin nava lêgerîna jiyanek alternatîf. Her ku diçe partiyên nijadperestî û faşîst zêde dibin. Gelên cîhanê li dijî pergala Kapitalist her ku diçe îtîrazên xwe zêde dike. Pergala serdest li cîhanê kaosek mezin ava kiriye. Salên li pêş me, kîjan vîn qrîza pergalî araste bike dê diyar bibe. 
 
'PÊŞNIYARÊN OCALAN ÊN ÇARESERIYÊ Û ROJAVA' 
 
Şenoglu, destnişan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li dijî qrîzên heyî ji bo çareseriyê pêşniyarên pir xurt pêş xistin û wiha berdewam kir: "Rojava bi felsefeya Ocalan bi teşe bû. Sedema êrîşên li dijî Rojava jî felsefeya Ocalan e. Ji ber ku dijminên perspektifa Birêz Ocalan  a çareseriyê ye van êrîşan zêde dikin. Yên vê dijminantiyê dikin; rejîma tîran, dîktator û nijadperestan e. Ji xwe yên DAIŞ li serê gelê Rojhilata Navîn kirin bela ev hêzên rejîma tîran, nijadperest û dîktator in. Bi taybeti di serdema pêvajoya çareseriyê de têkoşîna Ocalan a ji bo yekîtî û aştiya gelan derket pêş. Mase xera kirin û rê li pêş vê yekê girtin. Li şûna polîtîkayên çareseriyê li Rohilata navîn polîtîkayên şer pêş xistin. Ev nîşan dide ku, pergala Kapîlatist ji bo ku ev têkoşîna Ocalan li pêş wan dibe astengî, ev pêvajo bi dawî kirin. Ocalan tecrîd kirin. Ji ber vê yekê em dibêjin tecrîda Îmraliyê ne tenê tecrîda li Îmraliyê ye. Ev tecrîd, di heman demê de tecrîdkirina Rojhilata Navîn û hemû kedkarên cîhanê ye. 
 
‘YA TECRÎDÊ RAKE TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YE' 
 
Şenoglu, anî ziman ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe divê têkoşîna demokrasiyê li Tirkiyeyê pêş bikeve û wiha lê zêde kir: “Rakirina tecrîdkirina li Îmraliyê, tê wateya çareseriya pirsgireka Kurd a Tirkiyeyê. Ger ku rê li pêş siyaseta demokratîk neyê vekirin, şerê li herêmê dê bêtir kûr bibe. Me dît ku bi hezaran girtî ketin grevê û diyar kirin ku Ocalan vîna çareseriyê ye. Ji ber vê yekê tecdîla li ser Ocalan, nêzîkatiya li hemberî aştiyê ye." 
 
Şenoglu, herî dawî da zanîn ku wan li ser mijarên "Em li ku kêm in? Me li ku mîsyona xwe nelîstiye? Em li ku bi rêxistin nebûn û me xwe bi rêxistin nekir? niqaş meşandin û wiha got: "Li ser vî esasî di kongreyên HDK û HDP'ê de dê li ser van niqaşan pêk bê. Dê bibe kongreyên rexne û rexnedayînê. Ger ku em di vê mijarê de bi ser bikevin em dê karibin aştiya bi rûmet pêş bixin. Em dê li gorî misyon û rola HDP û HDK'ê rexnedayîna xwe bidin. Ger ku em wisa bikin em dê pergala kaosê derbas bikin." 
 
Şenoglu  herî dawî da zanîn ku di sala nû de hevî û bendewariyên gel ji wan pir zêde ye û wiha got: "Em dê di sala nû de bibin bersîva banga gelê xwe. Ji bo em bibin bersîva gelê xwe çi ji destê me bê emê bikin. Ger ku em vê yekê pêk bînin em dê sala 2020'an bi aştiya bi rûmet pêş bixin." 
 
