Hunermend: Divê em bi lez li pêş pişaftinê bibin bend

  • rojane
  • 09:14 13 Çile 2020
  • |
img

AMED – Şanoger Rûgeş Kirici diyar kir ku pişaftinek li ser çand, huner, ziman û jiyana kurdan heye û got: “Ev ne îro ye bi salane didome û tenê cureyên wê diguherin. Haya me ji vê tiştê heye. Lê divê em zûtirîn bendekê li pêş vê yekê dînin. Hunermend Elî Tekbaş jî anî ziman ku nivîskar, şanoger, sînemager û kesên bi çandê û cihekî din ve girêdayî divê berpirsiyariya xwe pêk bînin û xebateke mezin bikin.

 
Li Amedê Komxebata 1’emîn a Ziman û Çandan, di 11-12'ê Çile pêk hat. Nêzî 300 kesên di navde nivîskar, akademîsyen, hindekar, weşanger, karsaz, nûnerên saziyên jinan, zarok, çand û hunerê jî hebûn, amade bûn. Ji beşdaran Şanoger Rûgeş Kirici û Hunermend Elî Tekbaş ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
‘BIŞAFTINEK LI SER JIYANA KURDÎ HEYE’
 
Beşdar û Şanogera Koma Teatra Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Rûgeş Kirici diyar kir ku di nav lêgerîna parastin û pêşketina çand û ziman de ne û wiha got: “Ev komxebat bi taybet ji bo parastina ziman û çandê girîng e. Em wek lijneya hunerê niha niqaşên xwe dikin. Ev tor destpêke û girîng e. Heke bidome wê encamekê bi xwere bîne. Em hemû dibînin ku di nav civakê de axaftina Kurdî û parastina çandê lawaz dibe. Em dizanin ji xwe bişaftineke stratejîk heye li ser çand, huner û zimanê kurdan. Ne ji îro ve, bi salane ev didome. Tenê cureyên wê diguherin. Haya me ji vê tiştê heye. Lê divê em zûtirîn bendekê ava bikin. Niqaşa me hemûyan niha eve. Bi taybet jî ji bo zarok û nifşên nû divê em zûtirîn bikevin nava tevgerê." 
 
‘EM BI HUNERÊ DIKARIN ÇI BIKIN?’
 
Kirici, da zanîn ku li ser çareseriya rê û rêbaza parastina çand û ziman niqaşên wan didomin û wiha berdewam kir: “Pêşniyar hene. Ka em dikarin çi bikin çi nekin, em niqaş dikin. Em niha li ser hunerê niqaş dikin ku em dikarin çi bikin.  Em hunerê xwe bi kurdî dikin. Lê tenê bi kurdî têr nake. Çavkaniyên me çi ne? Tişta ku em bi kurdî dikin bi rastî jiyana kurdan e? Erdnîgariya kurdan ne?" An tiştekî din e? Ziman tenê jî têr nake. Ji bo ku jiyana em xeyal dikin dixwazin biafirînin gelo mesele tenê bi wî zimanî karkirine? Elbet ew girîng e lê dê bi wî zimanî re çawa bimeşe. Lê bes ev tiştekî girîngtir e gelek kes, ji sazî û derdoran beşdarbûne derdê hemûya jî yek e û dixwazin çareseriyekê bigerin.”
 
‘EM KARÊ XWE BI KURDÎ DIKIN’
 
Kirici, anî ziman ku hunera xwe bi kurdî dikin û wiha domand: “Em hunermendên kurd in. Ez şanoger im. Em dizanin ku tesîra şanoyê di dîroka cîhanê de li ser jiyandina çand û zimanê gelan pir zêde ye. Em vê jî dibînin ji xwe di salên dawî de em xwedî derketina gel ya li ser şanoyê dibînin. Em karê xwe bi kurdî dikin lê heman demê de niqaşa me ewe ku mesele ne tenê ziman kurdî be. Derdê me çi ye? Tiştê ku em vedibêjin çi ye di nav civakê û li ser wan sahneyan? Em çi dibêjin çi vêdibêjin? An ku bi zimanê xwe kurdî çawa bi estetîktir derkevin hemberî gel. Lêgerîneke me ya wisa heye. Em nikarin bêjin çênabe.Çêdibe lê qels e. Em dikarin xurttir bikin.”
 
