Şahidê nepen 'Mudanya 2016' li xwe mukur hat: Her tişt derew e

  • rojane
  • 10:50 30 Çile 2020
  • |
img

AMED - Metîn Karadogan ê beriya Doza Sereke ya Sûrê hat girtin û piştî bi polîsên TEM'ê re li hev kir hat berdan. Karadogan piştî demekê dîsa hat girtin. Karadogan li xwe mukur hat û got: " Şahidê nepen ê bi kodê "Mudanya 2016" ez im. Her tişt bê kok û derew e" 

 
Dema qedexekirina kolanan a Navçeya Sûrê zarokê 17 salî Metîn Karadogan piştî ligel kesên "Ji herêma qedexe derket" hat girtin, beriya Doza Sereke ya Sûrê bi kodê “Mudanya 2016” bû şahide nepen ê doza Sûrê. Karadogan, li xwe mukur hat ku şahidê nepen ê bi kodê "Mudanya 2016" ew e û wiha got: "Piştî ez hatim girtin û ez şandim girtîgehê, polîsan bi şertên min "Serbest berdin" îfade bi min dan îmzekirin. Ez piştî 9 mehan girtî mam, ez serbest hatim berdan. 10 meh şûnde bi hinceta "Erkdarekî cemaweriyê kuştiye" ez dîsa hatim girtin. Piştî doza min bi Doza Sereke ya Sûrê re bû yek, ez fêr bûm ku min wekî şahidê nepen nîşan dane. 
 
Metîn Karadogan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tarsusê girtî ye, ji girtîgehê  ji bo Doza Sereke ya Sûrê parastina xwe ji Dadgeha Cezayên Giran a 5'emîn a Amedê re şand. Karadogan di îfadeya xwe de wiha got: 
"Îfadeya min a nivîskî ya ji bo 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ye. Navê min Metin, paşnavê min Karadogan. Ez di 1'ê Kanûna 1999’an de li Navçeya Rezan a Amedê ji dayik bûm. Malbata min pir xizan bû. Ji ber vê yekê neçûm dibistanê. Tenê di salên 2007/ 2008'an de li gel 2 birayên xwe çûm dibistana astengdarên aqil. Ji ber diçûm ve dibistanê, malbatê li ser navê me meaş distend. Ez 10 salî bûm min bavê xwe winda kir. Piştî min bavê xwe winda kir ez ji dibistanê reviyam û bêtir li kolanan jiyam. Min dest bi tiryakê kir. Ez bûm tiryakê hişbirê û min êdî nekarîbû dest jê berdim. Min êdî bi malbatê re li hev nekir. Min dest bi diziyê kir."  
 
JI BO EVDO BIBÎNIM ÇÛM SÛRÊ' 
 
Metîn Karadogan, di berdewama parastina xwe de wiha got: "Dema bûyer pêk hat agahiya min ji tiştekî tune bû. "Ji bo Evdo yê dem bi dem ez diçûm ji cem wî hişbir dikirî û bi xwe torbecî bû, çûm Sûrê. Dema ez çûm Sûrê malbatan xaniyên xwe vala dikirin. Min dît ku mirov xaniyên xwe terk dikin. Ji bo ez Evdo bibînim û ji bo ji malên hatin valakirin sûdê bigirim demekê li Sûrê mam. Wê demê dorpêçê dest pê kir û agahiya min jê tune bû. Kengî kolan vala bûn û min kesên bi çek û rûpoş dît min ferk kir. Min xwest derkevin. Lê kolan hatibûn dorpêçkirin û nikaribûm derkevim. Demek dirêj di maleke ku ji malê derketibûn de mam. Dema ez ji bo pêdiviyên xwe bibînim derketim, kesên bi çek ez girtim û di jêrzemînekê de veşartim. Nêzî 4-5 rojan li wir mam. Min 20-25 rojan nan ji wan re bir û anî. Piştre min 2 sivîl dît u li gel wan teslîm bûm. Dema em derketin eskserekî em dîtin û çek li me kişand."  
 