 

Sernavên din

04/01/2020
09:12 Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e
09:12 Nerazîbûna gelê Amedê ya ji bo Partiya Vatanê
09:12 Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir
09:11 Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan
09:10 Qeyûmê Cizîrê qanûna şaredariyê bin pê dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'AN
03/01/2020
22:21 Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
16:47 Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in
16:19 Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
16:11 Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
16:06 TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike
15:17 Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat
15:10 Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
15:09 ‘Divê maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin’
14:36 Pisporan kuştina Silêmanî nirxand: Amerîka peyamek zelal a şer da Îranê
14:36 Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
13:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir
13:23 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:23 Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir
13:16 Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
13:05 Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin
13:00 Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin
12:40 Bavê ku destdiriyê keça xwe ya astengdar kir hat girtin
12:18 Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne?
11:34 Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
11:13 Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin
10:44 Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
10:28 ‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
09:58 ‘Min du darbest hilgirtin, du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn'
09:57 'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’
09:33 Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû
09:26 Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye
09:20 Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye
09:20 2 sal in biryara veşarî ya li ser dosyeya teksîvan Zafer Ceyhan nehatiye rakirin
09:19 Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan
09:18 Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe
09:16 Bi sedan nexweş di dorê de ne
09:15 Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'
09:14 Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
09:13 Behsa keçên xwe kirin: Sêvê, Fatma û Pakîze jiyan bi xwe bûn
09:12 Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin
09:11 Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:32 Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin
02/01/2020
15:44 Parêzerên Ocalan di sala 2020’an de serlêdana ewil kirin
15:38 Jina 71 salî ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest da
15:31 Notirvanê înşatê di qûlûbeya xwe de mirî hat dîtin
15:13 Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da
15:01 'Em ê serîhildana xwe bidomînin'
14:35 Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
13:32 Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
13:14 Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'
13:14 Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş
13:13 Leşkeran li Licê bi ser gundekê de girt
12:33 5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin
11:29 Hêjmara nû ya Newaya Jin derket
09:01 Ne gor in, 'gorên komî' ne: Ji mirovekî tenê perçeyek maye
09:01 Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin
09:01 Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
09:01 Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:39 Li Îranê erdheja hêza wê 5.8 pêl pêk hat
01/01/2020
18:38 Li Tirkiyeyê di 7 salan de 419 zarokên karker mirin
18:27 Dayika Eren Keskîn hat definkirin
16:13 Diyarname.com: Di sala 2019'an de 252 pirtûkên kurdî hatine weşandin
15:04 Dayika Eren Keskîn çû ser dilovaniya xwe
14:01 Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
12:42 Zarokê 13 salî mirî hat dîtin
12:08 Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin
12:02 Meclis ji bo tezkereya Lîbyayê dicive
11:25 Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn
11:15 Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin
11:04 Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker
11:03 Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire
10:15 Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
09:46 3 girtî ligel rapora ATK'ê nayên berdan
09:16 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'
09:07 Îfadeyên 'şahidên' di îdianameya hevşaredaran de ên heman kesî ne
09:07 Jê xwestin di nav dîmenên jê hatine birin de kiryaran teşhîs bike
09:06 Ji bo 'darizandineke adil' 192 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Kesê dest û piyên wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?
09:05 Ji hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê hat kirin re dawetname şandin
09:04 Ji ber 'Parvekirina twitterê' doz li Rojnameger Erol vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2020'AN
31/12/2019
17:01 Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin
16:25 Mamosteya bi KHK’ê hat deqkirin pereyê xwe stend
16:08 TJA’yê bertek nîşanî çapemeniya ku aktîvîstên wan hedef nîşan de, da
15:12 Belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir
14:43 Zilamê ku êrîşa zayendî kir nehat girtin
14:10 MEBYA-DER: 463 cenaze li gorên bêkesan hatine definkirine
14:09 Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin
14:05 Parêzerên karsaz Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin
13:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê di 2020'an de bi rêngê jinê têkoşîna xwe bidomînin
13:06 11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn
12:42 Fezlekeyên dawî yên 2019’an li Meclîsê ne
12:15 Berî serdana Emîne Erdogan, ewlekariyek zêde hat girtin
11:35 Hêviyên Waniyan ji sala nû
11:30 Hevserokên HDP'ê: Sala 2020'an dê bibe sala mezinkirina hêviyê
11:21 Bejahiya Şirnexê ji têketinan re hat qedexekirin
11:03 Yekitiya Ereban bi rojeva Lîbyayê dicive