'EZ BI HEVÎ ME' 
 
Solîstê Koma muzîkê yê Lawjeyê Hunermend Elî Tekbaş jî destnîşan kir ku kêfxweş e ku beşdarî civîna ziman û çandan bûyî û wiha axivî: “Karekî pîroz e. Ji ber ku li Kurdistanê pir zimanî gelek e. Wekî din jî çanda me berfireh e. Pewistî pê heye ku em li ser van biaxivin. Em berzebûna çand û zimanê tespit bikin. Ji ber vê yekê divê em rê û rêbazekê diyar bikin ku em bişên xwedî derketinekê ava bikin. Kesên zana û di karê xwe de pispor li vê derê ne, heviya min heye ku encameke baş derkeve.”
 
‘STRAN Û ÇÎROKÊN KURDÎ KOM DIKIM’
 
Tekbaş, da zanîn ku weke hunermendek stran û çîrokên kurdî kom dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştê ku ez kom dikim dinivîsim û arşîv dikim. Dikim stran û careke din şîn dikim. Nivîskar, şanoger, sînemager, kesên ku bi çandê an jî cihekî din girêdayî divê barê ser milê xwe zanibin û wê xebatekê mezin bikin. Ez bi şexsî di muzîkalên kurdî de cih bigirim. Stranên zarokan çêdikim û wek kargehan ava dikim. Stran û çîrokên kurdî belav bikim. Heta ji destê min tê wan diparêzim. Dê ji bo peşerojê û nifşê nû bimîne. pêngavên ku em diavêjin bo miletê kurd û hemû gelan girîng e. Hevîya min ewe ku wê tiştên baş derkevin.” 
 
‘STRANÊN ME BI TEMAMÎ KURDÎ NE’
 
Tekbaş, bilêvkir ku karê xwe bi kurdî dikin û pêşkeşî gel dikin wiha bi dawî kir: “Kes kurd an biyanî be, zimanê te zanibe nizanibe, divê tu ziman fêrî wan bike. Ez kurd im zimanê min kurdî ye. Mesele wek Koma Lawje dema li Stenbolê konserê didin. Tevahiya stranên me kurdî ne. Dema em behsa çîrokên stranên xwe dikin em kurdî dipeyivin. Kesên ku guhdar dikin temaşe dikin helbet di nava wan de yên ku kurdî nizanin gelek in. Lê divê em teşvîk bikin ku ew kes fêrî vî zimanî bibin an jî ew hevalê li cem wan pirsa wî hevalî bike ‘ev kes e çi dibêje min mereq kir.’ Divê mereqek li cem kesên biyanî çebibe ku zimanê kurdî pêş bikeve û winda nebe. Ya ku ez dixwazim kesên ku bi ziman û çandê ve eleqedar divê li ber zimanî bisekinin. Ziman girîng e bo me. Em karê xwe hunera xwe bi zimanê xwe bikin kesen biyanî jî heke fêm neke dê mecbur bizane. An jî dê pisyar bike bêje were bom in wergêr bike. Em jî wek kesên hunera kurdî dikin astengên li pêş xwe radikin. Ji ber ku em hatine deriyê dawiyê divê vî derî em baş vekin û tiştên me zanî baş belav bikin. Pêwistî bi vê heye.”
 
