Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne

img

ENQERE – Platforma Zimanê Kurdî li Enqereyê têkildarî zimanê kurdî li Enqereyê hin hevdîtinan pêk anî. Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî diyar kir ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî ji partiyên siyasî li benda piştevaniyek bi hêz in. 

Pêkhateyên Platforma Zimanê Kurdî di çarçoveya xebatên xwe de li Enqereyê hin hevdîtinan pêk anîn. Platform bi HDP, CHP, Partiya Saadet û endamên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) re hevdîtin pêk anîn. Platformê di serdanan de daxwazên xwe hem bi nivîskî hem jî bi devkî radestî partî û endamên YE’yê kirin. 
 
Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî û endamên Platformê Îrfan Soner û Bora Balî têkildarî serdanên xwe ji ajansa me re axivîn. 
 
Cizîrê diyar kir ku platforma wan bi hevkariya 9 partiyên kurd bi armanca rakirina pişaftina li ser zimanê kurdî û ji bo zimanê kurdî bi awayek fermî were qebûl kirin ava kirine û vê serdana xwe jî ji bo vê yekê pêk anîne. 
 
Cizîrî anî ziman ku ji bo Saziya Zimanê Kurdî were avakirin û daxwazên xwe din radestî partiyên siyasî kirine û got: “Ji bo astengkiyên li pêşiya zimanê kurdî werin rakirin divê Saziyek Zimanê Kurdî were avakirin. Divê ev sazî ji aliyê saziyên dewletê ve were fînansekirin. Me bi armanca zimanê kurdî bi awayek fermî were qebûlkirin û ji bo zimanê kurdî ku birêkûpêkkirina yasayî çê bibe daxwazên xwe ji partiyan re vegotine.” 
 
‘AKP’Ê HEVDÎTINA ME QEBÛL NEKIR’ 
 
Cizîrî da zanîn ku serdanên wan erênî derbas bûne û wiha got: “Hevdîtina me ya li gel HDP’ê erênî derbas bû. Daxwazên me wek daxwazên xwe qebûlkirin. Me bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re jî hevdîtin pêk anî. Birêz Kiliçdaroglû li daxwazên me guhdar kir. Diyar kir ku ji bo Saziya Zimanê Kurdî dê xebatên me destek bikin û divê em bi partiyên din re jî hevdîtin bikin. Me xwest em bi partiya hikumetê re jî hevdîtin pêk bînin. Lê li me nezivirîn û me ji Kiliçdaroglû re vê yekê got. Em cudahiyê naxin navbera partiyan tenê krîterek me heye ku em bi MHP’ê re hevdîtin nakin. Ev jî ne ji bo ku em wan nabînin, ji bo ew me nabînin û li hember kurdan siyasetek hişk birêve dibin me hevdîtin nekir. Heke di zimanê MHP’ê de siyasetek nerm çê bibe, bêguman em ê bi wan re jî hevdîtin bikin.”
 
‘EM XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE DERDIKEVIN’ 
 
Cizîrê destnîşan kir ku hevdîtina wan a li gel endamên Yekîtiya Ewrûpayê jî erênî derbas bûye û wiha domand: “Em ji YE’yê û UNSECO jî dixwazin parastina zimanê kurdî bikin. Ji bo dewleta Tirkiyê zimanê kurdî qebûl li ser wan fişaran bike. Em ji wan vê dixwazin. Ji me re gotin ku têkiliyên Tirkiyê û YE ne baş in. Wan ji me re got mafê zimanê zikmakî mafê herkesî ye. Me ji wan re diyar kir ku em xwedî li mîrateya xwe derdikevin.”
 
Cizîrî ji bo xwedî derketina ziman bang li gelê kurd kir û got: “Her kesê bêje ez kurd im divê bi kurdî dizanibe. Em li her qadê jiyanê bi kurdî biaxivin.”
 
‘DIVÊ ASTENGIYÊN YASAYÎ WERIN RAKIRIN’ 
 
Endamê Platformê Îrfan Soner jî da zanîn ku zextên li ser zimanê kurdî îro di asta herî jor de ne û wiha got: “Me wek Platform ji partiyên siaysî destekek bi hêz xwest. Me ji wan xwest ku divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayek yasayî were avakirin û parastina zimanê kurdî kir. Me ji wan xwest ku astengiyên yasayî  yên li pêşiya ziman werin rakirin.” 
 
‘ZEXTAN LI SER TIRKIYÊ BIKIN’ 
 
Soner bal kişand ser hevdîtina li gel delegasyona Yekîtya Ewropayê û wiha got: “Bi taybetî me ji delegasyona Ewropî xwest ku têkildarî zimanê kurdî ji bilî raporên amade dikin, danekirinê deynin ser Tirkiyê û fişaran li ser Tirkiyê pêk bînin. Me van daxwazên xwe eşkere ji wan re got.”
 
EWIL LI MALÊN XWE PIŞT RE LI KUÇEYÊN XWE 
 
Soner ji bo pêşketina zimanê kurdî bang li her kesî kir û got: “Lazime her kes destekê bide vê xebata me. Em bi piştevaniya nivîskar, rojnameger, zimanzan û hemû beşên civakî dikarin astengkiyên li ser zimanê xwe rakin. Bêzimanî bêwelatî ye. Heke zimanê tune be, welatê me jî tune ye. Em wek gelê kurd divê beriya her tiştî xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em zimanê xwe fÂerî zarok û neviyên xwe bikin. Lazime em li her qadên jiyanê bi zimanê kurdî biaxivin û xwedî lê derkevin. Em li her kuçe, kolan û tax û gundên xwe bi kurdî bijîn. Bila ewil her kes li mala xwe û pişt re jî li kuçe û kolanên xwe xwedî li ziman derkeve.” 
 
