Li navenda erdhejê Xûxê nexweşxane tune ye: Em terkî mirinê tên kirin

  • rojane
  • 10:19 29 Çile 2020
  • |
img

XARPÊT - Derket holê li navçeya Xûxê ku navenda erdheja Xarpêtê bû, nexweşxane tuneye. 10 rojan beriya erdhejê, gelê navçeyê bi daxwazaneyan serî li Wezaret û Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar daye û diyar kirine ku terkî mirinê tên kirin. Hevseroka Şaxa SES'ê Derya Coşkûn, diyar kir ku li navçeyê tenduristiya gel tune tê hesibandin. 

 
Li navçeya Xûxê ku navenda erdheja bi pîleya 6.8 a Xarpêtê bû, nexweşxane tuneye. Li gel ku beriya niha jî 3 erdhejên mezin li navçeyê pêk hatine, ji bo avakirina nexweşxaneyê tu gav nehatine avêtin. Di erdheja herî dawî ku di 24'ê Çileyê de li navçeyê pêk hat de 41 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 600 kes jî birîndar bûn. Li gundê Çevrîmlîtaş ê navçeyê, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kesan jî gundiyan bi derfetên xwe ew ji bin kavilan rizgarkirin. 
 
NAVENDA TENDURISTIYÊ HEYE
 
Li gorî daneyên Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2018'an, 52 gundên navçeyê hene û gelheya wê jî 10 hezar e. li navenda navçeyê tenê Navenda Tenduristiyê ya Civak û Malbatê heye. Li navendê 3 bijîjkên malbatê peywirdar in û ambûlansek heye. Amûrên tansiyon, tehlîl, rontgen û labûratûvarê ku bi wan tedawiya nexweşan yê kirin, li navendê tunene. Dîsa tu tiştekî ku mudaxaleya lezgîn pê were kirin tuneye. Bi şev bijîjkek û hemşîreyek li navendê dimînin. 
 
SOZ HATIYE DAYÎN LÊ NEHATIYE ÇÊKIRIN
 
Li gel ku li hemû navçeyên Xarpetê nexweşxane hene jî li Xûxê qet nexweşxane nehatiye çêkirin. Ji bo çêkirina nexweşxaneyê, rayedaran gelek caran soz daye lê çênekirine. Hat hînbûn ku 10 rojan beriya erdhejê, gelê navçeyê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo çêkirina nexweşxaneyê de bi daxwazaneyan serî li Wezaret û Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar daye û daxwaz kirine ku li navçeyê nexweşxane bê çêkirin.  
 
WEZÎR DÎSA SOZ DA
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, duh serdana navçeyê kir. Koca weke mizgînî bide, diyar kir ku biryar dane ji bo Xûxê bi awayekî lez û bez nexweşxaneyek çêbikin. 
 
'EM TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN'
 
Welatiya bi navê Zehra Ozturk ku li navçeyê têkoşîna çêkirina nexweşxaneyê dide, diyar kir ku 2 sal in ji bo lêkirina nexweşxaneyê bi saziyên fermî û siyasermedaran re hevdîtinan kirine û wiha got: "Me hem bi devkî hem jî bi nivîskî daxwazên xwe yên çêkirina nexweşxaneyê aniye ziman. Lê bi tu awayî encam negirt. Heta 10 roj beriya erdhejê îmzeyên ku me ji bo çêkirina nexweşaxaneyê kom kiribûn, ji Wezaret û Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar re şand. Lê me ji vê jî bersivek negirt. Her tim soz tên dayîn lê di pratîkê de tiştek çênabe. Kes eleqedar nabe, em li ber çavan terkî mirinê tên kirin."
 
SES: TENDURISTIYA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN
 
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Xarpêtê Derya Coşkûn, bi bîr xist ku navçeya Xûxê li ser terka navenda erdhejê ye û ev tişt anîn ziman: "Ji bo ku rojek zûtir nexweşxane bê çêkirin divê bi awayekî lez û bez xebat bên destpêkirin. Li bajar, ji bo pêşxistina tenduristiyê her cûre cihên civakî hene lê nexweşxane tuneye. Ev jî tiştekî sosret e. Li navçeya Xûxê tenduristiya gel tune tê hesibandin. Mirov nikarin ji xizmeta tenduristiyê sûd werbigirin. Ji bo ku roejk zûtir nexweşxane çêbibe dê hewldanên me jî çêbibin."
 