MA / Fahrettin Kiliç- Ayşe Surme
 

Sernavên din

18/01/2020
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2020'AN
17/01/2020
18:04 7 roj borîn lê Hurmuz û Şîmonî yên keldanî hêj nehatine dîtin
16:18 ‘Daraz ketiye bin kontrola îqtîdarê’
16:08 Ji ÎHD’ê rapora sala 2019’an: Li 61 kesan sîxûrtî hat ferzkirin
15:56 Bavê zaroka xwe îstîsmar kir hat binçavkirin
15:37 Kubîlay: AKP nikare bibe Ferhat tenê dikare ji bo pereyan aşiq bibe
15:29 Kedkarên tundî şermezar kirin rastî tundiya polîsan hatin
14:57 Bertekên li dijî Waliyê Dersîmê: Heta niha hûn li ku bûn?
14:55 Rêxistinên Tenduristiyê: Heke tundî bi dawî nebe, em ê rojekê dest ji kar berdin
14:20 Zilamê ku Şehrîban Çatı kuşt hat girtin
13:44 ‘Komxebata Yekîtiya Neteweyî’ sibê dest pê dike
13:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:57 HDP wê beriya kongreya mezin konferansa xwe li dar bixe
11:52 Tecawiza 3 çawîşên pispor wiha veşartin!
11:44 Kaya ya 3 salin tê darizandin nehat berdan
11:17 Walîtiya Şirnexê piştî 7 rojan ji bo malbata Dîrîl daxuyanî da: Lêgerîn didome
11:08 Bapîrê tecawîzê neviyên xwe kir bi 23 salan hat cezakirin
10:16 Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê: Çinar: Ji bo yekîtiya neteweyî mutabakat lazim e
09:39 Ustun: Wê qenal rêyên koçberiyê û celebên wan tune bike
09:27 YSK’ê navê 15 partiyên dikarin bikevin hilbijartinek muhtemel aşkere kir
09:14 Girtiyên Girtîgeha Xarpêtê 13 name ji ÎHD'ê re şandin
09:13 Wê endamên meclîsên şaredariyan qeyûman gilî bikin
09:13 Qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera şaredariyê rakir
09:13 Ji bo heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye
09:11 Piştî ava lehiyê ziwa bû zirara wan jî xuya bû
09:10 ‘Heke em kurdî biparêzin wê kurdî nemire’
09:09 Qeyûm derî girt û tabelaya navê Ayşe Şanê daxist!
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 esker mirin
16/01/2020
16:14 Nûrcan Bakir li gundê lêhatibû dinê hat definkirin
15:21 Hulya Alokmen: Em her dem ji xweliya xwe çêbûn û geş bûn
15:12 Êrîşa li dijî HDP'ê ya Stenbolê hat şermezerkirin: Desthilatdarî zemînê ava dike
14:47 Ji bo qursên kurdî yên ÎSMEK'ê eleqeyek zêde heye
14:44 Platforma Jinan a Enqerê: Em ê şopdarê bûyera Gulîstan bin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:41 Gelê Şengalê ji bo Zerdeşt Şengalî û hevalên wî merasimek girseyî li dar xist
13:33 Tevgera Azadî: Êrişa li dijî Şengalê dewama êrîşên DAIŞ’ê ye
13:09 11 kesên ku qeyûm protesto kiribûn beraet kirin
12:48 HDP'ê xwest cînayeta Hrant Dink ronî bibe
12:29 Meclîsa jinê bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên jin da
12:20 Leşkeran 2 kesan li Licê binçav kir
12:07 Walîtiya Dersimê çalakiyên li bajêr qedexe kir
12:04 Hêzên demokrasiyê ji bo Gulîstan Dokû mîtîngê li dar dixin
12:00 Serlêdana dawî ya Mihrîcana Fîlm a Yilmaz Guney 25'ê Çile ye
10:52 Bang li Meclîsê kirin: Em efoya îstîsmara zarokan naxwazin
10:12 Aydenîz: Konjonktur yekîtiyê dispêre me
10:08 Berdevkê DDKD'ê Okumuş: Ewil yekîtiyî piştre mafên neteweyî
09:34 2 leşker li Colemêrgê mirin
09:20 Piştî 4 salan wê polîsê ku Daşkan kuşt bê darizandin