‘BI TÊKOŞÎNÊ SIYASETA TIRKIYÊ DIKARE WERE GUHERTIN’ 
 
Endamê Platformê Bora Balî jî destnîşan kir ku bi nexasim zimanê kurdî ji bo wek zimanê fermî were qebûlkirin berpirsiyaryek mezin dikeve ser milê partiyên siyasî û wiha got: “Nemaze partiyên siyasî û partiya îqtîadrê divê bi awayek cidî nêzî vê mijara zimanê kurdî bibe û gavan biavêjin. Ji bo vê yekê me bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û me ji wan xwest hestiyariyek mezin çê bibe. Di hevdîtinê de helwesta CHP’ê erênî bû. Lê wan jî neyîniyên di siyaseta Tirkiyê de nêrîna xwe anîn ziman. Me ji wan re got bi hevkariya têkoşîna me hûn dikarin siyaseta me biguherînin.” 
 
‘TENÊ NE PIRSGIRÊKA GELÊ KURD E’ 
 
Balî diyar kir ku hikumetê daxwaza hevdîtina wan qebûl nekiriye û wiha got: “Ev meseleya ziman tenê ne pirsgirêka gelê kurd e. Em bi hev re li dewletekê dijîn. Ji bo pêşketin çê bibe divê ew jî gavan biavêjin. Îro ew derfet nebe jî lê wê hevdîtinên me yên daxwazî berdewam bikin. Ev mesele tenê ne li ser milên me ye. Ev mesele hemû Tirkiyê eleqedar dike. Siyaseta Tirkiyê êdî stranek kurdî ya ji rêzê jî dikare terorîze bike. Pêwîste ev feraset ji holê rabe. Ji ber vê yekê jî em dikarin bi gelan re hevdîtin bikin. Di vê mijarê de em jî dikarin destekê bidin wan."
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

09/02/2020
09:02 TKÎ tazmînata karkeran kêm dide
09:01 Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
08/02/2020
22:45 Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine
16:52 Elewiyan bang li Erdogan kir: Tu nikarî qatilê zarokên me efû bikî
16:39 Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
16:20 Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû
16:17 Xwestin girtiyên nexweş werin berdan
15:46 Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
15:32 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
15:28 Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar
14:46 Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî ku 36 sal in winda ye pirsîn
13:58 SOHR: Rêya Şam û Helebê di kontrola rejîma Sûriyê de ye
13:38 Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan
13:13 Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:31 Li Licê keyayek hat girtin
12:22 Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir
12:09 Li Şaxê aşût pêk hat
11:55 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan
11:40 Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin
11:09 Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin
11:05 Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê
11:02 Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin
10:52 Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn
10:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:59 Li Wanê ji ber aşûtê hin rê hatin girtin
09:58 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin
09:11 ‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
09:11 Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin!
09:10 Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin!
09:09 Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim'
09:09 Ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê 4 jê hatine dorpêçkirin
09:08 Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin
09:08 Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN
07/02/2020
16:42 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir
16:25 Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak hat girtin
16:08 Pegasûsê pîlot Altan ji kar derxist
15:44 Ji bo parêzerên di greva birçîbûnê de daxuyanî: Divê daxwazên wan bên qebûlkirin
15:42 Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin
15:42 Aydin: Bila êrişên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin
15:23 ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine
14:50 Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir
14:49 Li Girtîgeha Rîze girtiyên siyasî û edlî dixin heman qawîşan
14:34 Doza manşeta ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ hat beratkirin
14:15 Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin
14:10 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:38 Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin
13:23 Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê girtin!
12:56 Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike
12:54 Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve
12:16 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 3 roj şûn de hêj nû ji bo Miksê mifetiş peywirdar kirin
11:49 Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket
11:48 Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir
11:29 Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin
11:29 Li herêma aşûtê dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin
11:00 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye
10:34 Li Manîsa bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû
10:13 Partiyên kurd li Mexmûrê ne: Ji bo rakirina dorpêça li Mexmûrê em di nava hewldanan de
10:00 Jina ciwan xwendekara lîseyê Yildiz hat qetilkirin
09:58 Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
09:54 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an
09:50 Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû
09:35 SANA: Artêşa Sûriyeyê ket Seraqîbê
09:01 Onaran: 'Mafê lihevhelalkirinê' yê girtiyan jî nayê qebûlkirin
09:01 Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike
09:01 Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin
09:01 Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê
09:01 Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan
09:01 Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin
09:00 Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN
06/02/2020
22:03 Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan
20:11 HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin
17:09 Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
16:49 STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa siyasî karesat mezintir kir
16:19 ENKS'ê li Kobanê buroya xwe vekir
16:17 Rûsya: Êrişên li dijî me, ji herêma serweriya Tirkiyê tên
15:45 Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûat Onen hat binçavkirin
15:41 KCD’ê ji ber aşûtê 2 roj şîn ragihand
15:33 Hejmara miriyên li Miksê gihîşt 41 kesan
15:28 Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin
15:27 Dayika Xelef li PE'yê axivî: Li dijî Erdogan em dest bidin hev
15:26 Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê
14:50 Meclîsa Ciwanên HDP’ê: Îqtîdara faşîst ciwanan dike armanca xwe
14:33 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû
14:17 Di qezaya balafirê de biryara binçavkirina 2 pîlotan hat dayîn
14:07 Ne rêya Miksê ne jî bextê wê hat vekirin!
14:04 'Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe'
13:20 Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin
13:07 HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray
12:50 Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an
12:32 Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye
12:24 Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne
12:16 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
12:06 Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike
11:48 TJA'yê encama konferansa xwe aşkere kir