BI ÎŞKENCEYÊ KAXIZ BI MIN DAN ÎMZEKIRIN Û EZ GIRTIM
 
Karadogan, di berdewama parastinê de wiha lê zêde kir: "Piştî em binçav kirin em birin Şaxa TEM'ê. Li wir bi zora îşkenceyê kaxiz bi me dan îmzekirin. Piştre ez birim şaxa Zarokan. Ji wir jî ez şandim dadgehê û dadgehê ez girtim. Ez şandim Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê. Dema ez birim Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê ez xistim kawîşa zarokên edlî. Zarokên li kawîşê bê navber ji min re digotin 'Tu xayinê welat e' û îşkence li min dikirin. Digotin 'Tu dê alîkariyê bide dewletê' an jî em ê te li vir bikujin' Gardiyanan bi zorê dixwezin ez nimêjê bikim. Di kawîşê de 10-15 zarokan carekê ez lînç kirim û xwestin min bikujin. Gardiyanan bi zorê ez ji destê wan rizgar kirim. Bedena min di nava xwînê de mabû. Ger ku li arşîvê girtîgehê binerin ev wê bê dîtin. Piştî revirê ez dîsa birim heman kawîşê. Piştre zarokek hat cem min û got 'Sergardiyanê bi navê Şerif ji zarokan re gotiye 'Hûn karê wî temam bikin emê li derve li we binerin' Wê demê ez fêr bûm ku çima zarok wisa nêzîkî min dibin. Piştre gardiyan hat got 'Hinek dixwazin bi tere bi axivin. Ez birim kabîneya hevdîtinê. 
 
GOTIN 'TU DOSYAYÊ ÎMZE BIKE TUYÊ JI ÎŞKENCEYÊ XELAS BIBE' 
 
Wê demê min ew polîsên ku li Şaxa TEM'ê kaxiz bi min dan îmzekirin min dît. Bi min keniyan û gotin 'Derbasî be' Piştre disa dosyayek danîn pêş min û gotin 'Ger ku tu vê dosyayê îmze bike tu dê serbest bê berdan. Tu dê ji îşkenceya li girtîgehê xelas bibe' Ji ber ku îşkence li min dihat kirin û ez tirsiyam min ew dosya qebûl kir û îmze kir. Du polîsan dosya ji min re xwendin. Li ser navê hin kesan wêne û îfade hebûn. Piştî polîsan dosya xwend min îmez kir. Piştre gotin tu dê diu demek nêzîk de bê berdan û çûn. Ez 9 mehan girtî mam. Dema ez çûm dadgehê dadger got 'Tu poşman e ya na' Ji ber ku parêzerê min tune bû û min nizanibû poşmanî tê çi wateyê min qebûl kir. Lê tiştê ku ez poşmam bibim tune ye. Tiştekî poşman bibim min nekiriye. Ez 10 mehan girtî mam. Lê piştî 10 mehan dema ez diçum navçeya Wêranşar a Rihayê ez di nokteya kontrolê de dîsa ji dosyayek din hatim girtin. Ez birim Girtîgeha Hîlwanê û ji wir jî birim Hatayê. Piştre ez birim Girtîgeha Tarsûsê. Ez li Tarsûsê 2 caran bi rêya SEGBİS'ê beşdarî danişînê bûm û min îfade da. Kodê 'Mudanya 2016' li ser navê min çêkirine. Heta niha bi navê şahidê nepen ê 'Mudanya 2016' îfade li ser navê min dane. Lê esl û feslê wê tune. Bê kok e û tev derew e.  Ez dixwazim mexdûriyetea min li ber çavan bigirin û min beraat bikin. Ger ne wisa be jî bi şertê kontrola edlî min berdin. 
 
