Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû

img

AMED - Polîs Abdûllah E. yê di dema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de Helîn Şen kuşt, di doza lê hatibû vekirin de îfade neda. Dayika Şen, diyar kir ku roja ku keça wê hat kuştin, pevçûn tune bû. Dadgehê daxwaza girtina polîsê bersûc red kir. 

Yekemîn danişîna doza zaroka 12 salî Helîn Şen a di qedexeya derketina kolanan a navçeya Sûr a Amedê ya di 12'ê Cotmeha 2015'an de, ji bo nan bistîne derket kolanê û ji aliyê polîs Abdullah E. ê ji maşîna zirxî ya Kabro gule li ser wê reşandin û kuşt, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dayika Şen Nazmiye Şen, parêzerên malbatê Rahşan Bataray, Abdûllah Zeytûn û Derya Yildirim di danişînê e amede bûn. Bersûc polîs Abdûllah E. bi pergala  SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Di heman demê de, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endamên rêxistinên jinan û parêzer danişîn şopandin. Polîsan berî danişînê li derdora edliyê ewlekariyek zêde girtin û 13 polîsan jî danişîn şopandin. 
 
DAYIK ŞEN: PEVÇÛN TUNE BÛ 
 
Dest pê kê dayika Şen Nazmiye Şen di danişînê de weke gazinker hat guhdarkirin.  Dayika Şen, tiştên jiyan wiha vegot: “Bûyer 12’yê Cotama 2015’an derdora saet 08.00’an pêk hat. Keça min dest pê kê çû dikanê û dûre jî çû firinê. Li pişt me maşîneya  zirxî hebû. Dema em çûn firinê ji maşîneya zirxî dengê avêtina sê guleyan hat. Ji erdê dûman rabû. Hemû kesan dan ber qîjîniyan. Gotin gule li zarok ket. Dema ku min li derdora xwe mêze kir, min dît ku keça min li ser pişta xwe li erdê ye. Min hewl da ku ez wê bigirim. Maşîneya zirxî dîsan gule barandin. Jinek cîranê me laçika xwe avêt erdê û hewl da cenazeyê keça  min bigire. Lê polîsan dîsa gule li me reşandin. Destûr nedan ku em cenaze bigirin. Cenaze heya demek dirêj li erdê ma. Cîranê me cenaze ji wê derê girt û bi dengek bilind ambûlans xwest. Cenazeyê keça min heya demek dirêj di hewşa malê de li benda ambûlansê ma. Em tim li ambulansê geriyan, lê dîsa jî pir dereng hat. Min nekarî ez bi keça xwe re herim. Apê wê pê re çû. Li cihê ku keça min hat kuştin nêzî 20 polîsan hebûn. Roja ku keça min hat kuştin, tu pevçûn tunebûn. Rojek berî wê jî pevçûn tune bû. Em bi vê rehetiyê ji malê derketin û çûn firinê.  Lê me qet ne fikirî bû ku wê maşîneya zirxî ya li pişt me gule li me bibarîne.” 
 
XWESTIN KU  POLÎSÊ BERSÛC BÊ GIRTIN  
 
Dûre parêzerê malbata Şeng  Abdûllah Zeytûn parastin kir û wiha got: “Hîna jî îfadeya polîsê bersûc nehatiye girtin. Em dixwazin polîsên şahid di dadgehê de bên guhdarkirin. Ew mafê me heye ku em rast rast pirsan ji bersûc bikin. Kes û polîsên îfadeyên wan hatine girtin, ne wekî hevin. Nakokî di navbera îfadeyan de hene. Em dixwazin hûn bersûc bibin dadgehê. Di heman demê de em dixwazin ku pol3ısê bersûc bê girtin.” 
 
SEROKÊ BAROYÊ: ÎNFAZA BÊDARAZ   
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî, diyar kir ku ev bûyer bûyereke înfaza bêdaraze û wiha parastin kir: “Ev cinayete û mafê jiyanê ji holê radikeye. Lê ligel vê jî bersûc bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê dibe. Ev ne bû. Ji xwe cesareta girtinê nehat nîşandan. Kesekê ku zarokek kuştibe divê bê girtin. Gelek kes li Sûrê bi awayekê bêmaf hatin kuştin. Azadiya tu kesî nîne ku sûc bikin. Em dixwazin ku bersûc bê girtin.”
 
SÛCDAR HÎNA  JÎ LI SER KARE
 
Li ser navê ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray jî parastin kir û wiha got: “Em di çarçoveya têkoşîna li dijî  ceza nekirinê de, vê dosyayê dişopînin. Em dixwazin bibin mudaxilê vê dozê. Di çarçoveyê dosyeyê de divê tenê bersûc Abdûllah E. neyê darizandin. Divê hemû kesên berpirsiyar bên darizandin. Hîna bersûc jî li ser karê xwe ye.” 
 
HAK ÖRGÜTLERİNDEN KATILMA TALEBİ
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê, Komeleya Înîsîyatîfa Maf, Navenda Mafê Zarokan a Baroya Stenbolê, Komeleya Jinan a Rosa û TÎHV’ê xwestin ku beşdarî danişînê bibin. 
 
'EV 4 SAL Û 4 MEHIN EM LI BENDA DOZÊ BÛN' 
 
Şandeya dadgehê, xwest ku rêxistinên dixwazin beşdarî danişînê bibin hincetên xwe aşkere bikin. Parêzeran li ser vê yekê bertek nîşan da û gotin; “Ev 4 sal û 4 mehin em li benda vê dozê ne. Bersûc li holê tuneye. Qet nebe, bihêlin ku em parastin bikin.” 
 