09:19 Li qişleya eskerî girû û werem: 4 esker xistin Qarantînayê
09:19 Hevserokê DFG'ê Altan: Armanca me binpêkirina mafan û zextên tên kirin xuyangtir bike
09:18 'Torê kir ku em li ser ziman û çandê bibin yek'
09:18 Dadgehê beraat kir, dozger îtiraz kir
09:17 Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê: Dawî li Rewşa Awarte bînin!
09:16 Sefarî û sifirkarî jî hêdî hêdî diqede
09:16 Li Girtîgeha Tarsûsê mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2020
18:10 Dadgehê li Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat 7 sal û 6 meh ceza birîn
16:57 Gelek kes çûn serdana şîna Ramazan Toprak
16:41 Wê li Amedê "Komxebata Yekitiya Neteweyî" bê sazkirin
16:13 Li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê êrişa çekdarî
15:53 Dîmenên Dokû ku bi Abarakov re hevdîtin dike derketin holê
15:25 Malbata Keldanî ku 5 rojin agahî jê nayê stendin hat dîtin
15:08 Buldan: Tevî zextên giran jî em li ser piya ne
Temellî: Kongreya me banga ji bo hevdîtinek mezin e
14:13 10 meh ceza li Hevseroka HDP'ê yê Cizîrê Tunç birîn
13:46 Girtiya 28 salan Nûrcan Bakir dawî li jiyana xwe anî
13:23 Ji Heyeta Mirovên Aqilmend ji bo Soylû: Em li cem Kadîr Înanir in
12:23 Operasyona eskerî ya li Liceyê didome
12:22 Li Amedê jinek hat qetilkirin
11:54 Der barê 400 Kurdên li Almanyayê dijîn lêpirsîn vekirin
11:54 Li Elkê 5 roj in agahî ji malbata Keldanî nayê wergirtin
11:45 Li Ebaxê serma 27 pîle daket bin sifirê
11:25 Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî: Tekane astengiya li pêşiya yekîtiyê ‘bêbaweri’ye
11:25 Li Enqereyê 5 jin binçav kirin
10:38 Serokê Giştî yê PSK'ê Tek: Dewlet red bike nabe surpriz
10:21 Piştî 3 salan Wikipedia azad bû
10:02 Bi 3 zimanan ferhenga perwerdehiyê derxistin
09:21 'Li Girtîgehê mama nedidan pitika 4 salî'
09:21 Meger Îdareya Taybet rê çê kiriye!
09:18 Her meh bi qasî nîviyê meaşê digire deyndar e!
09:17 ‘Her kes wekî mirineke asayî be li vê trajediyê mêze dike'
09:16 Girtiyên ji ber derbkirinê li ber gardiyanan rabûn hatin derbkirin
09:16 'Qezenc tune, lêçûn pir in'
09:15 Girtiyê ku diranên wî hemû kurmî bûne nayê tedawîkirin
09:14 Tan: Newroza îsal dê bibe Newroza kurdî
Fîdan: Kesên pêşengtiya kurdan dikin divê ziman û çanda kurdan baş bizanibin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
00:59 Cenazeyê Ramazan Toprakê HPG'î defin kirin
14/01/2020
23:59 Li Amedê wesayîteke zirxî zilamekî 68 salî kuşt
19:14 2 endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê ji peywirê kirin
18:33 Keşîş Aho Bîleçen hat berdan
16:50 Li Mêrdînê mehek din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:46 Doza rojnameger Dogrû hat taloqkirin
15:46 Jinan li Dersimê: Li Kurdistanê mirov winda nabin, tên windakirin
15:09 Temellî hişyar kir: Dibe ku hûn vî welatî jî li ser meseyê bibînin
14:27 Li Amedê kesek hat binçavkirin
14:16 Dozger xwest rojnameger Akin were cezakirin
13:49 Qeyûm bi afîşan bertekên li dijî zema avê ditepisîne
13:27 Doza Kemal Kûrkût: Mudalixeyî dosyayê tê kirin
12:54 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê teqîn: 5 kes birîndar bûn
12:48 10 gardiyenên bi ser hucreyê de girtin Demîr ê girtî derb kirin