MA /  Semra Tûran 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/01/2020
15:43 Heftiyeke agahî ji welatiyê çûbû girtîgehê nayê girtin
15:27 li Wanê di sala 2019’an de hezar û 657 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:11 Malbatên Pirsûsê ji bo dozê ber bi Rihayê ve derketin rê
14:58 AYM’ê ji bo girtî Kocaturk biryara mafê wî hatiye binpêkirin da
14:49 25 sal cezayê girtîgehê dan 4 kesên Roboskî
14:48 OHAL rabû, lê qedexeyên li Dîlok, Şirnex, Colemêrg, Çewlîk û Wanê ranebûn
14:08 Li Şirnexê 15 herêm weke 'Herêma Ewle ya Taybet' hatin îlankirin
13:55 Komeleya 78’an: Divê tecrîd raweste
13:37 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
13:34 Mexdûrên Erdhejê : Alîkariya xwe bişopînin
12:31 Ji Rûsyayê heyetek bi Barzanî re rûnişt
12:14 Doza Komkujiya Pirsûsê sibê ye
11:50 Ciwan wê li Wan û Erdîşê şahiyê li dar bixin
11:36 Li Farqînê 10 kes hatin binçavkirin
11:35 Ji bo Egeyê hişyariya erdhejê: Xetên fayê aktîf bûne pêwîste amadekarî werin kirin
11:05 Tirkiye di nelirêtiyê de li binî xistiye: Têkiliya rejîmê ya bi nelirêtiyê re wê zêdetir bibe
10:50 Şahidê nepen 'Mudanya 2016' li xwe mukur hat: Her tişt derew e
10:37 Endamê Meclîsa Şaredariya Xarpêtê: Li Xarpêtê xeteya rayedaran heye
10:24 Li Girtîgeha Wanê rojê saet û nîv ava germ didin girtiyan
09:50 Jina gef lê tên xwarin: Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin
09:20 'Em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?'
09:19 Hevşaredara HDP'î hat sewqkirin û wê xistin hucreyek qirêjî
09:18 Qeyûm heqê xwarinê nade karmendên ku sendîkaya xwe naguherînin
09:17 Vê carê jî xebatkarekî din ê MARSÛ'yê dest avêtiye jineke astengdar
09:17 Her sibeh karê wî yê ewil êm bide kevokan
09:16 Qeyûmê Wanê fiyetê avê ji sedî 42 buha kir
09:16 Bêdengiya Iraqê gumana ku Şengal firotiye pêş dixe
Êrîşa Tirkiyeyê berdewama plana DAIŞ'ê ye
09:12 Qeyûm hat av ji sedî 150 zem bû
Gaza xwezayî ji sedî 100 zem bû
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2020'AN
29/01/2020
16:01 Li Meletî û Xarpêtê dê dibistan di 10'ê Sibatê de vebibin
15:53 Angaşta jina ciwan hewl daye întîhar bike
15:08 Ocalan got: DYA çareseriyê nîne, tenê çare Konfederalizma Demokratîk e
14:32 Dozger ji bo rojnameger Azîz Orûç ceza xwest
14:03 Platforma Tenduristiyê: Divê xizmeta tenduristiyê ya bi kurdî bê dayîn
13:35 Elewiyên xwe avêtin stara Cemxaneyê: Alîkarî tê kirin lê fêdeya wê nageje me
13:32 Serokdewletê Filistînê Abbas plana Amerîkayê red kir
12:55 Buldan û Temellî jî di nav de ji bo 6 parlamenteran 10 fezleke şandin meclîsê
12:23 Girtiyên PKK û PAJK’î: Em xwedî li girtiyan derkevin
12:13 Li Hevşaredarê Stewrê yê berê 10 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:22 Qeyûm pereyê alîkariya mazotê ya dabû şaredariya Hezo, ji encûmenên HDP'î xwest
10:58 Walitiya Meletiyê: 430 avahî hilweşiyane
10:57 Penaberên Sûriyê li konên erdhejê bi cudakariyê re hevrû dimînin
10:53 Dadgehê li M.A., yê tecawizî zaroka 9 salî kir 62 sal û 6 meh ceza birî
10:34 Karkerên pîşesaziyê û MESS'ê li hev kirin
10:19 Li navenda erdhejê Xûxê nexweşxane tune ye: Em terkî mirinê tên kirin
10:12 ‘Cenazeyê bavê min roja cejnê dan me, êdî me cejnan pîroz nekir’
10:11 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
09:01 Li hucreya yekkesî de jimartina li ser pêya lê tê ferzkirin!
