Buldan: Berpirsiyariya me mezin avakirina Yekitya Neteweyî ye

img

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di 3'emîn Kongreya partiya xwe ya Şirnexê de bal kişand ser xebatên Yekitiya Netweyiya Gelê Kurd e û got: "Yên şer dixwazin tecrîdê girantir dikin. Hemû destkeftiyên Kurdan dikin hedef. Berpirsiyariya me ya hearî mezin avakirina Yekîtiya Neteeyî ye."  

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma, "Em ê bi hêvî û werekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin li Otela Şehrî Nuh a Şirnexê li dar xist. Di kongreyê de li gel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş, Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, Rêxistinên HDP'ê yên bajêr û navçeyan jî amade bûn. Jinan bi kincên xwe yên kurdî reng dan salonê.  Jinên ku bi kincên xwe yên kurdî reng dan salonê beriya kongreyê bi saetan govend girtin. Li salonê pankarta bi dirûşên, "Aştî nikare bê tecrîdkirin", "Jin jiyan azadî" û "Wê jinên ciwan faşîzmê têk bibin" hat daliqandin. Pervîn Buldan bi dirûşmeyan û coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Piştî ku Pervîn hat salonê kongreyê ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat gittin û sînevîzyoke derbarê hilbijartina 31'ê Adarê û qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin hat pêşandan.
 
Piştî Sînevîzyonê Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez axaftineke kurt kir û ji rêveberiya nû re serkeftin xwest. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, pêşniyaza ku bila ev kongre bibe wesîleya aştî û demokrasiyê kir. Pervîn Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Asiya Yuksel û Mehmet Tunç ên di serdema qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: "Em ê di encama vê têkoşîna zor û zahmet de bi hev re bi ser kevin. Em ê 3'emîn Kongreya Awaret di 23'yê Sibatê de li Enqereyê li dar bixin. Bila Kongreya me ewqas bi hêz be ku em bikaribin dengê xwe ji Selahattîn Demîrtaş û ji Fîgen Yuksekdag re bigihînin."
 
'LI BOTANÊ LÎSTIKÊN QIRÊJ HATIN LÎSTIN' 
 
Pervînê bal kişand ser tevlibûna gel a ji bo kongreya HDP'ê ku li gelek bajaran li dar xistin û got ku li Şirnexê jî tevlibûn bi heman rengî ye û got: "Kesên ku dibêjin em ê HDP'ê asteng bikin bila li vê salonê binêrin û li bajarên vê derê bibêrin. Bila bibînin ku gelê me çiqas bi biryar tevdigere. Bila bibînin ku gelê me serî netewandiye. We îro careke din ev helwesta xwe ya serhildêr nîşan da. Nîşaneya serkeftin û serhildanê helwesta gelê Şirnexê û navçeyên wê ye. Gelê me tu serdeman ji berxwedana xwe tawîz nedaye. Çi dikin bila bikin lê wê nikaribin encama ku dixwazin bidest bixin bigirin. Wê têkoşîna vî gelî ya ji bo azadiyê bi dawî nebe. Botan ji bo vê mînak e. Botan li gel hemû pêkutiyan li ser piyan e û îradeya xwe daniye holê. Me li vêderê hilbijartineke herêmî pêk anî û me bajarê Şirnexê û navçeyên wê bi dest xistin. Lê me lîstikên qirêj ku hatin lîstin jî dîtin. Li vê derê bi sextekariyê xwestin bi ser kevin û bajar ji me girtin. Qeyûm tayînî navçeyên şirnexê kirin û şaredariyên me desteser kirin. Lê li gel vê bi taybetî jî xwestin ku ji gelê kurd re bibêjin 'hûn bi ser kevin û şaredariyan bi dest bixin jî em vî mafî nadin we' û peyama xwe aşkera kirin."
 
'GELÊ KURD DÊ AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ'
 
Pervîn Buldan, anî ziman ku gelê Şirnexê rastî gelek zilm û neheqiyan hatiye û wiha lê zêde kir: “Gelê Şirnexê û navçeyên wan îqtîdara hikûmetê diheşînin. Gelê Şirnexê dê bi vê sekna xwe ya berxwedêr heta dawî îqtîdara we hilweşîne. Em hemû bi hevre van lîstikên li vir dişopînin. Îro îqtîdara AKP'ê xwe tev li karê sporê jî dike. AKP'ê ev welat xist vî halî. Hûn çi  dikin bikin dîsa gelê Kurd dê bi zimanê xwe, spora xwe û hemû têkoşîna xwe îqtîdara we hilweşîne. Gelê Kurd dê aştiyê bîne vî welatî."
 
'YÊN JI AŞTIYÊ BÊZAR TECRÎDÊ KÛR DIKIN'
 
Pervîn Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Bi salan e li vî welatî tecrîd heye. Li ser Birêz Ocalan tecrîda girankirî heye. Tevî tecrîda giran Birêz Ocalan ji bo aştî, demokrasî û aramiya vî welatî têkoşiya. Bi hewldana Birêz Ocalan di sala 2011-2015'an a pêvajoya aştiyê de em bûn şahid ku zarokên me jiyana xwe ji dest dadin. Şer rawestiya û hêsirên dayikan nebariyan. Lê yên ji vê bêvajoyê bêzar bûn li ser Birêz Ocalan dîsa tecrîda giran pêş xistin. Îro tevahiya civaka Tirkiyeyê di tecrîdê de ye. Gelê Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Di serî de gelê Kurd û hemû kesên dengê xwe nedane AKP'ê tên cezakirin. 
 
