ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 24 Çile 2020
  • |
img

* Emdama MYK’a DBP’ê Hatîce Kiye û aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz, xebatên xwe yên derbarê yekitiya neteweyî ya kurd de û Komxebata Yekitiya Neteweyî ya li Amedê hat lidarxistin nirxandin û gotin: “Jinên kurd wê di xebatê de rolê pêşengtiyê bigirin ser milê xwe.”

* Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Recep Orûç, ji ber ku tev li daxuyaniyeke çapemeniyê bûbû hatibû binçavkirin û wî ji peywirê kiribûn. Her çend di dozê de beraat kir jî lê wezaretê ew îxrac kiribû. Lê belê piştî Dadgeha Îdareyê biryara îxracê betal kir, peywira Orûç lê hat vegerandin. 
 
* Li Çarşiya Tûrîstîkê, ji ber bizavdariya di kûra dowîzî de, gelek esnaf bêyî serfetih berê xwe didin malê. Her wiha heta niha gelek esnafan jî dikanên xwe girtiye. 
 
* Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen, têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kir ku zarok pêşeroja civakê ne û got: "Dema zarokek bi zimanê dayika xwe perwerdê nebîne û wî zimanî di nava civakê de nejî ew zarok weke xwarineke bêtem, bêxwê û nîvcomayî dimîne. Ew zarok kesayetiya xwe temam nake."
 
* Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê, li kesên tev li mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê bûbûn cezayê pereyî birîbû. Lê belê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Silopiyayê ji bo cezayê navbirî got, "dijî hiqûqê ye". 
 
* Li Mêrdînê, zilamê bi navê Mehmet Salîh Kirmizigul ku Şehrîban Çatê kuştibû, kuştina Çatê înkar kiribû û gotibû "ji mêrdevanê ketiye". Malbata Çatê jî bertek nîşan da û got: "Nexwe ji dêvla ku bibirana nexweşxaneyê çima ew xistiye bin qenepeyê?"
 
* Şêniyên gundê Cemê Isman ku havînan ji ber qedexeyan nikarin biçin zozan û mêrgan û giha bidirûnin, niha tona kayê bi hezar û 500 TL'yş, qevdek giha bi 7 TL'yan difiroşe. Şêniyên êdî nikarin sewalvaniyê bikin, ketina etra zivistanê ku dê çawa derbas bibe. 
 
* Komîsyona Şaxa OHD'ê ya Enqereyê çû Girtîgeha Tîpa T a Afyonê û hevdîtin bi girtiyan re ê kir. Piştî hevdîtinan komîsyonê raporek amade kir û di rapora xwe de diyar kir ku heqaret li girtiyan hatiye kirin, gef li wan hatiye kirin û li wan dane. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê jî ji bo muameleyên xirab gotiye, "ji be rgirtîgeh nûye" wiha bûye. 
 
* Di ser windabûna Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê Navçeyê Ebûbekîr Denîz re 19 sal derbas bûn. Parêzerên her duyan careke din serî li DMME'yê dan. 
 
* HDP dê 3'yemîn Konferansa xwe ya Mezin li Otela Hîlton a Enqereyê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li dar bixe. (10.00)
 
* Danişîna duyemîn a doza Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin ku bi angaşta "propaganda rêxistinê kiriye" tê darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (09.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a têkildarî Girtîgeha Jimara 1'an û 2'an û Girtîgeha Jinan ên Xarpêtê ku amade kir dê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (12.00)
 
* Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin dê di hefteya 212'emîn de li ber Dadgeha Amedê daxuyanî bide çapmeniyê. (13.30)
 
* Danişîna hin kesên ji doza Nisêbînê tên darizandin dê bê dîtin. (10.00-17.00)