09:01 Heta ku jiyana xwe ji dest daye wî dane sekinandin!
09:01 Ji bo karê oto galeriyê dikan kirê kir, lê kir avahiya AKP'ê
09:01 Ji ber ceryanê bêhna wî dernayê!
09:01 Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tarsûs û Turkoglûyê
09:01 ‘Bacên erdhejê ji bo tevdîrgirtinê nehatine bikaranîn'
09:01 Budçe têra qeyûm nekiriye: Her ku dahat zêde bûye deyn jî zêde bûne
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2020'AN
28/01/2020
20:14 AKP-MHP'ê daxwaza lêkolîna erdhejê red kir
19:40 Artêşa Sûriyeyê ket Idbilê
Tirkiye: Em ê bi tundî bersîvê bidin
18:26 Dadgeha Bilind a Belçîk: PKK ne rêxistina terorê ye
16:40 Polîsan alîkariya HDP'ê ji Îzmirê ji Xarpêtê re şand asteng kir
16:09 Xebatên dîtina Gulistan Dokû didomin
15:47 Akademiya Ma Musicê vê carê li Mêrsînê bû
15:38 ‘Alîkarî negihîşt hin mexdûrên erdhejê'
15:23 ‘Komkujiya Roboskî bi bêcezakirinê hat xelatkirin’
15:12 Ji HDP'ê pêşniyarqanûn: Bila Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin
14:56 Ayşe Nûr Zarakolû li ser gora xwe hat bibîranîn
14:53 Tirkiye di Cenevreyê de bi tenê ma
13:49 Ji bo mexdûrên erdhejê stranan dibêjin
13:48 Dozger ji Velî Encu re ceza xwest
13:43 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîrê da
13:30 Buldan: Îqtîdar jî riziya ye, avahiyên wê jî riziya ne
12:54 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan carek din dirêj kirin
12:23 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin
12:18 Meta zarokê 8 salî yê hatibû kuştin hat berdan
12:05 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Di kêliya erdhejê de cîranan wan ji şewatê rizgar kir
11:05 Operasyona li Lîcê bi dawî bû
10:55 Îdîanameya zaroka hatibû tecawîzkirin hat qebûlkirin
10:44 Şandeya HDP’ê: Astengkirina alîkariyê cezayek kolektîf e
10:21 Mexdûrên erdhejê yên li gundan: Heta niha alîkarî nedane me
09:01 ‘Êrişê dibin ser çand û baweriya Dersimê'
09:01 'Heger bê piştrastkirin ku Tirkiye çete şandine Lîbyayê wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne'
09:01 Şaredariya Erziromê ji bo heman karî 23 caran pere daye fîrmayekê
09:01 Dîwana Mûhasebatê: Îhaleyên qeyûm dijqanûnî ne
09:01 Polîsan bi destavêtinê gef lê xwarin, lê dozger hewce bi şopandinê nedît
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2020'AN
27/01/2020
20:39 Li Xarpêtê avahiyên xesardîtî tên xerakirin
16:33 Danişîna Muzeyyen Boylû hat taloqkirin
16:21 Di erdhejê de 41 kes mirin û hezar û 607 kes birîndar bûn
16:16 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê cezakirin
15:57 Hejmara miriyên erdheja Xarpêtê derket 40 kesî
15:37 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Girtî tên tecrîtkirin û rayedar peymanan binpê dikin
15:32 Endezyaran avahî lêkolîn kirin: Avahî ji ber bê kontrol tên avakirin hilweşiyan
15:15 Akademiya Ma Musîcê li Edeneyê kargeha rîtimê li dar xist
14:43 165 fîlm serî li Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney dan
14:29 Guven: Felsefeya Ocalan dîwarên Îmraliyê qelaştiye
14:16 Di danişîna Nazlier de wekîl û parêzer ji salonê hatin derxistin
13:25 Girtiyê siyasî yê nehate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:15 Fermandarê Amerîkî yê bi Ebdî re hevdîtin pêk anî: Em ê xebata li gel hevkarên xwe bidomînin
12:42 Li Hewengê 2 hatin binçavkirin
12:15 Li Çinarê 3 kesên têkildarî kuştina zarok hatibûn binçavkirin hatin berdan