 
MA / Aydin Atay 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/02/2020
11:35 ‘Ger tecrîda li ser Ocalan rabe wê tecrîda li ser jinan jî rabe’
11:15 HDP: Êrîşa li dijî Mexmûrê zindîbûna DAIŞ'ê nîşan dide
11:05 Polîsan destûr neda encûmenên HDP’yî beşdarî civînê bibin
10:38 ‘Ocalan, li pergala Îmraliyê rêyek li aştiyê vekir'
10:20 Rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe: 4 leşker mirin
10:07 DFG'ê rapora binpêkirinê mafên rojnamegeran a meha Çileyê aşkera kir
10:02 ‘Em ji têkoşîna jinên kurd îlhamê digirin’
09:18 Ûzgel: Pirsgirêka Filistînê li Rojhilata Navîn mijara polîtîkaya hundirîn e
09:18 Rojname ji ber peyva 'komkujî' asteng kirin
09:13 Sayiştayê nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yek bi yek rêz kir
09:13 Parêzera Berfîn: 1.5 lître asîta ku hatiye reşandin delîla sûcê kuştinê
09:12 Di doza cînayeta Eylem Tîler de biryar wê bê dayîn
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2020'AN
02/02/2020
18:41 Parazvanên Mexmûrê êrîşa DAIŞ’iyan şikand: 2 DAIŞ'î hatin kuştin
18:24 Meşên dirêj di roja 2'emîn de li Berlîn û Hannoverê berdewam kir
17:25 Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin
16:53 Dormîşa alîkariyê ya HDP'ê hat astengkirin
16:44 Temellî: Divê berê hûn pirsgrêka Kurd çareser bikin
16:08 Çeteyên DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê dikin
15:28 Li dijî projeya Kanal Îstanbul 11 kilometre meşiyağn
15:21 Ji bo 80 dibistanan biryara hilweşandinê hat dayîn
15:17 Birîna teqina Davutpaşa 12 salin ne kewiya ye
14:47 Şaxa SES'ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:05 Hinceta qedexeya Dayikên Şemiyê: Acizkirina turîstan e
13:39 CHP'ê ji bo Kizilayê pêşniyara Komîsyona Lêkolîna Meclisê kir
12:59 50 kolberên li Seqizê winda bûn hatin dîtin: Yekî jiyana xwe ji dest da
12:50 Dîmenên êrîşa li ser kampa Eyn Îsa dertetin holê
12:16 ‘Kî qatilan efû bike bila bike, lê em efû nakin'
11:41 Xwebûn: Erdhejê rastî derxist holê
11:25 23 roj in Hurmuz û Şîmonî Dîril li ku nu ne?
11:16 Konferansa TJA'yê di roja 2'emîn de didome
10:47 Her kes dikare alîkariyê bişîne, lê ya HDP'ê desteser dikin
09:36 'Ola Îslamê dikin amûrê zewaca zarokan'
09:09 Eren Keskîn: Şideta fermî ber bi deriyê mala me ve tê
09:07 Stenbolî li dor HDP'ê bûn xelek
09:06 ‘Ne ji bo Qenal Stenbolê ji bo erdhejê xerc bikin'
09:03 Dadgehê ji bo êrîşa bi kezavê got, 'delîlên berbiçav bi dest neketine'
09:02 Neliritiyek bi qasî qama Minareya Çarnig
09:01 Tûtinfiroşên Semsûrê wateyê nadin qedexekirina tûtinê
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2020'AN
01/02/2020
16:37 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin: Êdî cotstandartiyê nekin
15:55 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
15:46 Ji ber berfê rêya 55 gundan li Amedê hat girtin
15:28 Minaz û Aşkan hatin berdan
15:25 Temellî: Li vî welatî tecrîda mûtlaq heye
15:16 Mamosteya tundî li xwendekar kir ji wezîfeyê dûr kirin
14:55 Filistînê Peymanên Osloyê xera kir
14:41 Kurê Serdar Taniş: Ez tu carî wan efû nakim
14:38 ‘Ne notirvanên bi çek bila notirvanên demokrasiyê hebin’
14:12 SMO'yê li El Babê êrîşî rejîmê kir