POLÎTÎKAYÊN DERVE LI SER DEREWAN AVA DIKIN'
 
Pervîn Buldan, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên derve jî û wiha pêde çû: "Em wekî HDP'ê her dem alîgirê aştiyê ne. Hemû polîtikayên îqtîdarê tev li ser derew û şaşiyan hatiye avakirin. Li ser axa ku Kurd lê dijîn ji bo destkeftiyên Kurdan asteng bikin şer pêş dixin. Li cihê ku gelê Suriyeyê di nava aştiyê de dijiya, Tirkiye êrîş kir. Tu mafê Tirkiye yê vê yekê tune ye. Em diyar dikin ku divê vê meseleyê bi muzakere û diyalogê çareser bikin. Her şer rijandina xwînê ye. Kengî em bi hevre bijîn em dikarin bi ewle derbasî pêşerojê bibin." 
 
AKP'Ê DI 20 SALAN DE ÊŞ PÊŞ XISTIN'
 
Pervîn Buldan, herî dawî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê 20 salin îqtîdar e û di 20 salan de ji xeynî xizanî, betalî û êşê tiştek neda gelê Tirkiyeyê û wiha got: "Divê ev welat bi lez ji welatê rêve beriya yek zilamî bê rizgarkirin. Divê li vî welatî her kes di nava aştiyê de û wekî xwişk û bira bi hevre bijîn. Ji ber vê yekê HDP heye. Erka me ya sereke ewe ku gelên li vî welatî bi hevre di nava aştiyê de bijîn e. Em dê bi ser bikevin."  Piştî axaftinan ji bo Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê Sabahattin Denîz û Sabahat Akdag hatin hilbijartin. 
 
Kongre bi rêveberiya nû bi dawî bû. 

Sernavên din

09/02/2020
09:02 TKÎ tazmînata karkeran kêm dide
09:01 Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
08/02/2020
22:45 Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine
16:52 Elewiyan bang li Erdogan kir: Tu nikarî qatilê zarokên me efû bikî
16:39 Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
16:20 Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû
16:17 Xwestin girtiyên nexweş werin berdan
15:46 Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
15:32 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
15:28 Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar
14:46 Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî ku 36 sal in winda ye pirsîn
13:58 SOHR: Rêya Şam û Helebê di kontrola rejîma Sûriyê de ye
13:38 Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan
13:13 Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:31 Li Licê keyayek hat girtin
12:22 Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir
12:09 Li Şaxê aşût pêk hat
11:55 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan
11:40 Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin
11:09 Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin
11:05 Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê
11:02 Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin
10:52 Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn
10:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:59 Li Wanê ji ber aşûtê hin rê hatin girtin
09:58 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin
09:11 ‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
09:11 Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin!
09:10 Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin!
09:09 Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim'
09:09 Ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê 4 jê hatine dorpêçkirin
09:08 Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin
09:08 Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN
07/02/2020
16:42 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir
16:25 Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak hat girtin
16:08 Pegasûsê pîlot Altan ji kar derxist
15:44 Ji bo parêzerên di greva birçîbûnê de daxuyanî: Divê daxwazên wan bên qebûlkirin
15:42 Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin
15:42 Aydin: Bila êrişên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin
15:23 ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine
14:50 Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir
14:49 Li Girtîgeha Rîze girtiyên siyasî û edlî dixin heman qawîşan
14:34 Doza manşeta ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ hat beratkirin
14:15 Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin
14:10 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:38 Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin
13:23 Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê girtin!
12:56 Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike
12:54 Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve
12:16 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 3 roj şûn de hêj nû ji bo Miksê mifetiş peywirdar kirin
11:49 Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket
11:48 Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir
11:29 Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin
11:29 Li herêma aşûtê dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin
11:00 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye
10:34 Li Manîsa bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû
10:13 Partiyên kurd li Mexmûrê ne: Ji bo rakirina dorpêça li Mexmûrê em di nava hewldanan de
10:00 Jina ciwan xwendekara lîseyê Yildiz hat qetilkirin
09:58 Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
09:54 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an
09:50 Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû
09:35 SANA: Artêşa Sûriyeyê ket Seraqîbê
09:01 Onaran: 'Mafê lihevhelalkirinê' yê girtiyan jî nayê qebûlkirin
09:01 Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike
09:01 Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin
09:01 Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê
09:01 Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan
09:01 Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin
09:00 Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN
06/02/2020
22:03 Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan
20:11 HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin
17:09 Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
16:49 STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa siyasî karesat mezintir kir
16:19 ENKS'ê li Kobanê buroya xwe vekir
16:17 Rûsya: Êrişên li dijî me, ji herêma serweriya Tirkiyê tên
15:45 Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûat Onen hat binçavkirin
15:41 KCD’ê ji ber aşûtê 2 roj şîn ragihand
15:33 Hejmara miriyên li Miksê gihîşt 41 kesan
15:28 Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin
15:27 Dayika Xelef li PE'yê axivî: Li dijî Erdogan em dest bidin hev
15:26 Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê
14:50 Meclîsa Ciwanên HDP’ê: Îqtîdara faşîst ciwanan dike armanca xwe
14:33 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû
14:17 Di qezaya balafirê de biryara binçavkirina 2 pîlotan hat dayîn
14:07 Ne rêya Miksê ne jî bextê wê hat vekirin!
14:04 'Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe'
13:20 Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin
13:07 HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray
12:50 Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an
12:32 Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye
12:24 Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne
12:16 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
12:06 Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike
11:48 TJA'yê encama konferansa xwe aşkere kir