PARÊZER DAXWAZ KIR KU JI DOZÊ VEKIŞE 
 
Parêzer Jiyan Aydin ê ji CMK’ê li ser navê bersûc hatibû tayînkirin, daxwaz kir ku ji dozê vekişe. Dûre dozger mafê axaftinê girt û xwest ku daxwaza girtinê ya bersûc ji aliyê dadgehê ve bê red kirin. 
 
DAXWAZ HATIN REDKIRIN 
 
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt biryara xwe aşkere kir. Dadgehê, daxwaza rêxistinên maf ên mudaxilê dozê bibin, girtina bersûc û daxwaza parêzer Jiyan Aydin a ji dozê vekişînê, red kirin. Dûre dadgehê danişîn taloqî 3’yê Adarê kir. 
 
DAXUYANÎ ASTENG KIRIN 
 
Piştî danişînê, kesên beşdarî dozê bibûn li ber edliyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta biryara qedexeya Walîtiyê daxuyanî asteng kirin. Rêxistinên mafan û malbata Helîn Şen li ser vê yekê çûn Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û li vê derê daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Vê danişînê yek alî berdewam dikin. Ji bo ku bersûc cezayê heq dikin bigirin, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
‘EZ JI BO HELÎN ŞEN EDALETÊ DIXWAZIM’
 
Piştre dayika Şen Nazmiye Şen, diyar kir ku bersûc nayê darizandin û wiha got: “Ez ji bo Helîn Şen edaletê dixwazim. Ez dixwazim ku bersûc bê darizandin û cezayê herî giran li wî bê birîn. Ji bo ku tu zarokên din neyin kuştin, ez bang li tevahiya cîhanê dikim ku dengê xwe bilind bikin. Ez jibo Helîn Hasret Şen edaletê dixwazim.” 

Sernavên din

09/02/2020
09:02 TKÎ tazmînata karkeran kêm dide
09:01 Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
08/02/2020
22:45 Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine
16:52 Elewiyan bang li Erdogan kir: Tu nikarî qatilê zarokên me efû bikî
16:39 Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
16:20 Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû
16:17 Xwestin girtiyên nexweş werin berdan
15:46 Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
15:32 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
15:28 Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar
14:46 Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî ku 36 sal in winda ye pirsîn
13:58 SOHR: Rêya Şam û Helebê di kontrola rejîma Sûriyê de ye
13:38 Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan
13:13 Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:31 Li Licê keyayek hat girtin
12:22 Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir
12:09 Li Şaxê aşût pêk hat
11:55 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan
11:40 Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin
11:09 Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin
11:05 Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê
11:02 Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin
10:52 Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn
10:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:59 Li Wanê ji ber aşûtê hin rê hatin girtin
09:58 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin
09:11 ‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
09:11 Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin!
09:10 Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin!
09:09 Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim'
09:09 Ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê 4 jê hatine dorpêçkirin
09:08 Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin
09:08 Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN
07/02/2020
16:42 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir
16:25 Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak hat girtin
16:08 Pegasûsê pîlot Altan ji kar derxist
15:44 Ji bo parêzerên di greva birçîbûnê de daxuyanî: Divê daxwazên wan bên qebûlkirin
15:42 Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin
15:42 Aydin: Bila êrişên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin
15:23 ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine
14:50 Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir
14:49 Li Girtîgeha Rîze girtiyên siyasî û edlî dixin heman qawîşan
14:34 Doza manşeta ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ hat beratkirin
14:15 Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin
14:10 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:38 Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin
13:23 Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê girtin!
12:56 Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike
12:54 Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve
12:16 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 3 roj şûn de hêj nû ji bo Miksê mifetiş peywirdar kirin
11:49 Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket
11:48 Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir
11:29 Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin
11:29 Li herêma aşûtê dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin
11:00 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye
10:34 Li Manîsa bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû
10:13 Partiyên kurd li Mexmûrê ne: Ji bo rakirina dorpêça li Mexmûrê em di nava hewldanan de
10:00 Jina ciwan xwendekara lîseyê Yildiz hat qetilkirin
09:58 Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
09:54 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an
09:50 Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû
09:35 SANA: Artêşa Sûriyeyê ket Seraqîbê
09:01 Onaran: 'Mafê lihevhelalkirinê' yê girtiyan jî nayê qebûlkirin
09:01 Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike
09:01 Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin
09:01 Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê
09:01 Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan
09:01 Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin
09:00 Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN
06/02/2020
22:03 Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan
20:11 HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin
17:09 Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
16:49 STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa siyasî karesat mezintir kir
16:19 ENKS'ê li Kobanê buroya xwe vekir
16:17 Rûsya: Êrişên li dijî me, ji herêma serweriya Tirkiyê tên
15:45 Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûat Onen hat binçavkirin
15:41 KCD’ê ji ber aşûtê 2 roj şîn ragihand
15:33 Hejmara miriyên li Miksê gihîşt 41 kesan
15:28 Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin
15:27 Dayika Xelef li PE'yê axivî: Li dijî Erdogan em dest bidin hev
15:26 Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê
14:50 Meclîsa Ciwanên HDP’ê: Îqtîdara faşîst ciwanan dike armanca xwe
14:33 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû
14:17 Di qezaya balafirê de biryara binçavkirina 2 pîlotan hat dayîn
14:07 Ne rêya Miksê ne jî bextê wê hat vekirin!
14:04 'Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe'
13:20 Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin
13:07 HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray
12:50 Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an
12:32 Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye
12:24 Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne
12:16 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
12:06 Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike
11:48 TJA'yê encama konferansa xwe aşkere kir