13:58 Konferansa Jinan bi dirûşma 'Em hene û li ser piya nin' dest pê kir
13:16 Serdozger lêgerîna tazî qanûnî dît!
12:44 Ji HDP’'ê amadekariyên kongreyê: Komîsyona Mûtabakatê ji bo qadroyên dema nû dixebite
12:26 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
11:51 Hejmara 30'emîn a Demokratîk Moderniteyê derket
11:35 Aktîvîsta TJA’yê Aşkan hat binçavkirin
11:35 Li Ceyhanê cesedê jinekê hat dîtin
10:12 Cûdakariya navbera herêman mirina zarok û dayikan zêde dike
09:47 Dexîl Garo: Helbest eynika mirov e
09:44 Girtî û malbatên wan muameleya xerab şermezar kirin
09:22 Ji Vîrûsa Corona 259 kes mirin
09:04 Qeyûm dixwaze Kiziltepe Belediyesporê qels bike
09:03 Beyter: Divê xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî li her malê bên kirin
09:01 'Em dikarin bi kilameke kurdî tenê jî ji qirkirina çandî rizgar bibin'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2020'AN
08:43 Li Xarpêtê li pey hev du erdhej rû dan
08:36 Li Wanê jinek hat kuştin
31/01/2020
21:20 Li Dîlok û Semsûrê 484 kes jehrî bûn
16:23 Bi 7 pirsan Vîrusa Corona: Li 22 welatan belav bû
16:00 Di lêpirsîna Elçî de encamê negirin dê serî li AYM’ê bidin
15:35 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
15:25 Jina ciwan a hatibû angaştkirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:08 Onlu yê HDP’î: Walî berpirsê bûyerên li Dersimê rû dide ye
14:40 Biryara bidûrxistinê pêk ne anîn: Hejîna xwe ya berê û keça xwe kuşt
14:15 Dozger beriya danişînê xwest Selçûk Mizrakli bê cezakirin
14:02 OHD'ê li dijî tecrîdê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:44 Coronavirûsê xwe li Stenbolê jî da nîşandan
13:05 Hevşaredara Tûşbayê Minaz hat binçavkirin
12:59 Malbat ji bo için Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Biryara AYM’ê ya ji bo faksa ji Ocalan re hat şandin: Ji bo motivasyonê bilind bikin nivisîn
12:31 Hin kevirên Sûrê li Peyasê veşartî hatin dîtin
12:12 Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê
12:10 Hat angaştkirin ku gardiyanan li Girtîgeha Beşîkduzu provokasyonê derxistine
11:51 Cenazeyê Demîrbag piştî 6 mehan veşartin
11:09 Avahiya li Gezînê hilweşiya û 4 kes têde mirin li ser çiravê hatiye avakirin
11:05 Serokê JMO’yê Demîrbaş: Dibe ku li herêmê erdhejên dijwartir rû bidin
10:11 Stratejiya dema nû ya HDP’ê wê ‘Tifaka Demokratîk a Bihêz’ be
10:05 Bîlgen: Rojek piştî hilbijartinê jî nelirêtî li şaredariyê hatiye kirin
10:04 Gulum: AKP ji bo îqtîdara xwe xurt bike pekçiyan peyvirdar dike
09:01 Gelo ji ber ku girtiyê siyasî bû nexweşxaneyê ew qebûl nekiriye?
09:01 Îtiraza ji bo 'Îstimlaqkirina lezgîn'
09:01 Ne esnaf ne jî mişterî nerazî ne
09:01 Berteka ji bo pêşnûmaya efûkirina faîlên îstismarê: Şerm e
09:01 Îdianameya nûçegihanên me hat amadekrin
09:01 ‘Xurtbûna çand û ziman, xurtbûna jiyanê ye’
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2020'AN
30/01/2020
21:28 Nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin hat berdan
19:12 Dozger xwest 15 sal ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê bê birîn
16:24 Ji malbata Dokû bang: Gulistan bibînin
15:49 Di doza êrîşa zayendî de parêzerê bersûc teklîfa pere kir!