Sernavên din

27/01/2020
14:16 Di danişîna Nazlier de wekîl û parêzer ji salonê hatin derxistin
13:25 Girtiyê siyasî yê nehate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:15 Fermandarê Amerîkî yê bi Ebdî re hevdîtin pêk anî: Em ê xebata li gel hevkarên xwe bidomînin
12:42 Li Hewengê 2 hatin binçavkirin
12:15 Li Çinarê 3 kesên têkildarî kuştina zarok hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 Dema înkar kir îtîraf kir: 894 qert hatine betalkirin
11:33 Angaşta li Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê 15 milyon lîre pere hatiye xwarin
11:21 AFAD'ê çadir dan, lê sobe û batanî nedan
10:24 Îlham Ehmed: Divê biryara Kurdî serbixwe be
09:54 Dozger li kujerê Şîrîn Tosun doz vekir
09:00 Bubul: Dewletan olê îslamê kiriye amûra qetlîaman
09:00 Dewlet kesên bi KHK'ê hatin dûrxistin wekî 'Kesê qedexe' pênase dike
09:00 JES ên li Aydinê tenduristiya mirovan dixin talûkeyê
09:00 29 salin girtî ye tenê carekê bi malbatê re hevdîtin kiriye
09:00 ‘Di bin çavan de îşkence li min kirin û xwestin bibim sîxur'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2020'AN
26/01/2020
20:37 Li Ezazê teqîn: Herî kêm 7 kes mirin
19:32 Li Xarpêtê her diçe hêjmara miriyan zêde dibe
19:10 Walîtiya Colemêrgê bê navber herêmên qedexe îlan dike
17:01 Li Lîcê operasyona leşkerî dest pê kir
16:47 Ji Demîrtaş peyama erdhejê
16:39 Walîtiya Xarpêtê alîkariya şaredariya HDP’ê şandibû paşve şand
16:13 MSD`ê xwest Tirkiye dawî li gefan û êrişan bîne
15:52 'Tevgerên çepgir bi çavên Ewropa li Îslamê dinerin û red dikin'
15:35 Walîtiya Xarpêtê muxtar hişyar kirin: Ji derveyî AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin
15:35 2 cenazeyên ji bin kevilan derxistin defin kirin
15:09 Nexweşxaneya dewletê ji ber bertekan Aydin girtin nexweşxanê
14:00 Heyeta HDP'ê ya Xarpêtê: Alîkarî ji serokên AKP'ê re çû
13:53 Şarederiya Sîlopî ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanyayê kir
13:33 Li Xarpêtê cenazeyê 4 kesên din hat dîtin
13:01 Hejmara kesên li Xarpetê jiyana xwe ji dest dan zêde bû
12:31 Ji bo piştevaniyê kampanya alîkariyê
12:30 Neteweyên Yekbûyî ji bo Xarpêtê peyama alîkariyê da
11:57 Ji ber ku pereyê wî tunebû bi halê emeliyatkirî avêtin derve
11:34 Malbata Fendîk edaletê dixwaze
11:10 Em dixwazin nerîna ‘Ji misilmanan çepgir û ji cepgiran misilman dernakeve' biguherînin
11:02 Kon nedan taxa ku 30 mal lê hilweşiyan e
10:47 Îro 5'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAIŞ'ê ye
10:19 Ji ber gotinên ne gotî 1.5 sal ceza birî
10:11 Şandeya HDP’ê welatiyên di erdhejê de zirar dîtîn ziyaret kirin
09:17 'Ger hûn bên ser vê axê ev tişt dê bên serê we'
09:08 Gerdiyan: Hûn terorîst in
09:06 El Mihbaş: Serweriya komên radîkal li Lîbyayê ji bo her kesî talûkeyeke mezin e
09:03 Qeyûmê Dêrikê 16 dikanên şaredariyê da îhaleyê
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2020'AN
25/01/2020
22:53 Li Xarpêtê zarokê 5 salî û diya wî ji bin kavilan hatin derxistin
20:47 Daxuyaniya dawî ya AFAD'ê: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 29
20:17 Xarpêt cardin hejiya
20:10 Koordînasyona Erdheja Xarpêtê ya HDP'ê gund bi gund geriya
18:14 Di dema erdhejê de deriyên hewadariyan nehatine vekirin
18:02 Ji bin kavilên avahiyê 2 jê birîndar 4 kes hatin derxistin
16:49 Gundê di erdheja berê de tedbîr negirtin niha ser û bin bû
16:26 Dayik û bavê ku ji bo kurê xwe çalakî kirin, hatin binçavkirin
16:24 4 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, hatin definkirin
15:55 Sûrên Amedê ji ber erdhejê hilweşiyan
15:39 814 girtiyên li Girtîgeha Semsûrê sewq kirin
15:27 Ji bo girtiyê metreyeke rûviyê hatiye jêkirin azadî xwestin
15:25 OEJ: Hişyariyên me li ber çavan negirtin
15:23 TMMOB’a Amedê li cihê erdhejê lêkolîn kir
14:48 TMMOB: Ji bo erdhejê tedbirên pêwist nehat girtin
14:42 Jina ducanî ya ji bin xirbeyan hatibû derxistin jiyana xwe ji dest da
14:35 Xwestin kiryarên dermanger Ayşenûr Şîmşekê bên dîtin
14:33 KCD: Ji bo gelê Xarpêtê bikevin nava piştevaniyê
14:14 ÎHD: Li gorî qanûnan her kes xwedî maf e ku daxuyaniyê bê destûr bidin
14:09 Berî 19 salan li bajarê hatibûn windakirin hatin bibîranîn: Faîl Levent Ersoz e
13:37 Wê Girtîgeha Semsûrê bê valakirin
13:23 Ji bin kavilên du avahiyên li kêleka hev hilweşiyabûn 6 kes hatin derxistin
13:21 Zaroka 13 salî ku li benda neqla mejiyê hestî bû jiyana xwe ji dest da
13:08 Ji bin kavilan bizin û ker derxistin
13:05 Hîna jî Xarpêt diheje: Heta niha 300 erdhejên peyhate çê bûne
12:37 HDP'ê xwest îsal bibe sala ferqkirina erdhejê, lê AKP-MHP'ê red kir
12:03 Li Xarpêtê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 4 avahiyan dewam dikin
11:47 TUAY-DER: Piştî erdhejê wê parêzer biçin girtîgehan
11:46 Li Meletiyê wesayît li refujê qelibî: 7 kes birîndar bûn
11:04 Zarokê dibin xirbeyan de ma hat rizgarkirin
11:01 AFAD'ê daneyên dawî parve kir: 21 kes mirin û 1030 kes birindar bûn
10:55 Amediyan şeva xwe derve derbas kirin
10:51 Destê girtiya nexweş bi saetan di kelepçeyê de li ber sermayê hiştin
10:34 Li Gezîn 3 kesên dibin kavîlên avahiya hilweşayî de mabûn hatin dîtin
10:09 HDP’ê şendeyek şand Xarpêtê
10:08 Rojnamegerên qertên wan hatin betalkirin: Em biryarê qebûl nakin
09:40 Esnafan bertek nîşanî Bazara Şaredariya Akdenîzê da
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILE 2020'AN
01:57 Wezir: Li Xarpêtê 15, li Meletiyê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
01:47 Welatiyê ku ji ber erdhejê banê dikana wî hilweşiya: 50 saniye dewam kir
01:23 Li Madenê 2 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
01:14 Şaredariya Êlihê: Koma me ya alîkariyê amade ye
00:44 Waliyê Xarpêtê: 2 jê giran 225 birîndarên me hene
00:13 AFAD: 14 kesan jiyana xwe ji dest daye
00:05 Keyayên gundên Sîvrîceyê: Hê tu alîkarî ji me re nehatiye
24/01/2020
23:52 Berdevkê Serokkomariyê Kalin: Sazî hemû hatine serferberkirin
23:43 Îmamoglû: Em ji bo alîkariyê amade ne
23:35 Resedxaneya Kandîlliyê: Wê erdhejên peyhate hefteyekê dewam bikin
23:14 Piştî erdhejê agir bi avahiyan ket
23:06 Li Xarpêtê gelek welatî di bin kavilên avahiyan de mane
22:54 AFAD: Xebatkarên me li qadê ne
22:49 Soylû: 4 kesan jiyana xwe ji dest daye
21:27 Li Xarpêtê erdhej çêbû: 6.8
19:39 Qertên Zer ên xebatkarên Bîrgunê betal kirin
17:44 Di dozên Sûrê de dadgehê bi cezabirînê dest bi danişînan kir